Dagirkeran bombe li Til Temir û Eyn Îsayê barandin

Dagirkeran sîloyên genim ên li Til temirê û stasyona avê ya Eyn Îsayê bombe kirin.

Hêzên dagirker ên Tirk li gundê Um El Kêf ê li Til Temirê bombeyan li sîloyên genim dibarînin.

Hêzên dagirker ên Tirk û çeteyên wan her wiha stasyona belavkirina ava vexwarinê ya li gundê El Fetsa yê li rojhilatê bajarê Eyn Îsayê jî bi çekên giran bombe dikin.

Dagirkeran li hemberî gundên Xalidiye û Hoşan ên li rojavayê Eyn Îsayê û gundê Mûşerfa yê li rojhilatê bajêr dest bi topbararanê kiribûn.