ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD: Em ruhê 1’ê Mijdarê zindî bikin
Fermandariya Giştî ya QSD’ê li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Kobanê bang li her kesê kir ku piştgiriyê bidin gelê Kobanê û tevlî nava refên QSD’ê bibin. -
Şervanên QSD’ê yên li eniya Tişrîn: Li vir berxwedanek dîrokî pêş ket
Şervanên QSD’ê yên ku bersiva êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker dan, gotin: “Li vir berxwedanek dîrokî hate raberkirin. Hemû hevalan bi fedayiyane li ber xwe dan. Tevî derewên dijmin, hûn dibînin ku em li vir in.” -
Şêniyên Firatê 4 şehîdên xwe spartin axê
Bi sedan şêniyên Kantona Firatê ji bo veşartina cenazeyên 4 şervanên xwe, berê xwe dan pakrawangeha şehîd Dîcle ya li başûrê bajarê Kobanê. -
QSD’ê nasnameya 2 şehîdên Minbicê eşkere kir
QSD’ê nasnameya 2 fermandarên xwe yên li Minbicê şehîd bûne, eşkere kir. -
Dagirkeran gundê Bîrxat 5 caran bi SÎHA’yan bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker gundê Bîrxat – Îbrahîm Kurdo yê li rojavayê bajarê Girê Spî bi SÎHA’yan bombebaran kir. -
‘Projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bibe mafê tevahî jinan’
Kongra Star a Kantona Firatê têlikdarî gefên êrîşan ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyanî da û got, wê bi Şoreşa Rojava ya ku bi jinê dest pê kirî, mafê tevahî jinên Sûriyeyê bê parastin. -
Fermandara YPJ'ê: Kî êrîşî Kobanê bike wê li Şerê Gel ê Şoreşgerî biqelibe
Ji fermandarên YPJ'ê Sarya Efrîn anî ziman ku ew li Minbic, Tişrîn û Qereqozaxê li hemberî dewleta Tirk li ber xwe didin û got, "Gel û şervanên gel wê li her çeperê li gel hev şer bikin û Kobanê û xaka xwe biparêzin." -
Şêniyên Qamişloyê: Parastina welat parastina hebûnê ye
Şêniyên taxa Enteriyê ya bajarê Qamişloyê, behsa girîngiya xweparastinê kirin û diyar kirin ku parastina welat parastina hebûnê ye. -
Îsraîlê careke din êriş bir ser gundewarên Şamê
Balafirên şer ên Îsraîlê duh li gundewarên Şamê tesîsên çekan bombebaran kirin. -
QSD: Hevdîtinên ji bo agirbestê bê encam man
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê ragihand ku hevdîtinên bi navbeynkariya DYE'yê yên ji bo agirbesta têkildarî Minbic û Kobanê bê encam man. -
'Tenê bi yekîtiyê bersiv ji polîtîkayên qirkirinê re dikare bê dayin'
Endamê Meclîsa Giştî ya PYD'ê Talat Yûnûs bal kişand ser girîngiya yekîtiya ji bo berjewendiyên gelê Kurd û got, "Tenê bi yekîtiyê em dikarin li ber polîtîkayên qirkirinê rabin." -
Parlamanterên Katalan piştgirî dan Rêveberiya Xweser
Şandeyeke ji parlamentoya Katalonyayê bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civiya û piştgiriya xwe ragihand. -
Li Çilaxayê berxwedana QSD’ê hate silavkirin
Gelan li Çilaxayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, berxwedana QSD’ê silav kirin. -
Şehîdê Dêrazorê Ehmed El Mele hate veşartin
Şervanê QSD'ê Ehmed Mihemed El Mele yê li Dêrazorê şehîd bû, hate veşartin. -
Rewşa dawî li eniya Tişrînê
Dewleta Tirk a dagirker li eniya Tişrînê hêzên xwe zêde dike, her wiha cih bi cih bi çekên giran êriş dike. Balafirên keşfê 24 saetan li herêmê digerin. Li eniya Tişrînê berxwedana şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, QSD û YPJ'ê jî dewam dike. -
'Çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn bi fikrê Rêber Apo dibe'
Şêniyên Firatê diyar kirin ku ew li dijî êrîşên dagirkeriyê bi hêza xwe bawer in û destnîşan kirin ku aloziya li Rojhilata Navîn tenê bi fikrê Rêber Apo çareser dibe. -
Bi deh hezaran kes ji şêniyên herêma Firatê li dijî êrîş û dagirkeriyê meşiyan
Bi deh hezaran kes ji şêniyên Kantona Firatê, li dijî êrîşa faşîzma dewleta Tirk û çeteyên wê daketin qadan û peyama, “Em beşekî bingehîn ji Sûriyeyê ne. Divê ji bo aramî û demokrasî li welêt pêk were, hêzên koalîsyonê bi erka xwe rabin.” -
Şervanên li eniya Qereqozaxê: Em li her derê li ber xwe didin
Şervanên QSD'ê yên li ser pira Qereqozaxê li ber xwe didin gotin, "Dewleta Tirk a dagirker dixwaze gelê me qir bike. Em niha li Qereqozaxê ne, di tunelan de ne, li gundan e, li bajaran e. Em li her derê li ber xwe didin." -
Ji Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo diyaloga bi armanca avakirina Sûriyeya nû beyannameyek ji 10 xalan weşand û got, "Avêtina van gavan wê çarenûsa pêvajoyê diyar bike." -
Li Til Rifetê planeke din a qirêj a çeteyên dewleta Tirk
Jinên Til Rifetê têkildarî binpêkirinên li bajarê Til Rifetê diqewimin diyar kirin ku jiyana wan di metirsiyê de ye. -
Koçberên Efrîn-Şehba: Em ê bi rihê serketinê vegerin Efrînê
Koçberên Efrîn-Şehba, li dijî êrîşan biryardariya xwe ya berxwedanê nîşan dan û peyamek bi vî rengî dan, “Dijmin çidike bila bike em Kurdin, jiyana me bi Kurdîtiyê destpêkiriye û wê bi Kurdîtiyê bi serkeve. Em ê bi rihê serketinê vegerin Efrînê.” -
Santrala ceryanê ya Til Temirê hat bombebarankirin
Di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO’yê de stasyona ceyranê ya bajarê Til Temirê ji xizmetê derket. -
Şehîdên Minbic û Qereqozaxê li Reqayê hatin veşartin
Şehîdên Minbic û Qereqozaxê li Reqayê bi merasîmekê hatin veşartin. -
'Em yekîtiyê xurt bikin, piştgiriyê bidin QSD'ê'
Xelkê Girkê Legê bang li her kesî kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yekîtiyê xurt bikin û piştgiriyê bidin QSD'ê. -
PYD: Dem hatiye ku Kurd bibin şirîkê avakirina Sûriyeyê
Hevseroka PYD'ê got, "Ji bo afirandina Sûriyeyeke nû em girîngiyê didin tevlîbûna Kurdan a li vê qonaxa derbasbûnê. Divê bi Kurdan re diyalogeke yekser bê danîn û plana hevpar bê nîqaşkirin."