Li Tişrînê şerekî giran diqewime

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO’yê li dijî gundê Tişrîn û gundên din ên derdor, êrîş da destpêkirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di kêliyê de bersiv dan û niha pevçûnên dijwar diqewimin.

ÊRÎŞA DAGIRKERIYÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Atêşa Millî ya Sûriyeyê li dijî gundê Tişrîn û gundên din ên derdor, êrîş da destpêkirin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi tund bersiva êrîşan da û niha pevçûnên dijwar diqewimin.

Êrîşa duh jî ya dagirkeran hatibû têkbirin, bi dehan çete hatibûn kuştin û gelek kel û pelên leşkerî jî hatibûn îmhakirin.