ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
‘Rêveberiya Xweser hêviya me ye’
Yek ji koçberên Efrîn-Şehbayê Mûfîda Koto destnîşan kir ku bi saya Rêveberiya Xweser wan li Qamişlo xwe bi cih kirin û got: “Rêveberiya me hêviya me ye.” -
‘Çawa bi destê jinê DAÎŞ têk çû, wê dagirkerî jî têk biçe’
Jinên ciwan piştî seferberiya xwe îlan kirin diyar kirin ku çawa bi jinê DAÎŞ têk çû wê dagirkerî jî têk here. -
Federasyona Gaziyan nasnameya 2 şehîdên xwe eşkere kir
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya şehîdên xwe Ferhad Kobanê yê 8’ê Kanûnê li Minbicê û Cano Şedadê yê 21’ê Kanûnê li Til Berak şehîd bû, eşkere kir. -
Bendava Tişrînê bi taktîkên nû tê parastin
Ji fermandarên hêzên parastinê Viyan Soran diyar kir ku wan êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê pûç kirin û destnîşan kir ku ji bo parastina Bendava Tişrînê wan taktîkên nû bi kar anîn. -
‘Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk piştgiriya çeteyên DAÎŞ’ê dike’
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava rê li ber zindîbûna şaneyên DAÎŞ’ê vedike û got: “Em ê ji bo ewlehî û aştiyê bi hemû hêza xwe bixebitin.” -
Çeteyên DAÎŞ’ê li Dêrazor û Şedadê êrîşî nuqteyên kontrolê kirin
Çeteyên DAÎŞ’ê li bejahiya bakurê Dêrazor û bajarokê Şedadê yê başûrê Hesekê êrîşî nuqteyên kontrolê kirin. -
‘Pêwîstiya gelê Kurd bi avakirina yekrêziya Kurdî heye’
Kesayetên beşdarî civîna tevgera siyasî ya Kurdî ya li Qamişloyê bûn diyar kirin ku ew ji pêkanîna yekrêziya Kurdî re amade ne û bang li sazî û rêxistinên Kurdî kirin ku hemû alozî û nakokiyan deynin holê û yekrêziya Kurdî ava bikin. -
Dewleta Tirk a dagirker dayik û keça wê yê 12 salî qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Cadê yê başûrê Kobanê topbaran kir. Di encama topbaranê de dayik û keça wê yê 12 salî hat qetilkirin. -
Meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Xelkê Şedadê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi armanca piştgirî dayîna berxwedana QSD’ê meşiya. -
Li Hesekê û Tebqayê şehîd hatin veşartin
Şehîd Ehmed Cebare Sultan û Ebdurehman El Eswed li Hesekê, Xalid El Mihemed Hac Hemîd li Tebqayê hatin veşartin. -
‘Em ê şopdarên Nazim û Cîhan bin’
Navenda Ragihandinê ya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan daxuyanî da û got, “Em ê pênûs û kamerayên şehîd Nazim û Cîhan li erdê nehêlin.” -
Gundên Kobanê û Girê Spî hatin bombebarankirin
Dewleta Tirk a dagirker gundên Şerka-Fewar û Şemsîn ên Girê Spî, gundê Koperlik û derdora pira Qereqozaxê bombebaran kirin. -
Hejmara çeteyên li Tişrînê hatin kuştin gihişt 52’an
Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku hejmara kuştiyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku bi tank, wesayîtên zirxî û SÎHA’yan ji du milan ve hewla êrîşê kirin, gihişt 52’an. -
QSD: Di êrîşa hewayî de 5 şervanên me şehîd bûn
QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hewayî li dijî herêmê zêde kirine. Di van êrîşan de 5 şervanên QSD’ê şehîd bûn. -
'Em ji bo alîkariya mirovî di rê de bûn, dewleta Tirk êrîşî me kir'
Serokê Meclisa Rûspiyan a Til Birakê Bunyan Hesnawî Cedûh ê ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de birîndar bû diyar kir ku ji bo xebatên alîkariyên mirovî bimeşînin derketin rê û ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin. -
Navê kesên di êrîşa SÎHA’yê de hatin qetilkirin eşkere bû
Hate hînbûn ku navê kesên di êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li ser Hesekê-Til Beraqê de hatin qetilkirin Endamê Meclisa Bajarê Til Birakê Basim Şedadê, endama HPCˋê Ebîr El Xilêf û endamê Meclis Rûspiyan Ehmed El Temê. -
Li Tişrînê berxwedana mezin: 35 çete hatin kuştin û 2 wesayîtên zirxî hatin îmhakirin
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrîşên dijwar ên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê têk birin, di encamê de 35 çete hatin kuştin û 2 wesayîtên zirxî hatin rûxandin. -
Gundê Kobanê bi çekên giran tê topbarankirin
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundê Metîn ê rojhilatê Kobanê topbaran dike. -
Li Amûdê û Kobanê çalakiyên xwedîlêderketina QSD’ê
Xelkê Amûdê berxwedana QSD’ê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker silav kir û banga yekîtiyê kir. Li Kobanêyê jî jinên ciwan banga piştgiriya ji bo QSD’ê kirin. -
Di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de 300 ton genim şewitî
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker siloyên bajarê Sirînê ya Kantona Firatê bombebaran kir û 300 ton genimê embarkirî şewitîn. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrîşa SÎHA’yê daxuyanî da
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn got, “Sûcek din jî li sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li hemberî sivîlan, zêde bû. Em vê êrîşa bi tirsonekî ku dixwaze ewlewhiya herêmê xira bike, şermezar dikin.” -
Dewleta Tirk a dagirker bombe li 2 wesayîtan barand: 3 şehîd, 5 birîndar
Dewleta Tirk a dagirker li Kantona Cizîrê bombe li 2 wesayîtan barand. Di êrîşê de 3 welatî şehîd bûn, 5 jî birîndar bûn. -
LI Rojava xebatên ji bo ‘Konferansa Yekîtiyê’ destpê kir
Ji bo partiyên Kurd ên li Rojava, starta xebatên ‘Konferansa Yekîtiyê’ hate dayîn û banga tevlîbûnê li hemû sazî û partiyan hate kirin. -
Berxwedêrê Tişrînê: Em ê rê nedin ku dagirker bikevin ser xaka me!
Şervanê QSD’ê Qendîl Heleb da zanîn ku cesareta dewleta Tirk a êrîşê nemaye û got: ‘’Em bi tu awayî rê nadin dewleta Tirk a dagirker ku lingê xwe biavêje ser xaka me. Têkoşîna me wê di dîrokê de cihê xwe bigire û dîrok wê tu caran me ji bîr neke.’’ -
Dagirkeran li Til Berakê li wesayîtekê xistin
Balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker, li başûrê Til Berakê bombe li wesayîtekê barand.