ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li Eyn Îsayê dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker topbaranê li rojavayê Eyn Îsayê dike. -
SÎHA'yê bombe li nuqteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn barand
Dewleta Tirk a dagirker bi SÎHA'yê êrîş bir ser nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li gundê El Hîşa yê li rojhilatê Eyn Îsayê. -
QSD: Li Qereqozaxê panzerek û 2 radar hatin îmhakirin
QSD'ê ragihand ku li rojavayê Qereqozaxê panzerek û 2 sîstemên radarê yên çeteyên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) yên ser bi dewleta Tirk a dagirker hatin îmhakirin. -
Xelkê Minbicê li dijî çeteyan daketin qadan: Ji gundên me derkevin
Xelkê gundên Minbicê li dijî dagirkeriya çeteyên Tirk daketin qadan û xwestin çete ji gundên wan derkevin. -
Li Minbicê pergala radara dewleta Tirk hat rûxandin
Şervanên QSD’ê bersivê didin êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê. Şervanan di çarçoveya Pêngava Şehîd Ezîz Ereb a Minbicê pergala radarê ya dewleta Tirk a dagirker rûxandin. -
Jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiyan
Jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dijîn ji bo piştgiriya bi YPJ’ê re meşek li dar xistin û berxwedana li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker silav kirin. -
Ji Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê çalakiyên bi bandor: 5 çete hatin kuştin
Hate ragihandin ku di çalakiyên bi bandor ên Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê de 5 çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin. -
Cenazeyê Şehîd Mihemed Ziyad El Xenam li Dêrazorê hat veşartin
Cenazeyê Şehîd Mihemed Ziyad El Xanam yê di 25ˋê Kanûnê de di bersivdana êrîşên dagirkeriyê û çeteyên wê li bajarokê Dêr Hafir ê rojhilatê Helebê şehîd bûbû, li Dêrazorê hat veşartin. -
Bi sedan kesan cenazeyê Egîd Serêkaniyê spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD’ê Egîd Serêkaniyê (Mihemed Ehmed) ê di berxwedana Qereqozaxê de şehîd bû, hate veşartin. -
Cenazeyê şehîdê Şaredariya Tişrînê hate veşartin
Cenazeyê xebatkarê Şaredariya Tişrînê Mehmûd Mudîr Muslim, li Reqayê bi merasîmekê hate veşartin. -
Dewleta Tirk a dagirker kaşê Berkelê topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker kaşê Berkel ê Kobanê topbaran dike. -
Fermandar Ronahî Yekta li Kobanê hate veşartin
Fermandar Ronahî Yekta (Arşîn Hesen) ku li Bendava Tişrînê di şerê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Kobanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Êrîşên li ser Kobanê, Til Temir û Tebqayê
Dewleta Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî ve êrîş bir ser Kobanê, Til Temir û Tebqayê. -
Dewleta Tirk bi balafirên şer derdora pira Qereqozaxê bombe kir
Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker derdora pira Qereqozaxê bi balafirên şer bombe kiriye. -
Ji pênûsa rojnamevan Cîhan Bîlgîn
Dema te rêyek da ber xwe, divê tu berdêlê jî bide ber çavên xwe û bimeşe. Ez rê ne, rê jî em in! Em ê bimeşin, yên bidin pey me jî wê her tim hebin. Dibe ku astengî derkevin pêşiya me, dibe ku em negihêjin, lê eger rê hebe, meşvan jî wê hebe. -
Mamosteyên Kantona Firatê tevlî seferberiyê bûn
Mamosteyên Kantona Firatê tevlî seferberiya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê îlan kirî, bûn û tabûra şehîd Ronahî Yekta ava kirin. -
Parastina Qereqozax û Tişrînê parastina Kobanê ye
Tişrîn û Qereqozax du nuqteyên krîtîk in ku li rojhilat û rojavayê Firatê ne. Dewleta Tirk bi kontrolkirina wan dixwaze dagirkeriya xwe ber bi rojhilatê Firatê ve bibe. Parastina Qişrîn û Qereqozaxê parastina Kobanê, Reqa, Cizîr, Dêrazor û Hesekê ye. -
Di operasyona Reqayê de 27 kes hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di operasyona asayîşê ya li bajarê Kerama yê Reqayê de 27 kes hatine binçavkirin. -
Şervanan kepçeya dagirkeran rûxandin
Yekîneyên Parastina Hewayî ya Şehîd Harûn dimenê rûxandina kepçeya çeteyên Tirk a dagirker weşand. -
MSD: Yekîtiya li dijî dewleta Tirk ferz e
MSD'ê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd banga yekîtiya neteweyî kir. -
Cenazeyên şervanên QSD’ê li Dêrazorê hatin veşartin
Cenazeyên şervanên QSD’ê yên ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê SMO'yê de li kantona Dêrazorê şehîd bibûn, bi merasîmekê hatin veşartin. -
Şêniyên kantonên Tebqa û Cizîrê berxwedana QSD’ê silav kirin
Şêniyên kantonên Tebqa û Cizîrê berxwedana QSD’ê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê silav kirin. -
QSD’ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
QSD’ê nasnameya şervanê ku li Bendava Tişrînê di berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyan de şehîd bû, eşkere kir. -
Cenazeyên şehîdan hatin veşartin
Cenazeyên şervanên QSD’ê Hemze, Xalid û Cesar ên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li Şedadê hatin veşartin. -
Xelkê Çilaxa: Em bi QSD’ê re ne
Di çalakiya li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê de, gel xwedî li QSD’ê derket.