ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk a dagirker bi SÎHA'yê bombe li Avahiya Şaredariyê barand
Hate ragihandin SÎHA'yeke artêşa Tirk a dagirker bombe li avahiya şaredariyê ya bajarokê hurriye yê li bakurrojavayê bajarê Tebqayê barandiye. -
Wezîrên Karên Derve yên Elmanya û Fransayê li Şamê ne
Wezîrên Karên Derve yên Elmanya û Fransayê bûn hêzên destpêkê yên mezin ên rojavayî ku serdana Şamê kirin. -
Bombe li barageha leşkerî ya rejîma berê hate barandin
Hat ragihandin ku di saetên şevê de li herêma Sifêra ya Helebê bombe li barageha leşkerî ya rejîma berê hate barandin. Li gorî agahiyên destpêkê tê diyarkirin ku êrîş ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hatine kirin. -
Bi çavê rojnamevanan êrîş û berxwedana li Şehbayê -II
Bi operasyona HTŞ'ê ya li se rejîma Esad re çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk jî êrîşî Şehbayê kirin. Di 1'ê Kanûnê de gel ji ber sedema ewlekariyê neçar ma ji Şehbayê koç bike. Rojnamevan Roj Denîz qala berxwedana li ser xeta Şehba-Şêrewayê kir. -
Wesayîta zirxî ya dewleta Tirk çeteyek birîndar perçiqand
Di çalakiya ku ji aliyê Yekîneyên Parastina Hewayî ya Şehîd Harûn ve hate lidarxistin de tê dîtin ku wesayitekî zirxî ya dewleta Tirk bi ser çeteyek birîndar ku hewl dide ji êrîşê bireve, diçe û çete perçiqand. -
Li Minbicê wesayîta zirxî ya çeteyan hat rûxandin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê, dîmenê rûxandina wesayîta çeteyan a li Minbicê weşand. -
Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên ku ji derve re berhev kirine êrîş dike
QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe yên ji Ozbekistan, Tirkistan û Çeçenistanê ku bi navê “Huras El Dîn” birêxistin kirine, êrîşî çoltera Minbicê kir û bi SÎHA’yan Bendava Tiştrînê û derdora wê bombebaran kirin. -
Cenazeyên 4 şehîdan li Helebê hat veşartin
Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê cenazeyên 4 şehîdên xwe yên di dîrokên cuda de şehîd bûne, li Goristana Şehîdên Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê veşartin. -
Xelkê bajarê Şêranê avabûna Tabûra Şehîd Dilovan ragihandin
Xelkê bajarê Şêranê yê Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker Tabûra Şehîd Dilovan avakirin û ragihandin ku ew ê bi têkoşînê êrîşan têk bibin. -
Dewleta Tirk gundên Til Temir û Zirganê topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Temir û Zirganê topbaran dikin. -
Li Reqayê şehîdên Tişrîn û Qereqozaxê hatin veşartin
Cenazeyên şehîd Feysel Samir El Mûsa û Qasim Mehmûd El Marûf ên li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê şehîd bûn, li Reqayê hatin veşartin. -
Cenazeyê şehîd Dawûd hate veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Ezîz Hemûd El Dawûd hate veşartin. -
SÎHA'yeke dewleta Tirk a dagirker bombe li firinekê barand
SÎHA'yeke dewleta Tirk a dagirker bombe li firneke li bajarokê Ciriniyê yê li başûrê Bendava Tişrînê barand. -
Ji QSD'ê daxuyaniya têkildarî êrîşan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) yên li ser Til Rifet, Dêr Cemal û Minbicê şermezar kir. -
YPJ'ê 5 şehîd bi bîr anî: Em ê li ser rêya wan bimeşin û bi ser bikevin
YPJ'ê ji fermandarên YPJ'ê Jînda Botan, şervana YPJ'ê Dîlan Şoreş û şervanên QSD'ê Weten Dêrazor, Egîd Serêkanî û Xerîb Hesekê bi bîr anî û got, "Em ê li ser rêya wan a ronî bimeşin û bi ser bikevin." -
Dewleta Tirk a dagirker gundên Til Temirê bombebaran dike
Dewleta Tirk a dagirker gundên Sîkêr El Îhêmer û Um El Kêf ên li rojavayê Til Temirê û gundê Dirdara yê li bakurê bajêr bombebaran dike. -
Şêniyên Qamişloyê 2 cangoriyên xwe spartin axê
Şêniyên bajarê Qamişloyê cenazeyê 2 şehîdan bi merasîmeke girseyî li goristana şehîdan spartin axê. Şêniyan soza şopandina rêya şehîdan dan. -
Dîmenê panzera çeteyan a hate îmhakirin
Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, dîmenê panzereke çeteyên dewleta Tirk a dagirker weşand ku hate îmhakirin. -
Agahiyên li ser nasnameya şehîdên Helebê hatin eşkerekirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku li Helebê du endamên wan şehîd bûne. -
QSD: SNHR hewl dide sûcên dewleta Tirk binixumîne
Di daxuyaniya QSD'ê de hate ragihandin ku saziya bi navê SNHR ji aliyê dewleta Tirk ve tê birêvebirin û ji bo sûcên dewleta Tirk binixumîne dixebite. -
Li Tişrînê şerekî giran diqewime
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên SMO'yê êrîş birin ser gelek gundên li derdora Bendava Tişrînê. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bersiv dan û şerekî giran destpê kir. -
Ji çavê rojnamevanan berxwedan û êrîşên li hemberî Şehbayê -I
Di demekê de ku li herêmên Şehba û Til Rifetê êrîşên çeteyên SMO'yê dewam dikirin, rojnamevanan şahidî ji şer û berxwedanê re kirin. Rojnamevan Rûken Efrîn berxwedana li van herêman û bûyerên bi serê gel ve hatin kirin belge û bû şahida şer û berxwedanê. -
Nasnameya 2 şehîdên ewlekariya hundirîn hate eşkerekirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 2 endamên xwe eşkere kir ku di şerê li dijî DAÎŞ'ê de şehîd bûn. -
Dewleta Tirk li Eyn Îsa û Girê Spî bombe li gundan barand
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên SMO'yê li rojhilatê Eyn Îsayê gundê Um El Beramil û li rojavayê Girê Spî jî gundên Kor Hene, Xerbet El Beqar û Sawan bombe kirin. -
'Bi şerê gelê ê şoreşgerî em ê bi ser bikevin'
Jinên ciwan ên Kantona Cizîrê diyar kirin ku ew ê her tim li pişta hêzên xwe bin û bi rihê şerê gel ê şoreşgerî wê azad bibin.