ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk ji heman malbatê 3 kes qetil kirin û 6 kes jî birîndar kirin
Dewleta Tirk a dagirker li Sirînê xaniyek bombebaran kir; ji heman malbatê bav û du zarokên keç qetil kirin û dayîk û 5 zarok jî birîndar kirin. -
Ji bo pişgiriya QSD û YPJ’ê 7 tabûrên parastinê hatin avakirin
Meclisa Gel a taxên Hilîliyê û Aşûriyê yên bajarê Qamişlo ji bo piştgiriya QSD û YPJ’ê û parastina herêmên xwe 7 tabûrên din ava kirin. -
Li Hesekê şehîd hatin oxirkirin
Şehîdên YPJ, QSD û Tişrînê li bajarê Hesekê yê Bakur û Rohjilatê Sûriyeyê bi merasîmekê hatin oxirkirin. -
SIHA'yên dewleta Tirk li bendava Tişrînê bombe barandin
SIHA'yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bendava Tişrînê bombebaran kirin. -
'Ev bendav wê her bibe Bendava Berxwedanê'
Gelên Bajarê Kobanê yên ku di nobeta bendava Tişrînê de cih digirin diyarkirin ku ruxmê êrîşên dewleta Tirk coş û moralê wan bilind e û gotin wê nehêlin ev bendav bikeve destê çeteyên dewleta Tirk. -
Li Qamişlo ji bo 2 şehîdên çapemeniyê û şervanê QSD’ê merasîm
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê cenazeyên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan û şervanê QSD'ê Kendal Efrîn li pekrewangeha şehîd Delîl Sarûxan oxir kirin. -
Rêveberiya Xweser ji bo Tişrînê bang kir
Rêveberiya Xweser bang li hêzên navneteweyî kir êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Bendava Tişrînê bêne rawestandin û parastina jiyana sivîlan û navendên jiyanê kir. -
Tîma Tendûristiyê: Em ji bo gelê xwe li vir in û em ê her li vir bin
Endamên Tîma Tendûristiya Lezgîn a Kantona Firatê li ser bendava Tişrînê tevlî seferberiya berxwedanê bûn. -
QSD’ê dîmenên rûxandina 2 wesayîtên çeteyan weşand
Navenda Ragihandinê ya QSDˈê dîmenên rûxandina 2 wesayîtên çeteyên SMO yên dewleta Tirk a dagirker weşand. -
Li Kantona Firatê 8 cangoriyên azadiyê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
Şêniyên Kantona Firatê cenazeyê 8 cangoriyên azadiyê bi merasîmeke bi heybet li pakrewangeha Şehîd Dîcle veşartin. -
Dagirkeran gundê Hiso topbaran kirin: 2 zarok birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî li derdora Pîra Qereqozaxê maleke welatiyan topbaran kirin. Di êrîşê de 2 zarok birîndar bûn. -
Balafirên şer ên Tirk derdora bendavê bombebaran kirin
Gelê Cizîrê gihiştin Bendava Tişrînê. Dewleta Tirk a dagirker piştî ku gel gihişt bendavê, derdora bendavê bombebaran kir. -
‘Bêyî hebûna jinan, Sûriyê bi awayekî demokratîk ava nabe’
Jinên beşdarî Komxebata Şêwirmendiyê ya Jinan bûn, destnîşan kirin ku di encama hevgirtinê de jin gihiştine vê astê û hat gotin, “Jin li Sûriyê di qonaxa siyasî ya veguhêz a Sûriyeya nû de xwedî roleke bi bandor in.” -
Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 4'emîn de ye
Çalakiya Nobetê ya li bendava Tişrînê di roja xwe ya çaremîn de bi coş berdewam dike. Gel peyama , "Em ê bendavê bernedin" dan. -
‘Bi pêşwazîkirina pêwîstiyên hevrêyên xwe şad dibim’
Şervanê QSD’ê Ferzad Stêrk ku ji bo pêşwazîkirina pêwîstiyên mewziyên berxwedanê yên Tişrînê bêyî navber dixebite got, “Pêşwazîkirina pêwîstiyên hevrêyên min hemû westandina min digire. Dema derb li çeteyên hov didin, dizanim ku gihiştime armanca xwe.” -
Kaya: Divê hemû Kurd xwedî li Rojava derkevin
Hevserokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya diyar kir ku Rojava ji bo Kurdan firsendekî mezin e û anî ziman ku divê Kurd tevahî xwedî li Rojava derkevin. -
‘Em ê jiyanekî bê têkoşîn ji xwe re esas negrin’
Welatiyên Qamişloyê berxwedana şervanên QSD û YPJ’ê yên li eniyên şer in silav kir û gotin: “Em ê jiyanekî bê têkoşîn ji xwe re esas negrin. Em bang li tevahî gelê Kurd dikin ku werin em bi hev re li ber xwe bidin û biserbikevin.” -
Di êrîşa li Dêrikê de 2 sivîl şehîd bûn
Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî herêmê daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrîşên dewleta Tirk de 2 sivîl şehîd bûn. -
Nobeta li Bendava Tişrînê didome
Çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê di roja 3’yemîn de didome. -
Di bin sîwana HPC'ê de 3 tabûrên parastinê hatin avakirin
Meclisa Gel a bajaroka Girbawiyê ya Qamişloyê ragihand ku ji bo piştgiriya QSD’ê 3 tabûr ava kirine. -
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê bi serokê HTŞ’ê re hevdîtin kir
Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani di hevdîtina ligel serokê HTŞ’ê de diyar kir ku ew dixwazin di navbera Yekîtiya Ewropayê û Şamê de bibin pirek. -
Balafira bêmirov a artêşa Tirk li Dêrikê wesayîtek bombebaran kir
Balafira bêmirov a artêşa Tirk a dagirker li gundê Xana Serê yê Dêrikê wesayîtek kir hedef. -
Li Çiyayê Qereçoxê êrîşa bi SÎHA
Dewleta Tirk a dagirker bi SÎHA'yê êrîş bir ser Çiyayê Qereçoxê yê li Dêrikê. -
Karwanekî din ê girseya gel berê xwe da Bendava Tişrînê
Karwanekî din ê ji şêniyên kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û piştevaniya bi QSD û YPJˈê re, berê xwe da Bendava Tişrînê. -
Nobeda gel a li Tişrînê di roja sêyemîn de ye
Çalakiya nobedê ya gel ku li hemberî êrîşên li ser Bendava Tişrînê hate destpêkirin, di roja sêyemîn de ye. Nobedaran peyamên berxwedanê dan.