ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Fermandar Baz Qamişlo: Em parastina rûmeta gelekî dikin
Fermandarê QSD’ê Baz Qamişlo êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê nirxand û got: “Em bi ramanên Rêber Apo şer dikin. Em ê tu carî nehêlin dagirker bigihîjin armanca xwe.” -
Çavreş Kobanê: Em ji berxwedanê re amade ne
Çavreş Kobanê yek ji wan kesên ku beşdarî berxwedana şervanên QSD-YPJ'ê ya piştî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê bû got: “Hem weke fermandar û hem jî weke şervan em bi tevahî ji vê berxwedanê re amade ne." -
Li navenda Minbicê teqînek pêk hat
Li kolana El-Rebîta ya Minbicê wesayîteke bombebarkirî teqiya. -
Konvoya Cizîrê li Bendava Tişrînê bi coş hat pêşwazîkirin
Bi sedan welatiyên ku ji bo piştevaniya berxwedana gel a li Bendava Tişrînê ji Kantona Cizîrê gihîştin qada çalakiyê. Konvoy ji aliyê nobedarên çalakiyê ve bi gerandina govendê û coşeke mezin hate pêşwazîkirin. -
Şêniyên Helebê ji bo silavkirina berxwedana Tişrînê daketin qadan
Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi dirûşma "Piştgiriya berxwedana rûmetê ya QSD`ê li Bendava Tişrînê bikin" daketin qadan. -
Di bombebarana Eyn Îsayê de 3 zarok birîndar bûn
Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Eyn Îsayê de ji heman malbatê 3 zarok birîndar bûn. -
Dewleta Tirk Kobanê, Tişrîn, Til Temir û Qamişlo bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker gelek gundên herêmên Kobanê, Tişrîn û Til Temirê bombebaran kir. Derket holê ku teqînên Qamişlo jî êrîşeke dewleta Tirk e. -
Mazlum Ebdî: Em ê bi hev re alîkar bin
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî, der barê hevdîtina 16’ê Çileyê ya bi Mezûd Barzanî re li Başûrê Kurdistanê daxuyanî da. -
Dewleta Tirk li Serêkaniyê 16 kes revand
Li Serêkaniyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin 16 kes hatin revandin. -
QSD: Gelek çete hatin kuştin
Di çalakiyên şervanên QSD'ê de yên li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kirin, gelek çete hatin kuştin. -
Dagirker bombeyan li Sirîn û Tişrînê dibarînin
SÎHA'yên dewleta Tirk a dagirker bejahiya Sirînê û derdora Bendava Tirşînê bombe dikin. Ji Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê jî bi sedan kes ji bo parastina bendavê bi rê ketin. -
'Em ê rê nedin dagirkeriyê'
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li pêşiya biryardariya gel a ji bo parastina Bendava Tişrînê nikare bibe asteng. Ji nobedarên Bendava Tişrînê Fewzî Hecî Xelo diyar kir ku weke gelê herêmê ew li kêleka şervanên xwe ne û rê nadin dagirkeran. -
YRJ'ê dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî şermezar kir
Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xelkê sivîl û rojnamevanan, her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişan şermezar kir. -
‘Rêber Apo mifteya çareseriyê nîşan dide’
Berdevka Însiyatîfa Nûn a Azadî ji bo Abdullah Ocalan Sewsen Şoman, anî ziman ku peyama ji 7 xalan pêk tê, ji bo kaos û krîza heyî bûye hêviya çareseriyê. -
Kenê wê ji ber çavên min naçe!
Şehîd Avzem Çiya dema qala israra xwe ya ji bo tevlîbûna li bendava Tişrînê dikir rûyê wê dikeniya. 20 roj di ser şehadeta wê re derbas bûn. Lê hîn jî kenê Avzem ji ber çavên min naçe. -
35 tevger û partiyên siyasî bang li NY û Yekîtiya Ereb kirin
Tevger û partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ereb kirin ku êrîşan rawestînin. -
Berxwedana gel 9 roj li pey xwe hişt: Em ê li vir bin û bi ser bikevin
Endamê Meclîsa Edaletê ya Kantona Firatê Îbrahîm Metîn anî ziman ku ji bo rawestandina şer ew di nobedê de ne û got, "Her ku dijmin di şer de israr bike em ê jî berxwedana xwe mezin bikin. Em bi israr in, em ê li vir bin û bi ser bikevin." -
Ji Yekîtiya Ragihandina Azad li dijî êrîşan bang
Yekîtiya Ragihandina Azad bang li saziyên navneteweyî kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîl û rojnamevanan bêdeng nemînin. -
Depoya çeteyan a çek û cebilxaneyan hate îmhakirin
Hate ragihanin ku QSD’ê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê li Bendava Tişrînê weke bersivdayînê depoyeke çeteyan ya çek û cebilxaneyan îmha kiriye. -
Koçberên ji Efrînê ji NY’ê re name şand
Koçeberên ji Efrînê, ji bo bidawîkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ji NY’ê re name şand. -
Rêveberiya Xweser ji bo Bendava Tişrînê bang li saziyên navneteweyî kir
Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku li dijî karesatên jîngeh û mirovî bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê. -
Li Hesekê û Dirbêsiyê gel li dijî êrîşên qirkirinê daket qadan
Xelkê Hesekê û Dirbêsiyê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û sûcên wan ên li dijî mirovahiyê protesto kirin û berxwedana QSD û YPJ’ê silav kirin. -
Hevseroka Desteya Teduristiyê: Dewleta Tirk sivîl û ambulansan hedef digire
Hevseroka Desteya Tenduristiyê a Kantona Firatê Ezîze Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk sivîl û ambulansan hedef digire û got, “Ji ber ambulans hedef tên girtin em nikarin birîndaran rakin nexweşxaneyê.” -
QSD'ê 'êrîşên hovane' yên dewleta Tirk şermezar kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê "êrîşên hovane" yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlên li Bendava Tişrînê şermezar kir. -
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê daketin qadan
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete yên li ser Bendava Tişrînê û gelê ku di nobedê ye, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêrseke mezin hatin şermezarkirin.