ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Xelkê Kobanê hat Bendava Tişrînê
Şêniyên Kobanê ji bo tevlî çalakiya nobetê bibin hatin Bendava Tişrînê. -
Nasnameyên şehîdên Bendava Tişrîn û Qereqozaxê hatin eşkerekirin
Fermandariya Giştî ya QSD'ê nasnameyên 4 şervanên ku di berxwedana Bendava Tişrîn û pira Qereqozax de şehîd bûne, eşkere kir. -
Cenazeyên şehîd Arjîn û Elî hatin veşartin
Şêniyên Kantona Firatê bi merasîmeke bi heybet şehîd Arjîn û Elî spartin axê. -
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
Hat eşkerekirin ku endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Xelef 23’yê Çileyê şehîd bû. -
QSD: 6 çete hatin kuştin, 2 wesayît hatin îmhakirin
QSD'ê ragihand ku di encama çalakiyên li dijî çeteyên SMO û dewleta dagirker ya 24 saetên dawî de herî kêm 6 dagirker hatin kuştin, 8 birîndar bûne û 2 wesayît jî hatin îmhakirin. -
YPJ: Fermandar Arjîn Kobanê şehîd bû
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ragihand ku Fermandar Arjîn Kobanê di berxwedana li dijî êrîşa dagirkeriyê ya li ser Bendava Tişrînê de şehîd bûye. -
Li çoltera Dêrazorê 2 serçeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Hêzên Sûriya Demokratîk di operasyonekê de li rojhilatê Dêrazorê 2 serçeteyên DAIŞ’ê girtin. -
Gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bombebarankirin
Dewleta Tirk a dagirker ji saetên sibehê ve gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike. -
Berxwedana Tişrînê di roja xwe ya 17'an de bi biryardarî dewam dike
Şêniyên Dêrazorê, Tebqa û Reqayê ji bo parastina Bendava Tişrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker çalakiya nobetê dewr girtin. -
QSD: 9 çeteyên êrîşkar hatin kuştin, 11 jî birîndar bûn
QSD'ê ragihand ku li gundên Minbic û Dêr Hafirê di bersiva hêzên wan de 9 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin. -
Berxwedêrên Tişrînê bi coş hatin pêşwazîkirin
Karwana xwepêşandêrên ji Bendava Tişrînê vegeriyan, bi coş hate pêşwazîkirin. -
Di merasîma veşartina şehîdan de soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn
Şêniyên Kantona Firatê bi merasîmeke bi heybet 3 cangoriyên azadiyê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle veşartin. Di merasimê de soza şopandina xeta şehîdan hat dayîn. -
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dersim Hesekê bi bîr anî
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şehîd Dersim Hesekê (Ehmed Hemîd Yasîn) bi bîr anî. -
Derdora Bendava Tişrînê û gundên Kobanê têne bombekirin
Derdora Bendava Tişrînê û gundên Kobanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve têne bombekirin. -
Li Tişrînê berxwedana gel di roja 16'an de ye
Nobeda berxwedanê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê hate destpêkirin, di roja 16'an de ye. -
Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya têkildarî Kampa Holê
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hêzên navneteweyî kir ku ji bo şêniyên Sûriyeyî yên li Kampa Holê karibin bi rengekî dilxwazî li cih û warê xwe vegerin, şert û mercan biafirînin. -
'Kilîda çareseriya Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye'
Parêzer Mistefa Şêx Mislim anî ziman ku di nava Rojhilata Navîn de gelek alozî rû dane û got, lê belê çareseriya van hemû aloziyan girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. -
Şervana YPJ’ê Amara Qamişlo li refên şerê Tişrînê ye
Amara Qamişlo ya ku li Tişrînê di nav refên YPJ’ê de şer dike, diyar kir ku ew bûne tirs û xewnereşka çeteyan û got, “Em ji ruh û sekna gelê xwe cesaret digirin.” -
'Nav Tişrîn e, ruh Kobanê ye'
Şêniyên Kobanê diyar kirin ku ruhê berxwedana Kobanê li Tişrînê ye û gotin, "Ew berxwedana ku DAÎŞ têk bir, wê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî têk bibe." -
QSD: 14 çete hatin kuştin
QSD'ê ragihand ku li başûr û rojhilatê Minbicê di şerê 24 saetên dawî de 14 çete hatin kuştin. -
'Efrîn teslîmî tarîtiyê nebû, li ber xwe dide'
Muşîra Menle Reşîd diyar kir ku gelê Efrînê bi tehma azadiyê zane, lewma li hemberî her cûre êrîşan li ber xwe da û destana berxwedanê nivîsand. -
QSD'ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD'ê nasnameya 7 şervanên xwe yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne eşkere kir. -
Dewleta Tirk li gundê Girdê depoya avê bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê depoya avê ya gundê Girdê yê başûrê Kobanê bombebaran kir. -
Careke din bombe li gelê li Tişrînê barandin: Birîndar hene
Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li gelê ku li Bendava Tişrînê nobetê digrin barand. -
Gelê herêmê ji bo berxwedanê gihiştin Tişrînê
Gelê ji kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo berxwedanê gihiştin Bendava Tişrînê.