ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Gel li Qamişloyê tevlî seferberiyê dibe
Hêzên Parastina Civakî ên bajarê Til Koçerê yê girêdayî Girkê Legê ya Kantona Cizîrê û Meclîsa Gel a Taxa Enteriyê bi daxuyaniyekê ragihandin ku tevlî banga QSD’ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bûye û ji bo parastina herêmê bi QSDˋê re ketine tevgerê. -
QSD'ê nasnameya 12 şehîdan eşkere
QSD'ê nasnameya 12 şehîdan eşkere kir ku di bersivdana êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî deverên cuda yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûbûn. -
Li Tebqa û Şedadê şehîd bi merasîmên girseyî hatin veşartin
Şervanên QSD'ê yên ku di berxwedana li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bibûn bi merasîmên girseyî yên li Tebqa û Sedadê hatin lidarxistin, hatin veşartin. -
Alîkariya Şengaliyan a ji bo koçberan gihîşt Rojavayê Kurdistanê
Karwanê Alîkariyê yê xelkê Şengalê ku ji bo koçberên Efrîn û Şehbayê hatibû komkirin, tevî şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê û Rojavayê Kurdistanê gihîşt Rojavayê Kurdistanê. -
Çeteyan şehîdgeha Minbicê wêran kirin
Komên çete yên dewleta Tirk li Minbica dagirkirî gorên şehîdan xera kirin. -
Dayikên gundê Xurxurê yê Kobanê xwarin ji şervanên xwe re amade dikin
Dayikên gundê Xurxurê yê li rojavayê bajarê Kobanê, xwarinê ji şervan û zarokên xwe re amade dikin, ku li eniyên berxwedanê, xak û gelê xwe diparêzin. -
Nasnameya şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir. -
Êriş hatin têkbirin, li gundên Minbicê 13 çete hatin kuştin
QSD'ê ragihand ku êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li ser gundên Minbicê hatine têkbirin û 13 çete hatin kuştin. -
'Divê sûcên dewleta Tirk bê ceza nemînin'
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku divê sûcên dewleta Tirk a dagirker bê ceza û bê hesab nemînin. -
Hêzên Ewlekariyê li Dêrazorê 7 çeteyên DAÎŞ’ê girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Koalîsyona Navnetewî ya Têkoşîna li Dijî DAÎŞ’ê bi operasyona hevpar 7 çeteyên DAÎŞ’ê girtin. -
Êrîşên li ser bendava Tişrîn û Minbicê hatin şikandin
QSD’ê êrîşên bejahî û hewayî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li dijî başûr û rojhilatê Tişrîn û Minbicê şikandin. QSD’ê ragihand ku ew ê di saetên pêş de hûrguliyan parve bikin. -
Li gundewarên Minbicê bi dehan çete hatin kuştin
Di pevçûnên li başûr û rojhilatê bajarê Minbicê de bi dehan çete hatin kuştin û wesayîtên leşkerî hatin rûxandin. -
Xelkê gundê Bilik tevlî seferberiyê bûn
Xelkê gundê Bilik yê li bajarê Kobanê ji bo piştgirî dayîna bi şervanên xwe yên QSD û YPJ`ê bûn seferber. -
Desteya Şaredariyan êrîşa li ser Bendava Tişrînê şermezar kir û berxwedanê silav kir
Desteya Şaredariyan a Kantona Firatê destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bendava Tişrînê gefekî mezin çêdike û wiha got, “Em berxwedana destanî ya şervanan silav dikin.” -
Li Kantona Firatê cenazeyê 5 şehîdan bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Şêniyên Kantona Firatê bi merasîmeke girseyî 5 cangoriyên azadiyê veşartin û peyama berdewamkirina têkoşînê dan. -
Li bakurê Tişrînê şerekî dijwar rû dide
Hate ragihandin ku li bakurê herêma Tişrînê di navbera dewleta Tirk a dagirker, çeteyên wî û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de şerekî dijwar rû dide. -
QSD: Li Minbic û Dêr Hafîrê gelek çete hatin kuştin
QSD’ê têkildarê berxwedana 24 saetên dawî yên li rojhilat û başûrê Minbicê û Dêr Hafîr ên li dijî êrîşên dagirkeriya komara Tirk û çeteyên wê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelek dagirker hatine kuştin û wesayîtên leşkerî hatin rûxandin. -
Li Dêrazorê teqîna mayînê: 3 zarok bi giranî birîndar bûn
Li bajarokê Xeşam ê gundewarê Dêrazorê di encama teqîna mayînekê ya bermahiyên şer de 3 zarok bi giranî birîndar bûn. -
‘Divê pêvajoyek siyasî ku dengê hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne bê avakirin’
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barro û Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock ên piştî hevdîtinên xwe yên li Şamê daxuyanî dan û banga aştiyek ku hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne kirin. -
Dewleta Tirk a dagirker Bendava Tişrînê bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer bajarokê Dêr Hafir û Bendava Tişrînê bombebaran kir. -
Cenazeyê şervanên QSD’ê Hogir Hesekê û Şiyar Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê şervanên QSD’ê Hogir Hesekê û Şiyar Hesekê yên di 28’ê Kanûna 2024’an de li Kantona Tebqayê şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Dijwar hatin veşartin. Ji bo şehîd Silava Ocalan, Kovan Hesekê û Xerîb Hesekê jî merasîma xiyabî hat lidarxistin. -
Gundê Xirbet Xalid ê gundewarê Minbicê tê topbarankirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topên obusê gundê Xirbet Xalid ê gundewarê Minbicê topbaran dikin. -
HPC û HPC-Jin: Em li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî banga rêxistinbûnê dikin
HPC û HPC-Jin, bang li gel kir ku li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî jiyana xwe bi rêxistin bikin û bi beşdariya xwe ya nava refên parastinê xwe bi hêztir bikin. -
Li gundên Minbicê şer: 72 dagirker hatin kuştin
Di berxwedana şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de 72 dagirker hatin kuştin. Di şer de 11 şervan şehîd bûn. -
YPJ'ê şehadeta 3 şervanên xwe eşkere kir
YPJ'ê ragihand ku şervanên wan Berfîn Çem, Ahîn Dilgeş û Silav Ocalan di berxwedana li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne.