Hêzên HTŞ'ê li Şamê êrîş birin ser Kurdan

Hêzên HTŞ'ê dor li taxa Zorava ya Şamê girtin û êrîş birin ser malên Kurdan.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî yên li Şamê hatin wergirtin, hêzên Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) taxa Zorava dorpêç kirin û avêtin ser gelek malan.

Hate ragihandin ku hêzên HTŞ'ê li derdorê reşandine, malên ku avêtin ser wan talan kirin û heqaret li malbatên li malan kirin.

Hate gotin, piştî serdegirtinê êrîşkaran xwe ji taxê vekişandin, lê belê krîz hîn jî dewam dike.