BI DÎMEN

Dewleta Tirk bombe li Bendava Tişrînê barand

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li Bendava Tişrînê barandin.

Nobeda gel a li Bendava Tişrînê di roja 8'an de ye.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê jî dewam dikin.

Dagirkeran bi balafirên şer bombe li qadeke bi 300 metreyî nêzî beşa dagirtin û valakirinê ya Bendava Tişrînê barandin ku qada bingehîn a bendavê ye.

Liv û tevgera balafirên şer a dagirkeran dewam dike.