Konvoyeke din ji Kobanê berê xwe da Tişrînê

Konvoyeke din ji gelê kantona Firatê ji Kobanê ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket. Gelek ciwan û mirovên temendirêj jî di nava konvoyê de ne.

Konvoya ji hezaran kesî ji xelkê kantona Firatê ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket.

Girseya gel bi dirûşmên "Berxwedan Jiyan e", "Bijî Berxwedana QSD û YPJ'ê" bi rê ket.

Konvoya ji sedan wesayitî li ber stran, dirûşm û moraleke mezin bi rê ket.