Balafirên şer ên Tirk derdora bendavê bombebaran kirin

Gelê Cizîrê gihiştin Bendava Tişrînê. Dewleta Tirk a dagirker piştî ku gel gihişt bendavê, derdora bendavê bombebaran kir.

Duh bi sedan kes ji Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan, Hesekê, Şedadê û Amûdê çûn kantona Tebqayê. Gel vê siharê jî ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî çûn Bendava Tişrînê.

Gelê ku gihişt bendavê, beşdarî nobetdaran bûn.

Piştî ku gelê herêmê beşdarî nobetê bûn, balafirên şer gelek cihên derdora bendavê bombebaran kirin.