Dewleta Tirk bombeyan li gundên Sirînê dibarîne

Dewleta Tirk bi balafirên şer bombeyan li gundên Sirînê û cihekî çêkirina çîmento dibarîne.

Li gorî agahiyan, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer bombe li gundên Mexrebtên û Sepetê yên bajarê Sirînê barand.

Her wiha qadeke çêkirina çîmento ya li Sirînê jî hate bombekirin.

Têkildarî encamên bombardûmana ku hîn jî dewam dike, agahî bi dest neketin.