Dewleta Tirk depoyên genim ên Sirînê bombebaran dike

Balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk vê sibehê êrîş birin ser binesazî û qadên sivîl ên Sirînê.

Li gorî agahiyan, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker vê sibehê êriş birin ser bajarê Sirînê yê kantona Firatê.

Hate ragihandin ku êriş li ser depoyên genim hatiye kirin.

Li gorî agahiyan xisareke mezin li depoyên genim bûye û êrişa bi balafiran hîn jî dewam dike.