Dewleta Tirk a dagirker gundên Til Temirê bombebaran dike

Dewleta Tirk a dagirker gundên Sîkêr El Îhêmer û Um El Kêf ên li rojavayê Til Temirê û gundê Dirdara yê li bakurê bajêr bombebaran dike.

Li gorî agahiyên nûçegihanên ANHA’yê dewleta Tirk a dagirker gundên Sîkêr El Îhêmer û Um El Kêf ên li rojavayê Til Temirê ku gundên Suryaniyan e û gundê Dirdara yê li bakurê bajêr bombebaran dike. 

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker agahiyên berfireh nehatine bidestxistin.