Dewleta Tirk a dagirker bombe li 2 wesayîtan barand: 3 şehîd, 5 birîndar

Dewleta Tirk a dagirker li Kantona Cizîrê bombe li 2 wesayîtan barand. Di êrîşê de 3 welatî şehîd bûn, 5 jî birîndar bûn.

Balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker, îro di derdora saet 10.00’an de li Kantona Cizîrê li ser rêya di navbera Hesekê û Tilberak de 2 wesayîtên sivîlan bombebaran kir.

Di êrîşê de 3 welatî şehîd bûn, 5 jî birîndar bûn.

Tê payîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrîşê daxuyanî bide.