ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Erîmayê şerekî giran diqewime
Di navbera hêzên Meclîsa Leşkerî ya Babê-Cebhet El Ekrad û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li gundê Erîmayê şerekî giran diqewime. -
Bûyerên ku piştî hilweşîna Esad qewimîn
Li Sûriyeyê ji serê vê sibehê û pê ve dawî li desthilatdariya malbata Esad hat. -
Li Hesekê avahiyên cemaweriyê di bin parastina Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ne
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avahiyên cemaweriyê yên ji rejîmê man, ewle dikin, diparêzin. -
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bombeyan li gundên Minbicê dibarînin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bombeyan li gundên El Cat, El Diric û El Toxar ên li bakurê Minbicê dibarînin. -
Îlham Ehmed: Destpêkeke nû
Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed gto, "Em îro radigihînin ku despotîzm bi dawî bûye. Ji bo paşerojeke demokratîk û adîl a gelên Sûriyeyê, bi hêviya yekkirina hewldanan em dest bi rûpeleke nû dikin." -
Mazlûm Ebdî: Em ji kêliyên dîrokî re şahidiyê dikin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî diyar kir ku ew ji hilweşîna rejîma despotîk a li Şamê re şahidiyê dikin. -
‘Em ê bi ruhê Şerê Gel ê Şoreşgerî tevbigerin’
Rêveberiya Hêza Parastina Civakê Edlê Bekir anî ziman ku ew sînoran nas nakin û got, “Rêya me diyar e; serkeftin û berxwedanî ye. Em ê bi ruhê Şerê Gel ê Şoreşgerî tevbigerin.” -
Li Dêrazorê 11 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê bi operasyonekê 11 çeteyên DAÎŞ'ê girtin. -
‘Bi saya QSD’ê em ji zilma çeteyan rizgar bûn’
Jinên Efrînê yên ji ber êrîşên çeteyan neçar man bi darê zorê carek din ji Şehba-Efrîn û Helebê koç bikin, behsa zehmetiya koçberiyê kirin û gotin ku ew bi saya hêzên QSD’ê ji zilma çeteyan rizgar bûne.” -
Rêveberên kantonê: Guh nedin daxuyaniyên şerê taybet
Rêveberên kantona Minbicê daxuyaniyên dewleta Tirk ên ku digotin 'bajar hatiye terikandin' derewandin û gotin, wê heta dawiyê Minbicê biparêzin. -
Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê: Îdîayên ku em vekişiyane, nerast in
Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê nûçeyên ku dibêjin hêzên wê ji Dêrazorê vekişiyane derewand û got, “Hêzên me mîsyona xwe ya parastina gel, didomîne.” -
Rêveberiya Xweser rewşa awarte ragihand
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşa awarte ragihand. -
Kovara gaziyên şer, ‘Berxwedan Jiyan e’
Hejmara 5’emîn a kovara ‘Berxwedan Jiyan e’ derket. -
Sûriye dîsa di nav alozî û nediyariyê de ye
Çeteyên HTŞ piştî ku Heleb dagir kirin, rêyên diçin ji bo Şehba jî girtin û êrîşê Til Rifet û Şehba kirin. Li dijî vê hêzên HRE’yê berxwedaniyeke mezin raber kirin û ji bo parastin gel, korîdora mirovî ji gelê Şehba re vekirin. -
‘Gelek malbat neçar man pîxwas koç bikin’
Efrîniyên ku piştî dagirkeriyê neçar man li Şehbayê bi cih bibin, ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man careke din koç bikin. Efrîniyan gotin, “2 rojan em di rê de man. Gelek malbat ji bo ji mirinê rizgar bibin pîxwas bi rê ketin.” -
Jinên koçberbûyî yên Efrînî qala zor û zehmetiyên koçberiyê kirin
Jinên Efrînî qala zor û zehmetiya li ser rêya koçberiyê kirin ku ji piştî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man careke din koç bikin. Jinan her wiha bal kişandin ser girîngiya hêviyê. -
Li Tebqayê 27 dagirker hatin kuştin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê hewldana dagirkeriyê ya li dijî gundê Ebû Henaya yê gundewarê Meskenê têk birin û 27 çete kuştin. -
Li Minbicê ciwanek din birîndar bû
Di êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser bajaroka Erîma ya li rojavayê Minbicê ye, ciwanê bi navê Xalid Ridwan birîndar bû. -
Mezlûm Ebdî li Dêrazorê efûya giştî ragihand
Fermandarê Giştî yê QSDˋê Mezlûm Ebdî li tevahî herêmên Dêrazorê efûya giştî ragihand û bang li her kesî kir ku li dijî êrîşan rabin. -
Meclisa Leşkerî ya Tebqayê êrîşên çeteyan têk bir
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê êrîşa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Meskenê têk bir. -
Li Şedadê 4 şervan şehîd bûn, li Minbicê jî 2 sivîl birîndar bûn
Çeteyên DAÎŞ’ê li ser rêya gundê Xiwêbra ya li ser sînorê El Deşîşa êrîşî wesayîteke Hêzên Xweparastinê kirin û 4 şervanên Hêzên Xweparastinê şehîd bûn. Li Minbicê jî di encama êrîşê de 2 sivîl birîndar bûn -
8 malbatên din jî gihiştin Til Birakê
Meclisa bajarê Til Birakê pêşwaziya malbatên din ên ku ji kantona Efrîn û Şehbayê û Helebê koçber bûne, kir. Meclisê pêdiviyên sereke yên koçberan ji wan re peyda kirin. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe ku li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê şehîd bûye, eşkere kir. -
Rêveberiya Xweser ji bo Minbicê banga yekîtiyê kir
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Minbicê banga yekîtiyê kir. -
Koçberiya ji herêmên dagirkirî dewam dike
Koçberiya ji herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin dewam dike.