ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Xelkê Minbicê li dijî çeteyên Erdogan daketin qadan
Xelkê li Minbicê ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî xwepêşandan li dar xist. -
Di gulebarana ser gelê Reqayê de herî kêm 43 kes birîndar bûn
Li Reqayê dema al dihat daliqandin, komek gule li Hêzên Ewlekariya Hundirîn û kesên derdorê barandin. Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn provokasyona birîndarkirina 43 kesan şermezar kir û banga hişyariyê li gel kir. -
Nasnameya şehîdek hate eşkerekirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endama wan Pelşîn Qamişlo şehîd bû. -
Cenazeyê şehîdê berxwedana Minbicê Şadî Ebûd hate veşartin
Cenazeyê şervanên QSDˋê şehîd Şadî Ebûd ku li Minbicê di encama êrîşa çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şehid bû, li kantona Reqayê hate veşartin. -
Li Minbicê 3 çeteyên SMO’yê hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di pevçûnên ku piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Minbic û Bendava Tişrînê derketin de, 3 çeteyên SMO’yê hatine kuştin. -
Meclîsa Gelan: Ala Sûriyeyê wê li herêmên xweser bê daliqandin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê ala Sûriyeyê bê daliqandin. -
Li Kobanê 12 cangorî hatin veşartin
Li Kantona Firatê bi merasîmeke girseyî 12 şervanên ku li Minbic, Qereqozax û Tişrînê şehîd bûn, hatin veşartin. Gel di merasîmê de peyama “Çawa DAÎŞ têk çû wê dagirker jî têk biçin” da. -
Meclîsa Leşkerî ya Suryanî 4 şervanên xwe spart axê
4 endamên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî ku di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) de şehîd bûn, li Hesekê bi merasîmekê hatin veşartin. -
QSD'ê dîmenên çalakiyên bersivdayînê parve kir
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê dîmenên çalakiyên xwe yên bersivdayînê yên li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker parve kir. -
Li Dêr Hafirê êrîş hate şikandin: 2 çete hatin kuştin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiv da êrîşa çeteyan a li Dêr Hafirê. Di encamê de 2 çete hatin kuştin. -
Şehîd Ebdulmelek Kenaş bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin
Şervanê Hêzên Komandosê Şehîd Ebdulmelek Kenaş bi girseyî hate oxirkirin. Di merasîma oxirkirinê de hate destnîşankirin ku wê heya bidestxistina serketinê berxwedanî dewam bike. -
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Subhî El Ehmed şehîd bû
Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn raghand ku endamê wan Subhî El Ehmed şehîd bûye. -
Dewleta Tirk a dagirker ji 3 baskan ve êrîşê dibe ser Bendava Tişrînê
Artêşa Tirk a dagirker ji sê baskan ve bi tank û panzeran êrîşê dibe ser bendava Tişrînê. Şervanên QSD'ê li hemberî êrîşan li ber xwe didin. -
Dagirker êrîşê dibin ser Bendava Tişrînê û pira Qereqozaxê
Dewleta Tirk a dagirker ji doh bi şev û vir ve êrîşê dibe ser Bendava Tişrînê û pira Qereqozaxê. -
Fermandarê QSD’ê Ebdî li ser Tirba Silêman Şah daxuyanî da
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî, ragihand ku ew amade ne li gorî lihevkirinên navneteweyî û bi hevkariya aliyan re li ser Tirba Silêman Şah tevbigerin. -
Jinên Kantona Firatê: Em ê bi hêza xwe dagirkeriyê têk bibin
Jinên Kantona Firatê anîn ziman ku ew ê li dijî hemû êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmê li ber xwe bidin û gotin: “Em ê li dora hêzên xwe yên parastinê bibin xelek û hemû êrîşên dagirkeriyê têk bibin.” -
Di nava 2 hefteyan de bi dehan sivîl hatin qetilkirin
Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cûma anî ziman ku di êrîşên du hefteyên dawî de li Rojava bi dehan kes hatin kuştin ku zarok jî di nav de bûn û got, "Êrîşên li dijî sivîlan hîn giran dibin." -
Li Reqayê cenazeyên 4 şehîdan hatin veşartin
Xelkê kantona Reqayê cenazeyên 4 şehîdên xwe ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, veşartin. -
Gundên Kobanê tên topbarankirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obîsan 2 gundên bajarê Kobanê yê kantona Firatê topbaran dikin. -
Li Kobanê û Reqayê êrîşên dagirkeriyê
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên dagirkeriyê yên li ser Reqa û Kobanê dewam dike. -
Li Hesekê, Til Hemîs û Şedadê cenazeyên 6 şehîdan hatin veşartin
Li Hesekê, Til Hemîs û Şedadê cenazeyên 6 şervanên ku di şerê dijî çeteyan de şehîd ketin bi merasîman hatin veşartin. -
Dagirkeran êrîşî gundekî Kobanê kirin
Dewleta Tirk a dagirker bi balafiran êrîşî gundê Tinê yê Kobanê kirin. Di êrîşê de wesayît û serinçek hatin hedefgirtin. -
Dewleta Tirk li pira Qereqozaxê jinek qetil kir, zarokek birîndar kir
Di êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ya li ser pira Qereqozaxê jineke 60 salî hate kuştin, zarokek jî birîndar bû. -
Dagirkeran bi ÎHA êrîşî Reqayê kirin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi ÎHA êrîş birin ser rojavayê Reqayê. -
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îsmaîl El Ebid şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamê wan Îsmaîl El Ebid li başûrê Çemê Firat şehîd bûye.