ROJAVA-SÛRIYE
Şêniyên gundê Şêxûrza Jorîn ê navçeya Bilbilê ya Efrînê diyar kirin ku baregeha dewleta Tirk hîn nehatiye valakirin û ji ber hebûna baregehê gundî nikarin vegerin malên xwe.
YPJ‘ê 14 saliya Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir ku Şoreşa Rojava li hemberî pergala desthildar û hegemon bersiva gelên azadîxwaz e û bi navê azadiya gelan di dîrokê de rûpeleke nû vekir.
6’emîn Festîvala Şehîd Zîlan, ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve hatiye birêxistinkirin, li bajarê Kobaniyê bi beşdariyeke berfireh a gel dest pê kir.
Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) li bajarên Dêrik, Girkê Legê û Til Temirê yên Rojavayê Kurdistanê hate bîranîn.
Şahidên komkujiya Kobanê, tevî salên derbasbûyî jî nikarin êşa ku kişandine ji bîr bikin. Welatiyên ku endamên malbata xwe winda kirine û bi çavên serê xwe şahidiya komkujiyê kirine dibêjin ku ew roj di bîra wan de hê jî zindî ye.
Hemû Nûçe
-
Jinên Kobanê: Em ê tola zarokên xwe hilînin
Jinên Kobanê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser nerazîbûna xwe nîşan dan û gotin, “Em ê tola zarokên xwe hilînin û ala Kurdistanê li Rojhilata Navîn hildin.”
-
Çeteyên dagirker ên ku li Sûriyeyê terorê dikin
Di nava 8 salên dawî de li Sûriyeyê gelek komên çete bi nav, nasname, îdeolojî û şêweyên cuda rabûn. Lê belê temamiya van çeteyan li gorî projeya hikumeta AKP-MHP'ê ya faşîst li hev hatin civandin.
-
-
Çeteyên Tirk li Minbicê sivîlek qetil kir
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Minbicê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwediyê Xwaringeha Şehbender Elî Cemal El Şêxanî El Nîfî li pêş xwaringehê qetil kir.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Li eniya Bendava Tişrînê rewşa dawî
Me dîmenên rewaş dawî ya li eniya Bendava Tişrînê girt. Bendav di bin kontrola Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û şervanên QSD’ê de ye. Ji ber êrîşên çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê, dibe ku bendav biteqe.
-
HAT’ê nasnameya 5 şervanên xwe eşkere kir
Hêzên Taybet ên HAT’ê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameyên 5 şervanên xwe ku di berxwedana li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Minbic û gundewarê wê şehîd bûne, eşkere kirin.
-
-
-
-
-
Li bendava Tişrîn û pira Qereqozaxê 210 çete hatin kuştin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di nava 3 rojên dawî de li bendava Tişrînê û pira Qereqozaxê 210 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin, 39 wesayitên leşkerî û tank hatin rûxandin, 5 balafirên bêmirov hatin xistin. Di şer de 8 şervan şehîd bûn.
-
‘Berxwedaniya me ji bo vegera Efrîn e’
Raniya Mihemed da zanîn ku ew ê van zehmetiyan derbas bikin û ji bo vegera Efrîn têkoşîna xwe mezin bikin û got: “Berxwedaniya me ji bo vegera Efrîn e.”
-
'Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin'
Şîrîn Îbîş a ji Efrînê ku ji ber êrîşên çeteyên dewleta Tirk neçar ma cara duyemîn koç bike, anî ziman ku wê hêviya xwe ti carî winda nekin, bi berxwedanê bi ser bikevin û got, "Ji ber ku ev war, warê me ye."
-
-
-
Rûspiyên eşîran: Em li gel QSD’ê ne
Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên beşdarî Desteya Rûspiyan a Kantona Cizîrê bûn destnîşankirin ku çareserî wê bi diyaloga navxweyî pêkan e û diyar kirin ku ew li gel QSD’ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk in.