BI DÎMEN

Xelkê Minbicê li dijî çeteyên Erdogan daketin qadan

Xelkê li Minbicê ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî xwepêşandan li dar xist.

Li dijî sûcên revandin, dizî, talankirina mal û milkan û qetilkirina welatiyan a ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, xelkê bajarê Minbicê xwepêşandanek li dar xist.

 Di dîmenên li ser medyayên dîjîtal de hatine belavkirin, nerazîbûna şêniyan li dijî van sûcan û mezinahiya beşdariya wan aşkera dibe.