ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Federasyona Gaziyan: PKK ji bo mirovatiyê têkoşîna herî esîl e
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê pîroz kir û destnîşan kir ku ew ê her tim bi zanebûn û bawerî tevlî Rêbertiya xwe bibin û hêvî û xeyalên şehîdan bi serkeftinê tacîdar bikin. -
Li Hesekê pîrozbahiya Cejna Vejînê ya bi coş
Li Hesekê, Cejna Vejînê li Parka 4'ê Nîsanê hate pîrozkirin. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Kobanê bi şahiyekê hate pîrozkirin
Salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê li Kobanê bi şahiyeke girseyî hate pîrozkirin. Di şahiyê de hate destnîşankirin ku bi ruhê Heqî, Mazlûm û Sakîneyan dawî li qirkirinê bînin û serketinê pêk bînin. -
TEV-DEM: PKK'ê dîroka zilm û înkarê tine kir
TEV-DEM'ê bi daxuyaniyekê salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "PKK'ê dîroka zilm û înkarê tine kir." -
'Gerîla bi hêz e û em li pişta wan e'
Li Kobanê, malbatên gerîlayan salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê pîroz kirin û diyar kirin ku ew li pişta hêza xwe ne. -
Li Minbicê 17 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê daxuyand ku di rêzçalakiyên hêzên wan de 17 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin. -
QSD’ê nasnameya şehîdekê eşkere kir
QSD’ê nasnameya şervanê xwe Heqî Til Temir ku di encama qezayekê de şehîd bûbû, eşkere kir. -
‘Dewleta Tirk li ber çavê cîhanê sûcê şer dike’
Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn-Şehbayê daxuyand ku dewleta Tirk û çeteyan wê li ber çavên cîhanê êrîşî welatiyan dikin û anî ziman ku divê hesabê sûcên şer ji dewleta Tirk bê pirsîn. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Heqî Til Temir hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Heqî Til Temir ê 24’ê Mijdarê li Dêrazorê şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Şêranê hate pîrozkirin
Salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê li Şêranê bi şahiyekê hate pîrozkirin. -
Ji HRE'yê çalakî: 10 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di encama 3 çalakiyên hêzên wan de 10 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin. -
Cenazeyên 2 şehîdan hatin veşartin
Cenazeyên Şervanê HREˈyê Polat Efrîn û welatiyê bi navê Mihemed Arif Hac Mehmûd bi merasîmeke li Pakrewangeha Şehîd Zozan Amanos hatin veşartin. -
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Pisûleya me ya azadiyê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye
Li bajarên Hesekê, Qamişlo, Girkê Legê, Reqa û Tebqayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi wesîleya 25’ê Mijdarê meşên girseyî hatin lidarxistin. -
Li Kobanê li dijî tundiya li jinê meşa girseyî
Bi boneya 25’ê Mijdarê roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, meş hate lidarxistin. Di meşê de hate ragihandin ku jinên pêşeng wê tundî, desthilatdarî û dagirkeriyê têk bibin. -
'Dewleta Tirk a dagirker raste rast sivîlan dike hedef'
Şêniyê Kantona Efrîn-Şehba, têkildarê êrîşên duh yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Helîsa û navçeya Til Rifatê nerazîbûnên xwe nîşan da û got li dijî zarok, jin û sivîlan sûcên şer tên kirin. -
Til Rifet hat bombebarankirin: Zarokek jî di nav de 4 kes birîndar bûn
Di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker li dijî navçeya Til Rifetê yê kantona Efrîn û Şehbayê de zarokek jî di nav de 4 kes birîndar bûn. -
Damezrandina PKK’ê li Çelebiyê hat pîrozkirin
Li Çelebiyê bi boneya 46’emîn salvegera damezrandina PKK’ê şahiyek hat lidarxistin. -
Dagirkeran êrîşî Helisa kir: Kesek şehîd bû û 3 zarok birîndar bûn
Hêzên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Helisa yê Efrîn-Şehbayê barand. Di bombebaranê de kesek şehîd bû û 3 zarok jî birîndar bûn. -
Cenazeyên cangoriyan Hêvî Ûmût û Heqî Qamişlo hatin veşartin
Ji fermandarên YPJˈê Hêvî Ûmût û şervanê QSDˈê Heqî Qamişlo bi biryardariya “Soza Tolhildan” li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hatin oxirkirin. -
QSD’ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê nasnameya 4 şervanên eşkere kir ku di 21-22’yê Mijdarê de li herêmên cuda şehîd bûne. -
Kesên ku êrîşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek jê serkirde 3 çekdarên girêdayî hêzên hikumeta Şamê ku êrîşî hêzên ewlehiyê kiribûn, girtin. -
Li Reqayê cenazeyê 2 şehîdên QSD’ê hatin veşartin
Cenazeyên 2 şervanên Hêzên Komandos ên girêdayî QSDˋê şehîd Şaban Ebid El Şahadê û Firas Mihemed El Bîco li goristana şehîdan a bajarokê Hikumiyê hatin veşartin. -
QSD’ê ciwanekî Êzidî yê ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibû revandin rizgar kir
Ciwanê Êzidî Diyar Elî Refo yê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve ji Şengalê hatibû revandin, di encama operasyona QSD’ê ya li Minbicê hate rizgarkirin. -
Li Reqa, Tirbespiye û Dêrikê çalakiyên 25’ê Mijdarê
Di çalakiyên 25’ê Mijdarê yên li Reqa, Tirbespiyê û Dêrikê de li dijî zihniyeta serweriya mêr peyama mezinkirina têkoşînê hate dayîn. -
Cenazeyên şehîd Şahîn û Dilşêr bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Cenazeyên şervanê YPG’ê şehîd Dilşêr Bakur û şervanê TEV-DEM’ê şehîd Şahîn Îsmaîl li Pakrewangeha Şehîd Dîcle hatin veşartin. Di merasîma veşartinê de, soza şopandina rêya şehîd hate dayîn.