ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê şehîd Berxwedan li Hesekê hate veşartin
Şervanê QSDˈê şehîd Berxwedan (Mihemed El Serhan) bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar hat veşartin. -
Bi hezaran kes ji xelkê Kantona Firatê meşiyan: Em bi gelê xwe re ne
Bi hezaran kes ji xelkê Kantona Firatê bi meşeke girseyî li ber êrîşên çeteyan û dewleta Tirk ên li ser Efrîn-Şehba û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê rabûn. -
Di nava 2 rojan de zêdeyî sed hezar kes derbasî herêmên xweser bûn
Serokê Daîreya Karên Koçberan Şêxmûs Ehmed ragihand ku di nava du rojên dawî de zêdeyî sed hezarn kes derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bûn. -
Kongreya Îslama Demokratîk: Em deriyê mizgeftan ji koçberan re vedikin
Kongreya Îslama Demokratîk bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê deriyê mizgeftan ji tevahî koçberên Efrînê re vekin û bi hevgirtina gelan serî li dijmin hildin. -
Li Minbicê jiyan asayî û zindî ye
Şêniyên Minbicê jiyana xwe bi awayekî asayî didomînin. Tevî agahiyên ne rast yên tên belavkirin û gefê êrîşan jî zindîbûna xwe diparêzin. -
Jinên li ser rêya koçberiyê: Berxwedana li dijî zilmê!
Fatma Naso, Fadîle Reşo û Mûh Derwîş ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man çend caran koç bikin, bal kişandin ser êş û zilma ji ber şer. -
Çeteyan nehiştin otobus derbasî Efrîn-Şehbayê bibin
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker nehiştin otobus ji bo veguhestina gelê mayî derbasî kantona Efrîn- Şehbayê bibin. -
QSD’ê li Minbicê hewldaneke çetayan têk bir
QSD’ê ragihand ku ew li başûrê Minbicê û Dêr Hafirê hewldana êrîşa çeteyên dewleta Tirk a dagirker têk birin û di encamê de hejmareke çete hatin kuştin û birîndarkirin. -
Zêdetirî 54 malbat gihiştin Amûdê û Hesekê
Mala Ezidiyan a Kantona Cizîrê 14 malbatên koçber ên ji Şehba û Til Rifetê pêşwazî kir. Zêdetirî 40 malbatên koçber ên ji kantona Efrîn-Şehbayê jî gihiştin bajarê Hesekê. -
Li Dêrikê êrîşa SÎHA: 4 kes bi giranî birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker bi SÎHA’yê êrîşî bajarê Dêrik ê Rojava kir. Di êrîşê de 4 kes bi giranî birîndar bûn. -
50 otobus gihiştin Ehdasê
Hate zanîn ku 50 otobusên ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn astengkirin, gihiştin Ehdasê. -
Xwendekarên Fakulteya Bijîşkî: Em amade ne ku her cure alîkariyê bidin
Xwendekarên Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Rojava daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew ji her cure alîkariyên ji bo koçberên Şehba re pêwîst, amade ne. -
‘Parastina xaka me parastina rûmeta me ye’
Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê bi daxuyaniyekê berxwedaniya gelê Efrînê silav kirin û diyar kirin ku parastina xaka wan parastina rûmeta wan e. -
Çete otobusên ku ji bo derxistina sivîlan hatine şandin, asteng dikin
Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji bo derxistina sivîlan 50 otubus ji Şêrawa û Şehba re hatin şandin. Lê belê, ev otobus ji aliyê çeteyan ve hatin astengkirin. -
SOHR: HTŞ 10 kîlometreyan ji Hema û derdora wê hate qewirandin
SOHR’ê têkildarî pêvçûnên zêde yên li Sûriyeyê daxuyaniyek da û li gorî daxuyaniyê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam 10 kîlometreyan ji Hema û derdora wê hatiye qewirandin. -
'Di êrîşa çeteyên dewleta Tirk de Hesen El Samir şehîd bû'
Partiya Meclîsa Ciwanan a Giştî ya Sûriyeya Pêşerojê bi daxuyaniyekê ragihand ku Hevberdevkê Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê Muhammed Hesen El Samir di êrîşa çeteyên DAÎŞ-Tirkiyeyê de şehîd bû. -
Zarokekî Efrînî di rêya koçberiyê de qefilî û jiyana xwe ji dest da
Zarokekî 4 salî yê malbateke Efrînî ku ji ber êrîşên dagirkeriyê koçber bû, di rêya koçberiyê de ji ber sermayê qefilî û jiyana xwe ji dest da. -
Efrîniyên ku cara duyemîn koçber bûn: Em ê ti carî teslîmî dewleta Tirk nebin
Xelkê Efrînê yê ji Şehbayê gihîşt Reqayê, ji ber êrîşên dewlet û çeteyên dewleta Tirk neçar ma careke din koç bike. Efrîniyan gotin, ew bi hêvî ne û wê ti carî teslîmî dewleta Tirk nebin. -
Çeteyên dewleta Tirk gundê Xirab Eto topbaran kirin
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker gundê Xirab Eto yê Kobanê topbaran kirin. -
Êrîşên dagirkeriyê: Gund tên bombebarankirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Gelek gund tên bombekirin. -
Merasîma veşartina cenazeyê şehîd Dilovan
Cenazeyê şervanê Komandos, şehîd Dilovan Şêran li Pakrewangeha Şehîd Dîcle hate veşartin. -
Cenazeyê şehîd Ezîz Selahedîn li Qamişloyê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Ezîz Selahedîn ê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû, hate veşartin. -
TEV-ÇAND: Em ji bo parastina welatê xwe berpirsyar in
TEV-ÇAND a kantona Firatê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da û got, “Em ê pêşengtiya şerê gel ê şoreşgerî bikin. Me çawa bi pênus û hunera xwe xizmet ji civaka xwe re kir, emê îro bi hemû hêz û rêbaza xwe li ber xwe bidin.” -
Ji Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Şoreşger ê Kantona Firatê banga seferberiyê
Ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Xwendekarên Welatparêz ên Tevgera Ciwanên Şoreşger banga seferberiyê kirin. -
Li Tebqa û Reqayê seferberiya piştevaniyê
Li kantonên Reqa û Tebqayê ji bo vehewandina malbatên koçberbûyî û peydakirina pêwîstiyên bingehîn gel bi dilxwazî dest bi seferberiya piştevaniyê kir.