50 otobus gihiştin Ehdasê

Hate zanîn ku 50 otobusên ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn astengkirin, gihiştin Ehdasê.

Piştî êrîşên dagirkerî û qirkirinê, 50 otobus ji bo derxistina sivîlên li Şehba û Şêrawayê bi rê ketibûn, lê ji aliyê çeteyan ve hatibûn astengkirin. Hat zanîn ku otobusan astengî derbas kirine û ketine Ehdasê. Konvoy piştî ku li Til Rifat, Şêrawa, Kampa Şehba, Fafîn û Ehdasê sivîl girtin, wê ber bi herêmên ewle ve bi rê bikeve.