ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Helebê 2 jê zarok, 4 kes birîndar bûn
Di êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Helebê de, 2 jê zarok 4 kes birîndar bûn. -
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê seferberiya giştî ragihand. -
Şehîd Egîd Efrîn li Helebê hate veşartin
Şervanê YPG'ê Egîd Efrîn ê ku 29'ê Mijdarê li Helebê şehîd bû, bi merasîmekê hate veşartin. -
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî Til Temirê dikin
Gundên Tewîla û Qibûr El Qeracîna yên navçeya Til Temirê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tê bombekirin. -
QSD: Di êrîşa çeteyan de 3 şervanên me şehîd bûn
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di êrîşa çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li rojavayê çemê Firatê 3 şervanên wan şehîd bûn. -
Demhat Tolhildan: Êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve hate plankirin
Rojnamevan Demhat Tolhildan li ser êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li ser Helebê axivî û anî ziman ku êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye plankirin. Her wiha ji bo parastina şoreşê jî banga 'Berxwedana bi ruhê seferberiyê kir'. -
Federasyona Gaziyan: Em ê her tim gelên xwe biparêzin
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî pevçûnên li herêmê daxuyanî da û got, “Ji bo parastina gelên xwe û xaka xwe, em ji her tiştî re amade ne. Bi destekî, lingekî û çavekî be em ê li dijî van êrîşên nemerdane li ber xwe bidin.” -
Hêzên hikumeta Şamê berê xwe dan Hamayê
Tê gotin, hêzên hikumeta Şamê sewqiyateke mezin ber bi bajarê Hamayê ve kiriye. -
Li gundên Şerayê şer di navbera Hêzên Parastina Civakî û çeteyan de diqewime
Li bejahiya navçeya Şerayê şerekî giran di navbera Hêzên Parastina Civakî û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de diqewime. Her wiha gelek gund ji aliyê dagirkeran ve têne topbarankirin. -
Komkara Erebî: Êrîş dikare liv û tevgera terorê zêde bike
Di daxuyaniya Komara Erebî ya têkildarî êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li ser Sûriyeyê de hate gotin, dibe ku karên terorê yên li herêmê û li dijî yekparebûna xaka Sûriyeyê zêde bike. -
Di navbera hêzên HRE û çeteyan de şerekî giran diqewime
Ji ber êrişa çeteyên dewleta Tirk li gundên Şehbayê di navbera hêzên HRE û çeteyên dewleta Tirk de şerekî giran diqewime. -
Artêşa hikûmeta Şamê ji Hamayê vekişiya
SOHR’ê diyar kir ku artêşa hikûmeta Şamê ji Hamayê vekişiya û çeteyên HTŞ’ê ketin 16 gundên bajêr. -
Çete gundê Merenaz Şêx Îsa û Um El Hûşê topbaran dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gundê Merenaz Şêx Îsa Um El Hoş a Kantona Şehbayê topbaran dike. -
Foza Yûsif: Li dijî êrîşan divê em parastina xwe xurt bikin
Endama Dîwana Hevserokatiyê ya PYD'ê Fuza Yûsif anî ziman ku şerê li Rojhilata Navîn şerê mêtingeran e û got, "Yekane rêya rizgariya ji vê kaosê; rêxistinî û amadekariya ji bo şerê gel ê şoreşgerî ye: divê em parastina xwe xurt bikin." -
HPCˋê 3 çeteyên ku hewl dan bikevin taxa Şêxmeqsûdê girtin
Hêzên Parastina Cewherî (HPC) 3 çeteyên ku xwestin derbasî taxa Şêxmeqsûdê bibin girtin. -
Di pêvçûnên Şerawayê de çeteyek hat kuştin û çeteyek dîl hat girtin
Di pevçûnên li gundê Kilutî û Birc Qas ên navçeya Şêrawayê gel cenazeyê çeteyekî ket destê şervanan û çeteyek dîl hat girtin. -
Cenazeyê Rosêl Mihemed Xelef hate veşartin
Cenazeyê zaroka bi navê Rûsêl Mihemed Xelef a 13 salî ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de hate qetilkirin, hate veşartin. -
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de zarokek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Gundê Mezin ê navçeya Şêrewayê kir. Di encama êrîşê de zarokek birîndar bû. -
Li Reqa û Çilaxayê Şîlan Kobanê û hevreyên wê hatin bibîranîn
Şehîd Şîlan Kobanê û hevreyên wê di 20’emîn salvegera şehadeta xwe de li kantona Reqayê û bajarê Çilaxayê hatin bibîranîn. -
Dewleta Tirk a dagirker gundê Um El Hoşê topbaran kirin
Dewleta Tirk a dagirker û çetetên wî gundê Um El Hoş a kantona Şehbayê topbaran kir. -
Çeteyên Tehrîr El Şam Meret El Numan xiste bin kontrolê
SOHR’ê ragihand ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bajarê Meret El Numan xistine bin kontrola xwe. -
Li Şêrawa gel li dijî êrîşan li ber xwe dide
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Bênê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê kirin. Gel li dijî êrîşan xwe diparêze. -
Li Helebê balafireke şer a Rûsyayê li çeteyan xist: Gelek çete hatin kuştin
Balafira şer a Rûsyayê li bajarê Helebê li komeke çeteyan xist. Di êrîşê de bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn. -
Çeteyan êrîşî gundên Kantona Efrîn-Şehbayê kirin: Kesek birîndar bû
Komên çeteyan êrîşî gundên Kantona Efrîn-Şehbayê jî kirin û di encama êrîşan de sivîlek birîndar bû. Gel li dijî êrîşan li ber xwe dide. -
Cenazeyê şehîd El Yûsif li Tebqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Mehmûd Xelef El Yûsif li Tebqayê hate veşartin.