Gundên Kobanê û Girê Spî hatin bombebarankirin

Dewleta Tirk a dagirker gundên Şerka-Fewar û Şemsîn ên Girê Spî, gundê Koperlik û derdora pira Qereqozaxê bombebaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derengiya şevê gundên Şerka-Fewar û Şemsîn ên Girê Spî topbaran kirin.

Di heman demê de gundê Koperlik ê rojhilatê bajarê Kobanê û derdora Pira Qereqozaqê bi dijwarî topbaran kirin.

Agahiyên derbarê encamên topbaranê de nehatin bidestxistin.