ROJANE
Hemû Nûçe
-
Namzetê HDP’ê Şahîn: Di 6 kat binê erdê de 3 rojan îşkence hat kirin
Namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê yê Stenbolê Şahîn ku di 1’ê Gulanê de hat binçavkirin û 3 rojan di nezaretxaneyê de ma, diyar kir ku nehiştine dermanê xwe bikar bîne û 3 rojan rastî dijûnên giran hatiye. -
Derket holê ku desteka AKP'ê ya ji bo DAIŞ'ê dewam dike
Rojnameya New York Times ragihand, ku zibilê çeteyên DAIŞ'ê ji bo çêkirina bombeyan bikar tînin, ji Tirkiyeyê çûye. Çavkaniyên herêmî diyar kirim ku TIR'ên ji Stenbolê ketin ser rê, derbasî herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ne. -
'Divê ji qirkirina Dêrsimê ders bê derxistin'
Lêkolîner Erdal Emre diyar kir ku tişta di 1937-38’an de hat kirin, qirkirineke plankirî û sîstematîk e. -
Ji binçavkiriyên çalakiyên 1'ê Gulanê 20 kes hatin girtin
Ji welatiyên di 1'ê Gulanê Cejna Karkeran de xwestin xwe bigihînin Taksîmê hatin binçavkirin, 20 kes hatin girtin. -
4 kes hatin binçavkirin
Li ser rêya di navbera Bajêrgan-Geverê, polîsan 4 kes kirin binçavan. -
Karê destpêkê yê rektor Ak lêpirsîna xwendekaran e
Mahmût Ak ê ku ji aliyê Serokkomar Erdogan ve bi vederkirina vîna akademîk re ji bo rektoriya Zanîngeha Stenbolê hat wezîfedarkirin, weke karê destpêkê lêpirsîn li xwendekaran vekir. -
Mêrdîniyan Erdogan protesto kirin
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê ji bo merasîma vekirina xaniyên komî hat Mêrdînê dema ket bajêr gel pişta xwe dayê û ew şermezar kir. -
Polîsan li Edliyeya Çaglayan êrîşî malbatan kirin
Polîsan destpêkê êrîşî polîsan paşê jî êrîşî malbatên kesên di 1’êGulanê de hatin binçavkirin kirin. Di êrîşê de gelek kes birîndar bûn. -
Aydar: Em ji bo hilbijartin û Rojava bixebitin
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Aydar di kongreya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Belçîka de axivî. Aydar banga bihêzkirina xebatên hilbijartinê û piştgiriya ji jinûve avakirina Rojava kir. -
HDK: Em ê 1’ê Gulanê û tevayî qadan azad bikin
HDK’ê ji ber 1’ê Gulanê Qada Taksîmê hat qedexekirin ku daxuyaniyek da diyar kir hikûmet gel esîr digire û terorîze dike. HDK’ê got: “Em ê 1’ê Gulanê û tevayî qadan azad bikin.” -
Kesên di Komkujiya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn -BI DÎMEN-
Li Dergeha Elewiyan a Pîr Sultan a li paytexta Fransa Parîsê bi deh hezaran kesên di Komkujiya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn, têkildarî komkujiyê civînek hat lidarxistin. -
HDP: 'Bila Komîsyona Heqîqetan a Komkujiya Dêrsimê' bê avakirin
Desteya Rêvebera Navendî ya HDP’ê, têkildarîna Komkujiya Dêrsimê daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Parêzer: Em ê barîkatên AKP’ê hilweşînin
Parêzerên dixwestin li Deriyê C ê Edliyeya Çaglayan bi armanca balê bikşînin ser pêkanînên dij hiqûqî yên di 1'ê Gulanê de pêk hatin bikevin hundir polîsan bi tundî êrîşî parêzeran kir. -
Li Kanadayê meşa li dijî qirkirinan
Li Kanadayê bi beşdariya 10 hezar kesî meşek li dijî qirkirinê hat organîzekirin. -
Ji Expressen ji înkarkerên qirkirinê re: Şerm bikin!
Olsson ê şefê çandê yê rojnameya Expressen a li Swêd duyemîn rojnameya tîraja wê herî zêde ye, bersiv da înkarkerên qirkirinê yên li hember Komedyanê Kurd Nûjen ê banga qebûlkirina Qirkirina 1915’an li Tirkiyeyê kiribû ketin nav êrîşê. -
Li Sêrtê polîsan dest bi 'binçavkirinên ji bo Erdogan' kirin
Beriya mîtînga Erdogan a li Sêrtê, xebatkarê Şaredariya Sêrtê Nas hat binçavkirin, rêyên bajêr hatin girtin û gel û esnaf li serdegirtina polîsan rast hatin. -
Polîsan qada mîtîngê dagirtin
Li Sêrtê, qada ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan wê mîtîngê lê lidar bixe, ji aliyê polîsan ve hat dagirtin. -
Artêşa Şoreşgeran a Sûriyeyê hate avakirin
7 tugayên Artêşa Azad ku li bajarên Idlib, Hema, Heleb, Lazqiyê, Humis û Reqa yên Suriyeyê têdikoş in, di bin navê ˮArtêşa Şoreşgeranˮ de bûn yek. -
'Divê AKP dest ji polîtîkayên rantê yên li ser qirkirina Dêrsimê berde'
25 rêxistinên girseyî yên Ewropayê têkildarî salvegera Qirkirina Dêrsimê daxuyaniyek dan û gotin: "Divê AKP dest ji polîtîkayên xwe yên rantê yên li ser qirkirina Dêrsimê berde û belgeyên têkildarî qirkirinê bide gelê Dêrsimê." -
Li Stûttgartê Kongreya GÎK-DER'ê hat lidarxistin
Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber li Stûttgartê (GÎK-DER) a ser bi AGÎF'ê, kongreya xwe ya 24. di 3'ê Gulanê roja Yekşemê de li salona konferansê ya GÎK-DER'ê lidar xist. -
Êrîşek jî li Kadikoy
Faşîstan bi daran êrîşî kesên li Qada Îskele ya Kadikoy govend digirtin kirin. -
HDP’yiyan destûr nedan polîs posterên Ocalan daxin
Li Sêrtê û navçeya Şîrwan polîsan xwest posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li buroyên hilbijartinê daliqandî daxin. HDP’yiyan destûr nedan poster bên daxistin. -
GUNGÎAD: Divê êrîşên li hemberî HDP'ê bisekinin
Serokê GUNGÎAD'ê Hakan Akbal li dijî bêdengiya li hemberî êrîşên li dijî HDP'ê derket û destnîşan kir ku êrîşên li hemberî HDP'ê yên li Antalya, Rîze, Ûşak, Trabzon, Zongûldak û Bîlecîkê, baweriya ji edaleta di temsîliyetê de kêm kirine. -
'HDP wê ji bo gelan guhertineke mezin bike'
Xebatên HDP'ê yên hilbijartinê bênavber berdewam dikin. Namzetên HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de esnaf ziyaret kirin û bi rojnamegeran re hatin cem hev. -
‘Rojnamegerî temînata demokrasiyê ye’
Rojnamegeran bi minasebeta 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê meş li dar xistin û diyar kirin ku Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di nava welatên cihanê de di rêza 154'an de cih digire.