Polîsan qada mîtîngê dagirtin
Li Sêrtê, qada ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan wê mîtîngê lê lidar bixe, ji aliyê polîsan ve hat dagirtin.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ê ku li Amed û Êlihê di bin navê 'merasîma giştî ya vekirinan' de mîtîngên hilbijartinê lidar xist û ji bo AKP'ê deng xwest, li her du bajaran ji ber tevlîbûna kêm, ya hêvî dikir bi dest nexist. Tayyîp Erodgan wê îro jî li Sêrtê be.
Li Meydana Cûmhûriyetê ya Sêrtê cihê Erdogan lê biaxive, flamayên mezin ên AKP'ê hatin daliqandin. Balkêş e ku beşeke mezin a qadê ji aliyê polîsan ve hatiye dagirtin.
Li aliyê din, ji ber ku li ber mal û kargehan bi hinceta ewlekariya mîtînga Erdogan bend hatin danîn, gel nerazî ye.