ROJANE
Pinar Kandal diyar kir ku jin bawer dikin ku eger pêvajoya aştiyê bi rengekî erênî bi encam bibe wê tevkariyê li bidawîkirina dejenerebûna civakî jî bike û destnîşan kir ku hêviya wan a ji pêvajoyê mezin e, lê belê ji ber helwesta dewletê bi fikar in.
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ragihand ku ew bi heyeta AKP’ê û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re avakirina çarçoveya qanûnî nîqaşkirine û ew armac dikin ku di demek nêz de bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.
Franco Danieli anî ziman ku serketina pêvajoyê bi azadiya Rêber Apo dibe û got, "Mafê zimanê dayikê, azadiya ocalan, mafê hêviyê û rûbirûbûna bi rabirdûyê divê hîmên esasî yên pêvajoyê bin."
Hişyar Ozsoy diyar kir ku pirsgirêka Kurd tenê bi nêzîkatiya çek danînê çareser nabe û got, “Ev ne meseleyeke hêsan a çek danînê ye; parametreyên çarçoveya siyasî ya siberojê wê di vê qanûna kok de bê diyarkirin.”
Ahmet Farûk Unsal anî ziman ku têkidlarî qanûna çarçoveyê agahî ji raya giştî re nehatiye dayin û got, "Eger qanûneke poşmaniyê bê ferzkirin ev yek wê neyê qebûlkirin. Ji ber ku mirov belasebep nemirin, belasebep êş nekişandin."
Hemû Nûçe
-
-
-
HDP wê hilweşîna ekolojîk a li Antalyayê bisekinîne
Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Antalyayê Olûç û parêzer Yildirim diyar kirin ku AKP'ê pirsgirêkên li çandinî, tûrîzm û ekolojiyê yên bajarê çareser nekiriye. Parêzer Yildirim got, "Vê sîstemê ancax em dikarin biguherînin."
-
Ethem Sarisuluk hat bîranîn
Ji bo Ethem Sarisuluk ê di berxwedana Geziyê de ji aliyê polîsan hat qetilkirin, bernameya bîranînê pêk hat. Parlamenterê HDP’ê Gur di bîranînê de axivî û got: “Hevalê Ethem ji aliyê dijminên ked û aştiyê ve hat qetilkirin.”
-
Çete sivîlan qetil dikin
Di meha Nîsanê de Çeteyên DAIŞ’ê bi hinceta ku piştgirî dane YPG’ê 130 welatiyên Sûriyeyê qetil kirin.
-
-
-
-
-
-
Messenger li Merkurê ket û îmha bû
Maşîna fezayê Messenger ku ji Adara 2011’an heta niha gerstêrka Merkur dişopand, peywira xwe bi dawî kir. Messengerê hebûna avên li Merkurê cemidîbûn, tespît kir û li ser gerstêrkê xwe bi xwe îmha kir.
-
-
Dengê reşikên li Îzmîrê jî ji HDP'ê re ye
Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Tirkên Afro Yanik diyar kir ku AKP kevneşopiya desthilatdariyên din dewam dike û 'reşik avêtiye aliyekî'. Yanik got, "Em ê berê xwe bide HDP a alîgirê ked û bindestan e."
-
Li Geverê gelek kes hatin binçavkirin
Li Geverê bûyerên piştî merasîma cenazeyê şervanê YPG'ê Serdar Çîçek rû dan didomin. Polîsên li bajêr teror meşandin herî kêm 10 ciwan binçav kirin.
-
-
-
-
‘HDP ji civaka Tirkiyeyê re bûye hêvî’
Namzetên HDP'ê li Tirkiye û Kurdistanê xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Namzetê HDP'ê yê Şirnexê Sariyildiz got: "HDP bi polîtîkayên dike û sekna xwe ya samîmî ji hemû civaka Tirkiyeyê re bûye hêvî. Erdogan bi gotinên xwe welat sor dike."
-
-
-
-
Ji Demîrtaş banga ji bo Davutoglu: Barîkatên Taksîmê rakin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş ku li Sultanbeyliyê axivî bang li Serokwezîr Ahmet Davutoglu kir û got: “Birêz serokwezîr, ne dereng e. Sibê barîkatên li Taksîmê rakin. Bila 1’ê Gulanê ne di dorpêça polîsan de, di hewaya cejnê de derbas be.”
-
-
-
HDP'ê ji bo jiyaneke azad û wekhev banga 1'ê Gulanê kir
HDP'ê diyar kir ku di dema AKP'ê de zêdeyî 15 hezar karkeran jiyana xwe ji dest dane û got, "Ji bo mezinkirina têkoşîna xwe ya ji bo cîhaneke bê şer û bê talanê, Em ê dakevin qadan." Di daxuyaniyê de bang li AKP'ê hat kirin ku qedexeya Taksîmê rake.