ROJANE
Hemû Nûçe
-
‘Rojnamegerî temînata demokrasiyê ye’
Rojnamegeran bi minasebeta 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê meş li dar xistin û diyar kirin ku Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di nava welatên cihanê de di rêza 154'an de cih digire. -
HDP'ê xwest binçavkiriyên 1'ê Gulanê werin berdan
Rêveberiya HDP'ê ya Bajarê Stenbolê xwest, welatiyên di 1'ê Gulanê de hatin binçavkirin serbest werin berdan. -
Polîsan êrîşî gelê ku AKP'yî protesto dikir kirin
Li navçeya Wan Elbakê, gelê ku AKP'yî protesto kir rastî êrîşa polîsan hat. -
'Me Qirkirina Dêrsim 38 ji bîr nekir em ê nedin ji bîrkirin'
Saziyên Dêrsimî yên li Ewropayê, ji ber 78. salvegea Qirkirina Dêrsim 1937-38 û 100. salvegera Qirkirina Ermeniyan li bajarê Elmanya Kolnê meş û mîtîngek organîze kirin. -
HDP'ê li Topçûlarê buroya hilbijartinê vekir
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kocaeliyê, di çarçoveya xebatên hilbijartinên giştî de buroyan vedike. -
Lîstikvan Buber: Dengê min jî ji HDP'ê re ye
Lîstikvan Yeşîm Buber da xuyakirin ku di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de ew ê destekê bide HDP'ê û got, "Bi danezana hilbijartinê ya HDP'ê re ketim nava coş û kêfxweşiyê. Ev demeke dirêj e pêwîstiya min bi coşeke bi vî rengî hebû." -
Ji PEN a Îranê desteka ji bo HDP'ê
Serokê PEN a Îranê Bahram Rahmanî ku endamê PEN a Navneteweyî ye anî ziman, ku ew destekê dide HDP'ê. -
2 kesên di 1'ê Gulanê de hatin binçavkirin hatin girtin
Kar û barên îfadeyê yên 234 kesên di çalakiyên 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran de hatin binçavkirin, dewam dikin. 2 kesên binçavkirî jî ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. -
Demîrtaş li Parîsê bi nûnerên Elewiyan re hat gel hev
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, di çarçoveya ziyareta xwe ya Fransa de bi nûnerên saziyên Elewî yên li paytext Parîsê re hat gel hev. -
HDP’ê Serokkomarê KKTC Akinci ziyaret kir
HDP’ê Serokkomarê KKTC Mustafa Akinci yê bi piştgiriya ji sedî 60 a gelê bakurê Qibrisê hat hilbijartin ziyaret û pîroz kir. -
Demîrtaş wê roja Yekşemê li Manîsa û Îzmîrê be
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, diçe Manîsa û Îzmîrê -
Demîrtaş li Qada Republique bi deh hezaran re hat gel hev
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Qada Republique ya Parîsê bi deh hezaran Kurdistan û Tirkiyeyiyan re hat gel hev. -
Erdogan, Kurd û tevayî pêkhateyên din tine hesiband
Serokkomarê Tirk Erdogan ê hat Êlihê, înkara pirsgirêka Kurd dewam kir û got, "Yek millet, yek al, yek dewlet; em ê wiiha rêya xwe bidomînin." -
Gel li Lozanê ji bo HDP’ê kom bûn
Li Lozanê bi armanca piştgiriya bi HDP’ê re şevek hat organîzekirin -
Atalan: Meşrûtiyeta serokkomar nemaye
Li hember gotinên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li Êlihê ji namzetê HDP’ê yê Êlihê Alî Atalan bersiv hat. Atalan got: "Ti meşrûtiyeta Serokkomar Erdogan ê hatiye Êlihê nemaye.” -
Di çalakiyên xizmên windayan de AKP û Erdogan hatin şermezarkirin
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan çalakiyên xwe yên lêgerîna dadê berdewam kirin û xwestin ku kiryar bên darizandin û winda bên dîtin. -
Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê bê navber didomin
Xebatên hilbijartinê yên namzetên HDP'ê bê navber berdewam dikin. Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan li Kocaeliyê tevlî bernameyan bû û diyar kir ku ji ber HDP bendava hilbijartinê derbas dike hikûmet ditirse û serî li provokasyonan dide. -
Komîteya 1’ê Gulanê: Wê edalet ji qeşmerên qesrê re pêwîst bike!
Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê, êrîşa polîsan û komên nîjadperest şermezar kir û xwest kesên di bin çavan de bên berdan. Serokê Giştî yê DÎSK’ê Beko got ku li hember êrîş û qedexeya Taksîmê wê gilî bikin. -
PKK’ê ‘şehîdên’ meha Gulanê bibîr anî
Komîteya Rêveber a PKK’ê di daxuyaniya ku di sîteya xwe ya înternetê ya fermî de weşand, şehîdên meha Gulanê bibîr anî. -
2 gundên Ezazê tevlî kantona Efrînê dibin
Şêniyên gundên Meyase û Zeniratiyê yên herêma Ezazê xwestin ku gundê wan têkeve bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê û ji hêzên YPG’ê jî daxwaza parastinê kirin. -
Komalên Ciwan: Divê ciwan bi seferberî ji bo 7’ê Hezîranê bixebitin
Huseyîn Firat ku li ser navê Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyanî da, ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê banga seferberiyê li ciwanan kir. -
Xetereya jiyanê ya Altunbîlek didome
Ozgur Altunbîlek yê ji bo xwe ji êrîşên polîsan a di 1’ê Gulanê biparêze ket otoparkekê û hat kêrkirin, rewşa wî ya tenduristiyê cidî ye. -
YPG bîlançoya meha Nîsanê aşkera kir
Navenda Ragihandina YPG’ê bilançoya şer û pevçûnên ku di nava meha Nîsanê de pêk hatine aşkera kir. -
Tan: Di 7’ê Hezîranê de wê hemû Tirkiye rizgar bibe
Parlamenter û namzetê HDP’ê yê Amedê Altan Tan ku li Stockholmê beşdarî şeva piştevaniya bi HDP’ê re bû, got ku ev coşa salonê coşa hilbijartinê ye û mizgîniya aştiyeke nû û Rojhilateke Navîn a nû ye. -
Asya Abdullah: Çareseriya pirsgirêkan di pergala Kantonan de ye
Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah da zanîn ku ew bawer in bi pergala kantonel a li Rojava hatine avakirin, pirsgirêkên Sûriyeyê bên çareserkirin.