ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Bazîdê 10 ciwanên din hatin girtin
Li Bazîdê ji ciwanên hatin binçavkirin 10 kesên din hatin girtin û bi vî rengî hejmara girtiyan bû 14 kes. -
MUB: Em hêzên berxwedanê yên Xabûr silav dikin
MUB, daxuyaniyeke nivîskî weşand û serketina hêzên berxwedanê yên Xabûr silav kir. -
Ji bo YPG’yiyên li Rojava jiyana xwe ji dest dan li Parîsê bîranîn
Şervanên YPG’ê yên li Rojava di şer û pevçûnên li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dan li Parîsê hatin bîranîn. -
Karlsson: Eger HDP bendê derbas bike Erdogan nikare pergala dixwaze ava bike
Serkonsolosê berê yê Stenbolê yê Swedî Karlsson, diyar kir ku Erdogan mudaxeleyî terzê jiyana gel dike û wek ‘Sultanê Osmaniyan’ xwe xwediyê dewletê dihesibîne. -
Ahmet Şik: Yekane hêza pêşî li AKP’ê bigire HDP ye
Rojnameger-nivîskar Ahmet Şik, di panela ku li Parlamentoya Swêdê pêk hat a têkildarî azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê de axivî. -
Onder: AKP’ê wek ‘tedbîr’ tecrîd li ser Birêz Ocalan pêk anî!
Namzetê HDP’ê yê Enqereyê û berdevkê heyeta Îmraliyê Sirri Sureya Onder tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û planên AKP’ê ji ANF’ê re nirxand. -
Kesê bombe danî avahiya HDP’ê ya Mêrsînê hat teşhîskirin
Kesê ku bombe danî avahiya HDP’ê ya Mêrsînê ji aliyê şahidên bûyerê yên gazî emniyetê kirin ve ji dîmen û wêneyan hate teşhîskirin. -
Serdozgeriya Komarê Mersîn 'herêma xetere' îlan kir!
Girtiyê siyasî Hasan Gulbahar ê li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê tê ragirtin, ji ber wefata xwişka xwe xwest 3 rojan destûra binçavî jê re were dayîn. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê Mersîn weke 'herêma xetere' îlan kir û destûr neda. -
2 xwendekarên Kurd li êrîşa çekdarî rast hatin
2 xwendekarên Kurd ên li Zanîngeha Karabukê dixwînin, duh bi şev li êrîşa çekdarî rast hatin. -
Sedema binçavkirina 11 kesan: Twîtta 'Li ber xwe bide Tofaş, Renaûlt'
Li Bûrsayê, tevî endamên Yekîtiya Karkerên Metal û Midûrê Karên Nivîsê yê Kizil Bayrak Tayfûn Altintaş 11 kes hatin binçavkirin. Derket holê ku polîsan ji bo binçavkirinê bi tenê twîtta 'Li ber xwe bide Tofaş, li ber xwe bide Renaûlt' nîşan dane. -
PE, Rapora Pêşketina Tirkiyeyê taloq kir
Dihat payîn ku PE, Rapora Pêşketina Tirkiyeyê ya sala 2014’an de îro di civîna li Strasbourgê pêk dihat erê bike lê bi awayekî ku dihat payîn, hat taloqkirin. Tê texmînkirin ku di taloqkirina Raporê de, bandora mudaxaleya AKP’ê heye. -
ÎHD: Dozgerî û emniyet agahiyên li ser êrîşa bombeyî aşkera nakin
ÎHD'ê rapora xwe ya li ser êrîşa bombeyî ya li hemberî avahiya HDP'ê ya Edeneyê aşkera kir. Hevserokê ÎHD Şaxê Edeneyê Ongor diyar kir ku teqînê bandor li avahiyên pêşber jî kiriye û ragihand ku emniyet û dozgerî agahiyên di destê xwe de parve nakin. -
Roja şînê ya gelên Kafkas: 21'ê Gulanê
Nûnerê gelê Çeçen ê li Mêrdînê Guler xwest Rûsya bi Qirkirina Kafkas re rû bi rû bê. Guler ev bang li AKP'ê kir: "Bila AKP qirkirina li me hatiye kirin, weke amûreke siyasî ji xwe re bikar nîne." -
Welatparêzê Kurd Huseyin Yaprak cara duyemîn hat girtin
Welatparêzê Kurd Huseyin Yaprak ê li ser daxwaza Tirkiyeyê cara duyemîn hat girtin, rakirin nexweşxaneyê. -
Daxwazên HDP’ê yên ji bo gelê Çerkez
HDP’ê diyar kir ku ew hevparê êşên gelê Çerkez in ku 151 sal berê hatine sirgûnkirin û got: “Daxwazên gelê Çerkez, daxwazên me ne.” -
'Dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin'
Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêzê û Komeleya Hiqûqnasên Mezoptamyayê xwestin dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn û bang li hikûmetê kir ku li gorî hiqûqa demokratîk a aştiya demokratîk wê pê ava bibe, tevbigere. -
HDK: Bila Kamp Armen radestî Ermeniyan bê kirin
HDK’ê nerazîbûn nîşanî hewldanên li dijî Kamp Ermen da û got: “Divê ti kes li hilweşîna ku niha hatiye sekinandin, nefikire. Pêwîst e demildest radestî gelê Ermenî bê kirin." -
Êrîşên li dijî HDP'ê di Rapora Tirkiyeyê ya PE de cih digirin
Raportora Tirkiyeyê ya PE Pîrî da xuyakirin ku ew ê êrîşên li hemberî HDP'ê di Rapora Pêşketina Tirkiyeyê ya sala 2014'an de bicih bikin û xwest, ji HDP'ê re derfetên xebateke azad a hilbijartinê were dayîn. -
Li Helebê 15 çeteyên El-Nusra hatin kuştin
Balafirên Koalîsyona Navneteweyî li Helebê du navendên Cebhet El-Nusra bombebaran kir. Di encamê de 15 çeteyên welatiyên Tirkiyeyê hatin kuştin. -
Mufetîş sextekariya hilbijartina DESOB’ê tespît kir
Derket holê ku di hilbijartinên Odeya Restoranvanan, Kebabvanan û Firoşkarên Şêrînahiyê yên girêdayî DESOB’ê de sextekarî û bêusulî hatiye kirin. -
YSK, serlêdana HDP’ê red kir
4. serlêdana HDP’ê ya bi sedema Erdogan, “Ewlekariya hilbijartinan binpê dike, rayeyên serokkomartiyê yên di Destûra Bingehîn de derbas dike û bi vî awayî li hember partiyekê xebatên hilbijartinan dimeşîne” ji aliyê YSK’ê ve hat redkirin. -
Li Parîsê çalakiya ‘edalet’ê
Pêvajoya lêpirsîna têkildarî yek ji damezrînera PKK’ê Sakîna Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan, endama tevgera ciwanan Leyla Şaylamez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin ku temam bû Kurdistaniyan îro jî çalakî li dar xistin. -
Doza siyasetmedarê Kurd Demîr destpê kir
Doza ku siyasetmedarê Kurd Demîr jê tê darizandin destpê kir -
Balûken: AKP li tecrîdê mukur hat; di hilbijartinê de bi ser bikeve wê şer bide destpêkirin
Endamê Heyeta Îmraliyê Balûken da xuyakirin ku Serokwezîr Davûtoglû li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan mukur hatiye û ji bo mijara "bêçekbûyînê" jî destnîşan kir ku ev biryar a KCK û Ocalan e. -
Li Îzmîrê 11 sosyalîst hatin berdan
Li Îzmîrê endamên ESP, HDP û SGD’ê yên ji ber 1’ê Gulanê hatibûn binçavkirin hatin berdan.