Hikumxwarê ji doza TÎKKO Hasan Gulbahar ku bi darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê re hat girtin û piştî 30 salên di girtîgehê de bi pakêta dadgeriyê ya 4. re di 11'ê Gulana 2013'an de hat berdan, bi israra 11. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê beriya 9 mehan careke din hatibû girtin. Gulbahar di hefteya bihurî de ji bo tevlî merasîma cenazeyê xwişka xwe ya mezin Kafîle Emîrhan bibe destûra binçavî (nezaret) xwest. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê bi biryareke sosret re, destûr neda girtiyê siyasî Gulbahar ku tevlî merasîma cenaze bibe. Dozgerê ku Mersîn weke 'herêma xetere' îlan kir, li nerazîbûna ÎHD û malbata Gulbahar rast hat.
Xwişka girtiyê siyasî Hasan Gulbahar Sema Gulbahar ji ANF'ê re peyivî û diyar kir ku Serdozgerê Komarê yê Osmaniyeyê Alî Îrfan Yilmaz Mersîn weke 'herêma terorê' îlan kiriye û di kesayetiya kekê wê de dixwaze hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehan çavtirsandî bike. Gulbahar got, "Di hefteya bihurî de xwişka me Kafîle ji ber nexweşiyê çû ser dilovaniya xwe. Kekê min Hasan Gulbahar ê 30 salan di zîndanê de ma û piştre derket, lê ji ber heman dozê careke din ew girtin, ji bo tevlî merasîma cenaze bibe û êşa me parve bike destûra binçavî xwest. Tevî ku mafê wî yê qanûnî ye, Serdozgerê Komarê yê Osmaniyeyê Alî Îrfan Yilmaz Mersîn weke herêma xetere îlan kir û destûr neda. Ev biryara dozgerê dewletê cihê fikaran e."
Malbata Gulbahar der barê mijarê de serî li ÎHD'ê da û xwest li dijî bê hiqûqiyê derkevin.