Daxwazên HDP’ê yên ji bo gelê Çerkez
HDP’ê diyar kir ku ew hevparê êşên gelê Çerkez in ku 151 sal berê hatine sirgûnkirin û got: “Daxwazên gelê Çerkez, daxwazên me ne.”
HDP’ê diyar kir ku ew hevparê êşên gelê Çerkez in ku 151 sal berê hatine sirgûnkirin û got: “Daxwazên gelê Çerkez, daxwazên me ne.”
HDP’ê diyar kir ku ew hevparê êşên gelê Çerkez in ku 151 sal berê hatine sirgûnkirin û got: “Divê daxwazên gelê Çerkez êdî di platfomên navneteweyî û dîasporaya Tirkyeyê de, bersiva xwe bibînin. Daxwazên gelê Çerkez daxwazên me ne.”
Desteya Rêveber a Navenda HDP’ê têkildarî salvegera 151. Salvegera surgunkirina Çerkezan a ji aliyê Rûsyaya Çarlik ve hatin surgunkirin de daxuyaniyek nivîskî da.
RASTÎ ASÎMÎLASYONÊ HATIN, BI QIRKIRINAN RE RÛ BI RÛ HATIN
“Em êşa Çerkezan ku ji gelên Kafkasyayê ne û 151 sal berê li her çar aliyê cîhanê belav bûne, jibîr nakin.
Di sala 1864’an de piştî ku Rûsyaya Çarlik, Kafkasya dagir kir şûnde, bi biryara ‘paqijiya etnîkî’ nêzî 1.500.000 Çerkez şandine xaka Osmaniyan. Di surgunê de ji sêyan yekî di rêyan de, li deverên ku bicih bûne jiyana xwe jid est dane. Yên xwe gihandine xaka Osmaniyan jî li her derê belav bûne.
Polîtîkayên asîmîlasyonê pêşa Çerkezan bernedane. Gelê Çerkez di dema Osmanî û Komarê de bi qirkirinê re rû bi rû hatine. Ji mafê ziman, nasname û çandî bêpar hatine hiştin. Yek ji gelên ku herî zêde rastî înkar û asîmîlasyonê hatinê ye.
Di 151. salvegera qirkirin û surgunê de daxwazên ku Çerkezan di platfroma navneteweyî û dîasporaya Tirkiyeyê de aniye ziman, divê êdî bersiva xwe bibîne. Daxwazên gelê Çerkez daxwazên me ne. Emê her tim li alî daxwaz û têkoşîna wan ya hebûnê bin.”
DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?
HDP’ê di daxuyaniya xwe de daxwazên xwe yên ji bo Çerkezan wiha rêz kirin:
“Divê Federasyona Rûsyayê ji Çerkezan lêborînê bixwaze. Divê mafê welatîbûna welatê xwe jî di nav de mafê cot welatîbûnê bide Çerkezan. Ji bo Çerkez vegerin xaka xwe divê zemîna qanûnî bê avakirin.
Divê li Tirkiyeyê dawî li polîtîkayên înkar û asîmîlasyona Çerkezan bê dayîn. Ji bo avabûna aştiya civakî, divê bi hemû baweriyên cuda re mafê ziman, çand û nasnameya Çerkezan jî bê dayîn. Astengiyên li pêş wan bên rakirin.
Divê zimanê gelê Çerkez di asta fermî de bê nasîn.
Divê mafê perwerdehiya zimanê dayikê û mafên çandî bên nasîn.
Ji bo nirxên çandî yên heyî , agahî û belgeyên heyî ji bo nifşê pêşerojê re bê ragîhandin xebat bên kirin, butçe bê veqetandin.
Navê deverên ku hatine guhertin, bê radestkirin.
Îfadeyên nîjadperest yên di pirtûkên dibistanê de yên têkildarî Çerkezan de bên paqijkirin.”