ROJANE
Hemû Nûçe
-
Girtiyê MKP'î Kadîr Yildiz dest bi greva birçîbûnê kir
Girtiyê MKP'î Kadîr Yildiz ê li girtîgeha Kandirayê, ji bo piştgiriyê bide berxwedêrên greva birçîbûnê yên dixwazin tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe, dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kir. -
Yekîtiya Hêza Demokratîk a Brîtanyayê ji bo meşê bang kir
Yekîtiya Hêza Demokratîk a Brîtanyayê berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir û ji bo meşa 2'ê Adarê banga tevlîbûnê kir. -
Sendîkavanên li sirgûnê serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin
Piştgiriya ku ji bo çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê roj bi roj zêde dibe. Komek ji sendîkavanên li sirgûnê serdana çalakgeran kirin û ji gelên Tirkiyeyê xwest, ku ji bo bidawîbûna tecrîdê çalakiyên xwe zêde bikin. -
NCDK û Meclîsên Jinan kongreyên xwe pêk anîn
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsên Jinan ên li Ewropayê li gelek bajaran kongreyên xwe pêk anîn. -
Li kongreya Partiya Çep piştgiriya ji bo greva birçîbûnê
Di kongreya Partiya Çep de ya li bajarê Bonnê, piştgirî ji berxwedêrên greva birçîbûnê re hate dayin. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret jî li kongreyê axivî. Heyeta HDP'ê hin hevdîtin jî kir. -
ROJEVA 25'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Sibata 2019'an. -
Kongreya Star nameyek ji Leyla Guven re şand
Rêxistina Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameyek ji Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven re şand ku 109 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye. -
Berxwedêrên Strasboûrgê: Li her derê em bi hev re rabin ser piyan
Berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ku 70 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe didin gotin, "Ji ber ku em pê bawer in, em bi rengekî serbilind li ber faşîzmê radibin." Berxwedêran bang kirin: "Li her derê divê em bi hev re rabin ser piyan." -
Nûçegihan Zehra Dogan hate berdan
Nûçegihan û şêwekar Zehra Dogan ku ji ber bi nûçe, şêwekariya xwe ya ku hovîtiya dewleta Tirk a li Nisêbînê, li ber çavê hemû cîhanê deşîfre kirî, hatibû girtin, hate berdan. -
Alfonsî : Divê welatên Ewropayê demildest bikevin tevgerê
Parlamenterê berê yê Parlamenta Ewropayê Françoîs Alfonsî yê ji Korsîkayê got, divê welatên Ewropayê demildest ji bo grevên birçîbûnê bikevin nava liv û tevgerê. -
CPT ku sala 2007'an kete nava liv û tevgerê, çima niha bêdeng e?
Rojnamevan Hasan Akbaba ku sala 2007'an tevî 18 siyasetmedar û nûnerên saziyan ketibû greva birçîbûnê, bal kişand ser cudahiya helwesta CPT a wê demê û niha. -
Îstixbarata Elman li ser PKK'ê bulteneke taybet amade kir
Îstixbarata Elman li şûna ku karên sîxuriyê yên rejîma Erdogan û rêxistinên Nazî bişopîne, saziyên Kurdan dike hedef. -
ROJEVA 24'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Sibata 2019'an. -
Çalakiyên ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê didomin
Kurdistanî li Elmanya, Swêd, Fransa û Hollandayê bi dostên xwe re daketin qadan, tecrîd şermezar kirin û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin. -
Dayikên Şemiye aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn yê ku 23’ê Sibata 1995’an hatibû destgîr kirin û piştre hatibû windakirin. -
Demîrtaş serî li Rêveberiya Mezin a DMME'yê da
Selahattîn Demîrtaş biryara ku DMME'yê li ser dayî û xalên dijber ên biryarê ku serbestberdana wî jî di nav xwe ve de vedihewîne bire Rêveberiya Mezin a DMME'yê. -
Yagiz bi zorê diaxive û radikeve
Greva birçîbûnê ya li Nûnertiya Hewlêrê ya HDP'ê kete roja 95'an. Rewşa tendiristiyê ya Yagiz giran dibe. -
Girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de dixin hucreyan!
Diyar bû 6 jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê ku di greva birçîbûnê de ne, di hucreya yek kesî de têne girtin. Li Duzceyê jî Suleyman Benzer avêtin hucreya yek kesî. -
Tevgera Ciwanan li dijî tecrîdê pêngava çalakiyê da destpêkirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ''Pêngava Bijî Serok Apo'' da destpêkirin. -
Li Bahçelîevler bloka desthilatdariyê dibe ku winda bike
Li gorî HDP'ê ya ku li 15 navçeyên Stenbolê namzet nîşan dane û li hin navçeyan bi hêzên demokrasiyê re daye ber xwe ku bi bloka AKP-MHP'ê bide windakirin, pêkan e ku AKP were şikandin. -
‘Ji bo hêvî mezin bibin min gaveke biçûk avêt’
Girtiyên bi navê Erdem Aktî û Mustafa Turkan ku di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne gotin, ''Ji bo hêvî mezin bibin me gaveke biçûk avêt û niha jî di nav rêwiyan de cihê xwe em digirin''. -
Girtiyên di çalakiyê de avêtin hicreyan
Girtiyên ku li girtîgehên Xarpêt û Wanê di greva birçîbûnê de ne, ji hêla rêveberiya girtîgehê ve avêtine hicreyên yek kesî. -
Temellî: Muxatabê yekemîn rêzdar Ocalan e
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got, ''Tecrîdê sinorê Îmraliyê derbas kiriye û tevahiya civaka Tirkiyeyê dibin tecrîdê de ye. Divê ev tecrîd bê şikandin'' -
ROJEVA 23'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'yê Sibata 2019'an. -
Ji bo grevên birçîbûnê li Sydneyê çalakî hate lidarxistin
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, ji bo piştgiriya bi berxwedêrên greva birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin.