CPT ku sala 2007'an kete nava liv û tevgerê, çima niha bêdeng e?

Rojnamevan Hasan Akbaba ku sala 2007'an tevî 18 siyasetmedar û nûnerên saziyan ketibû greva birçîbûnê, bal kişand ser cudahiya helwesta CPT a wê demê û niha.

Ji 18 çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê rojnamevan Hasan Akbaba ku çalakiya wan 39 rojan dewam kiribû, qala wê demê û helwesta CPT kir.

Akbaba diyar kir, di destpêka çalakiyê de rewşeke bêdeng hebû û got, "Raya giştî ya Ewropayê, sazî hemû bi taybetî CPT bêdeng bûn. Li Tirkiyeyê jî rewşa siyasî nediyar bû, ji aliyê AKP'ê ve. Piştre dema ku me agahî ji Rêbertî girt, me bi israr xwest ku sozê ji CPT'ê werbigirin. Yanî me ji wan xwestin ku bi xwe biçin dîtina Rêbertî. CPT dîsa em mijûl kir. Di roja 35 û 36'an de Rêbertî bi xwe heyetek şand.

Piştre me nîqaş kir. Herî dawî CPT sozek da me. Digotin, 'Eger hûn dest ji çalakiyê bernedin em ê nikaribin biçin (Serdana Ocalan). Eger hûn dest ji çalakiyê berdin em ê wê karibin biçin. Em soz didin, eger hûn dest jê berdin em ê biçin Îmraliyê. Lê belê eger hûn dest jê bernedin û em biçin, wê ev weke 'şantajê' were dîtin. Lewma zorê dide me; weke ku em bi ya we dikin. Ev yek zorê dide me, lê hûn dest ji çalakiyê berdin, weke ku em bi îradeya xwe diçin û em ê agahiyê bidin we'. Piştî ku me soza çûyîna Îmraliyê ji CPT wergirt, di roja 39'an de me dawî li çalakiya xwe anîn."

Hasan Akbaba anî ziman, hefteyek piştî bidawîbûna çalakiya wan, CPT agahî şand ji wan re û diyar kir ku bi Ocalan re hevdîtin kiriye.

DÎPLOMASÎ Û ÇALAKIYÊN GEL KIR KU CPT WÊ DEMÊ BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ

Akbaba ragihand, gelek hêzên Ewropî di destpêka çalakiya wan de helwesta xwe diyar nedikirin û got, "Piştre dema ku cidiyeta mijarê fêhm kirin, CPT bi însiyatîfa xwe kete nava liv û tevgerê. Lê belê sekna me û liv û tevgera girseyî ya gel a wê demê kir ku CPT bikeve nava liv û tevgerê. Ji demokrasiya du alî bêhtir, gel di asta serhildanê de her roj dihate Strasboûrgê û vê yekê bandor kir. Wê demê bi giranî dîplomasiya gel dihate kirin. Ne tenê li Strasboûrgê li her devera Ewropayê çalakî hebûn. Bi serhildanê xwedî li çalakiyê derdiket."

Akbaba anî ziman ku wê demê li dijî tecrîdkirina Ocalan wan dixwestin hevdîtin pê re bê kirin û piştre dawî li nêzîkatiyên nebaş ên li dijî Ocalan were anîn.

ŞIKANDINA TECRÎDÊ AFIRANDINA DESTKETIYÊN SIYASÎ YE

Akbaba diyar kir, şert û mercên niha hinekî cuda ye, rewş siyasî bûye û got, "Şikandina tecrîdê tê wateya şikandina faşîzma AKP'ê. Tê wateya şikandina çalakiyên li derveyî demokrasiyê û nêzîkatiyên dewletê. Tê wateya şikandin dorpêçiya li ser Şoreşa Rojava. Dema ku bi rengekî giştî were nirxandin, wê bê dîtin ku berxwedana îro li gel şikandina tecrîdê, afirandina destketiyên siyasî ye. girîng e meclîsên gel, komele, sazî û yekîtiyên li Ewropayê bi vê hişmendiyê tevbigerin."

MÎNA LEYLA GUVEN DIVÊ HER KES JI BER XWE VE BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ

Akbaba bal kişand ser cudahiya konjontura siyasî ya navbera serdema 2007 û 2019'an kir û got, "Wê demê Yekîtiya Ewropayê û Hêzên Navnetweyî di çarçoveya 'Îslama nerm' de mîsyonek didan AKP'ê. Wê mîsyonê dewam dikir û ji AKP'ê jî bawer dikirin. Ji wan hebû ku wê AKP dewletê ji nû ve dîzayn bike, yanî 'Îslama nerm' bixe meriyetê. Hesabê wê dikirin ku AKP wê peymanên Ewropayê bi cih bîne. Tevî ku helwesta me û rabûna ser piyan a gel wê demê bandor kir jî, ji bo AKP nekeve nava zor û zehmetiyê, CPT helwest guherand. Ji ber polîtîkayên wê demê, berî ku çalakî bigihêje asta krîtîk, CPT kete dewrê."

Akbaba ragihand, şert û mercên niha ji yên sala 2007'an cuda ye, ji bo Tirkiye bi temamî ji Ewropayê qut nebe, zêde zextê li rejîma AKP'ê nakin û got, "Ji ber vê yekê divê em Kurd bi xwe gavê biavêjin. Çawa ku hevala Leyla ne li benda kesî bû û gav avêt, divê her welatparêzên Kurd jî bi xwe bikeve nava liv û tevgerê."