ROJANE
Hemû Nûçe
-
Polîsên Tirk ên bi fermana Erdogan dîsa bi ser HDP'ê de girtin
Bi çarçoweya operasyona qirkirinên siyasî polîsên Tirk ên bi fermana Erdogan bi ser avahiya navçeya HDP'ê ya Nazillî de girtin, hevserok Sînan Bayrak destgîr kirin. -
Girtiyên TKP/ML dest bi greva birçîbûnê dikin
Girtiyên ji doza TKP/ML grevên birçîbûnê silav kirin û diyar kirin ku wê ji bo 5 rojan bikevin greva birçîbûnê. -
Temellî serdana esnafan kir
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Esenlerê serdana esnafên halê kir. Temellî got, "Di 31'ê Adarê de em desthilatdariyê tevî qeyûmên wan ji holê rakin." -
Sendîkvanên Îngilîz li dijî tecrîdê dikevin greva birçîbûnê
Sendîkavanên Îngilîz, ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan, li paytext Londonê dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan dikin. -
Platforma jiyanê li Awûstûrya û Hambûrgê jî ava bû
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê û li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê "Platforma jiyanê ya li dijî tecrîdê" ava bûn. -
Ciwan li Parîsê daketin qadan
Aktîvîstên Tevgera Şoreşger û JXK'ê li herêma Sacré Cœur a Parîsê çalakiyek li dar xistin û bal kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê. -
Roja 73'an a greva li Strasboûrgê: Pirsgirêkên mayinde rû didin
Li berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê pirsgirêkên tenduristiyê yên mayinde rû didin. Doktor hem dixwazin ji bo çareserkirina pirsgirêkê gav werin avêtin, hem jî hurmet ji ıradeya çalakgeran re bê nîşandan. -
TAZ'ê cihekî berfireh da greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê
Yek ji rojnameyên rojane yên li Elmanyayê TAZ'ê cihekî berfireh da greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ku ji alilyê 14 siyasetmedar û aktîvîstên Kurd ve tê meşandin. -
Platforma Jiyanê ya li dijî tecrîdê: Em berxwedanê geş bikin
'Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê' ji bo xwedîderketina li berxwedêrên greva birçîbûnê bang li her kesî kirin ku 2'ê Adarê tevlî mîtînga li Kolnê bibin. -
ROJEVA 27'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Sibata 2019'an. -
Koç bang kir: Bila her kes berê xwe bide Brukselê
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç ku li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye, ji bo meş û mîtînga 27'ê Sibatê ya li Brukselê banga tevlîbûnê kir. -
Girtî dikevin greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger - NÛ BÛ
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ragihandin, ji 1'ê Adarê û pê ve wê li zindanan hemûyan bikevin greva birçîbûnê heta ku tecrîd ji holê rabe. Girtiyan ji bo şikandina faşîzmê bang kirin û gotin, "Bibin dengê berxwedana me." -
Glynn: Bi faşîzmê re danûstandin nabe, tenê têkoşîn dibe
Aktîvîsta Îngilîz a li Skoçyayê Saray Glynn diyar kir, ku helwesta CPT û KE'yê ya li ser grevên birçîbûnê 'surprîz' nîne û got, "Bi hikumeta faşîst a li Tirkiyeyê re danûstandin nabe, têkoşîn dibe." -
Qetlîamên dewleta Tirk wê li Parlementoya Swêdê were nîqaşkirin
Qetlîamên ji ber bomberdûmanên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û girtin wê li Parlementoya Swêdê were nîqaşkirin. -
Girtiyên MLKP’ê 1’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê dikin
Girtiyên ji doza MLKP’ê yên li girtîgehên Tirkiyeyê bi armanca protestokirin û dawîlêanîna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 1’ê Adarê dest bi greva birçîbûnê dikin. -
Parêzeran ji bo dîtina Ocalan serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, cara 793'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Ayhan Bîlgen: Şêniyên Qersê wê xwedî li HDP'ê derkevin
Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Qersê Ayhan Bîlgen: 31'ê Adarê wê rûpelekî nû vebe û ji bo çanda jiyana bi hev re veguhere rêveberiyeke pirreng û eşkere, wê bibe rojeke diyarker. -
Bi kenê xwe rojê tav bide Gula min -NÛ BÛ
Reyhan û Bejan Îke nameyek ji Gulîstan Îke re nivîsand: Ji bo rûbar bi rengê lîlozan neherikin li ser vê axê, sêv tama jiyanê bidin, Newroz rastbiharên azad bizên tu bi kenê xwe rojê tav de bedewa min. -
ROJEVA 26'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Sibata 2019'an. -
Girtiyên siyasî yên di grevê de derb kirin
Gardiyanên ku girtiya siyasî ya li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê Zozan Kûtûm a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di geva bêdawî û bêdorveger de ye, ji bo rûniştina doza wê dibirin Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvriyê derb kirin. -
Înîsîyatîfa Hevgirtina bi Zindanan re: Leyla Guven rûmeta me ye
Înîsîyatîfa Hevgirtina bi Zindanan ya Marmarayê xwest li pêşiya walîtiya Stenbolê çalakiyê li dar bixe. Piştî ku çalakî hate qedexekirin, endamên înîsîyatîfê heta Sîrkeciyê meşiyan. -
Salih, derbarê avakirina Mûsûlê bi ÛNESCO’yê re civiya
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, ji bo avakirina Mûsûlê li Parîsê çû serdana navenda ÛNESCO’yê. -
Bûldan: Tecrîd divê tavilê were rakirin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, "Her kesên alîgirê aştî, demokrasî û edaletê yên li Tirkiyeyê divê li ber tecrîdê rabin." -
Polîs li pêşiya çalakiya li ber Girtîgeha Bakirkoyê bûn asteng
Însiyatîfa Piştevaniya bi Zindaniyên li Marmarayê re, li ser grevên birçîbûnê xwest li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyê bide çapemeniyê, lê polîsan pêşî li çalakiyê girtin. -
Li Gallerê piştgiriyeke xurt ji bo Îmam Şîş tê dayin
Li bajarê Newport ê Gallerê, ji bo Îmam Şîş ê ku 71 roj in di greva birçîbûnê de ye piştgiriyeke xurt tê dayin.