ROJANE
Hemû Nûçe
-
Parlamenterê Swîsreyî: Tecrîd ne ya qebûlkirinê ye!
Parlamenterê Swîsreyî Raoûl Jaeggî got, "Ji ber ku ti rê li pêşiya mirovan nehate hiştin, mirovan ji bo îfadekirina fikrê xwe dest bi greva birçîbûnê kirin" û diyar kir, tecrîdkirina Ocalan ne ya qebûlkirinê ye. -
8 girtiyên din jî ketin greva birçîbûnê
Li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê 6 girtî, li Girtîgeha Patnosê jî 2 girtî ketin greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan. -
Malbata girtiya çalakger: Em bi wan re dihelin
Malbata Reyhan Coşmûşlû ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê ji 17'ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku ew bi wê re dihelin. -
'Em daxwaza azadiyê ya gelê xwe bi statuyê tacîdar bikin'
Girtiyên li girtîgeha Kandirayê ku 66 roj in di greva birçîbûnê de ne gotin, "Em êdî daxwaza azadiyê ya gelê xwe bi statuyê misoger bikin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em amade ne bidin." -
ROJEVA 21'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Sibata 2019'an. -
Tecrîd li Hambûrgê hate şermezarkirin
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hambûrgê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de berxwedana grevên birçîbûnê hate silavkirin. -
Li depoyeke çekan a Baregeha Sarikayayê teqînek pêk hat
Di depoyeke ya çekan a Baregeha Sarikaya a navçeya Polatli ya Enqereyê de pêk hatiye. -
Ûgûr Şakar ji bo Ocalan xwe şewitand
Kurdê bi navê Ûgûr Şakar li bajarê Krîefeldê ya Elmanyayê saet di 10.00’an de li pêşiya dadgehê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe şewitand. -
Temellî: Heta ku tecrîd neqede, wê kabûs jî neqedin!
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî çû serdana Leyla Guven. Temellî got ku, “Sedema van kabûsên me, tecrîd e” û bang li saziyên navneteweyî û desthilatdariyê kir. -
Encamên dîplomatîk ên berxwedana li Strasboûrgê
Berxwedana greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê 66 roj in dewam dike û piştgiriyeke xurt ji raya giştî ya Ewropayê dibîne. Tenê li Strasboûrgê zêdeyî 200 hevdîtin hatin kirin. Armanc ji hevdîtinan jî zêdekirina piştgiriyê ye. -
Welatparêzê Kurd Ogûz wefat kir
Halîl Ogûz ku ji destpêka salên 1990'î ve li Elmanyayê bû, ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da. -
Bîlgen: Em ê çarenûsa Qersê biguherînin
Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariyê Ayhan Bîlgen got, "31'ê Adarê wê çarenûsa Qersê biguhere." -
Guven: Pêwîstiya gelên Rojhilata Navîn bi Ocalan heye
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven peyameke nivîskî ji 2. Konferansa Ciwanan a Rojhilata NavÎn re şand û diyar kir, ji bo çareserî û aştiyeke mayinde ya li Rojhilata Navîn ji her demê bêhtir pêwîstî bi Ocalan û nêrînên wî hene. -
CPT têkilî greva birçîbûnê xwe kumkumand
Sekreterê Rêveberiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) Rêgit Brillat têkilî grevên birçîbûnê bersivên zelal neda û got, wan bi rayedarên Tirk re 'diyalogeke çalak' danîne. -
Vê carê wê nikaribin agir vemirînin
Zafer Saglam ê li Girtîgeha Tîpa L Hejmara 5'an a Sîlîvriyê ji 26'ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê de ye, beriya niha bedena xwe dabû ber agir. Saglam got, "Vê carê wê hêza kesî têra temirandinê neke." -
ROJEVA 20'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Sibata 2019'an. -
Berxwedana Strasboûrgê: Ne sibe, niha xwedî lê derkevin
Berxwedana li Strasboûrgê 65 roj li pey xwe hişt. Serdana ji bo çalakgeran dewam dike. Bang li Kurdan hemûyan tê kirin ji bo berxwedanê mezin bikin. -
HDP’ê li 12 herêmên Anatolya Navîn namzet nîşan da
HDP’ê li Herêma Anatolya Navîn 2 bajarên mezin jî di nav de bi giştî ji bo 12 şaredariyan wê bi namzetên xwe beşdarî hilbijartinê bibe. -
‘Hikumeta Elmanyayê tecrîdê rexne dike lê tiştekî nake’
Etnolog û siyasetmedarê Partiya Çepgir Elke Dangeleît diyar kir ku hikumeta Elmanyayê di warê tecrîda li ser Ocalan de, naxwaze Erdogan hêrs bike. -
AKP’ê li Îdir û Qersê li hemberî HDP’ê namzetên xwe bi paş ve kişand
AKP’ê li Îdir û Qersê ji ber xurtbûna HDP’ê namzetên xwe yên şaredariyê bi paş ve kişand. AKP wê piştgiriyê bide MHP’ê. -
Qeyûmê Wanê ji Yozgatê ‘karker’ anî, çawiş kir zabita
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku ji aliyê rejîma AKP’ê hatibû dagirkirin, çawişên pispor dike zabita û ji Yozgat û Kayseriyê ‘karker’an tîne li şaredariyê bi cih dike. -
Berxwedana li Strasboûrgê: Dibe ku nexweşiyên mayinde rû bidin
Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 14 berxwedêr 65 roj in li Strasboûrgê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Rewşa tenduristiyê ya berxwedêran roj bi roj nebaş dibe û metirsî heye ku rîskên mayinde rû bidin. -
Li Erdîşê vekirîna buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
HDP’ê li Wanê Erdîşê buroya xwe ya hilbijartinê vekir. Gelê Erdîşê got ku wê li hemberî dizan xwedî li daxwaza Leyla Guvenê derkeve. -
Şandeya Çavdêr a Greva Birçîbûnê serdana Girtîgeha Bakirkoyê kir
Şandeya Çavdêr a Greva Birçîbûnê serdana girtiyên siyasî yên greva birçîbûnê yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê kir. Polîsan nehiştin ku şande piştî serdanê li ber girtîgehê daxuyaniyê bide. Şandeyê diyar kir rewşa girtiyekî ne baş e. -
Bûldan: Bi têkçûna AKP'ê re wê her kes aram bibe
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku tecrîd xwe dispêre faşîzmê û berxwedêr silav kir. Bûldan bal kişand ser vî tiştî ku Tirkiye li ser xaçerêkekê ye bi têkçûna AKP’ê re ew ê her kes aram bibe.