ROJANE
Hemû Nûçe
-
Aktîvîstê Awûstralyayî ji bo piştgiriyê kete greva birçîbûnê
Aktivîstê Awûstralyayî Canopy, ji bo piştgiriyê bide berxwedêrên greva birçîbûnê yên bi armanca protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi hefteyekê kete greva birçîbûnê. -
317 girtî di greva birçîbûnê de ne
Ji bo bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê û pêkhatina azadiya Ocalan, li 62 girtîgehan 317 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. -
Serlêdana hevdîtinê ya bi Ocalan re nehate qebûlkirin
Serlêdana hevdtînê ya parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sê girtiyên din ên li Imraliyê dîsa nehate qebûlkirin. -
'Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê' ava bû
Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê 'Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê' ava bû. -
Enqere xwe ji komkujiyê bêrî dike!
Di doza têkilî komkujiya Enqerê de ya 10'ê Cotmeha 2015'an, ku zêdetirî 100 kesî hatibûn kuştin, delîlên girîng tine hatin hesibandin. -
200 leşkerên DYE'yî wê li Sûriyeyê bimînin
Piştî ku Serokê DYE'yê Donald Trûmp diyar kir ku wê yekîneyên Emerîkî ji Sûriyeyê vekişin, biryareke nû hate dayin. Li gorî vê yekê wê 200 leşkerên Emerîkî li Sûriyeyê bimînin. -
Serpîl Kemalbay bû namzeta HDP'ê ya ji bo Serokatiya Meclîsê
HDP'ê, parlamentera xwe ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay ji bo Serokatiya Meclîsê kir namzet. -
9 rêxistinên civakî yên sivîl nameyek ji Wallstrom re şandin
9 rêxistinên civakî yên sivîl ên li Swêdê nameyek ji Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom re şandin û bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê ku li asta krîtîk e. -
Berxwedêrên li Kasselê nameyek ji şaredar re şandin
Omer Bagdûr û Cemal Kobanê ku li bajarê Kassel ê Elmanyayê 24 roj in di greva birçîbûnê de ne, nameyek li ser daxwazên xwe ji Şaredarê Bajarê Mezin ê Kasselê re şandin. -
Tecrîd li Bellînzona û Bernê hate şermezarkirin
Li bajarên Bellînzona û Bernê yên Swîsreyê çalakî hatin lidarxistin û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. -
Medya Elman hewl dide çalakiya Şakar manîpule bike
Ji bo çalakiya Ûgûr Şakar ê li bajarê Krefeld ê Elmanyayê bedena xwe da ber agir bê manîpulekirin, di medya Elman de nûçeyên bi agahiyên nerast tên çêkirin. -
Elmanya li ser grevên birçîbûnê xwe ker, kor û lal dike
Musteşarê Wezîrê Karên Hundir Mayer hem dibêje, di nava sê mehan de 120 xwepêşandan hatine kirin, hem jî îdîa dike ku ji bilî nûçeyên di çapemeniyê de tên weşandin, agahiya wan ji tiştekî din nîne. -
'Ruhê Apoyî yê li Kobanê, nîşan da ku tecrîd pûç bûye'
Parlamenterê HDP'ê yê serdemên 25 û 26'an ê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û got, ya ku bi tecrîdê xwest bikin, nekarî bikin. -
Girtiyên di grevê de ne: Hêvî û baweriya me gelekî mezin e
4 girtiyên li Girtîgeha Tokatê ku 5'ê Çileyê dest bi greva birçîbûnê kirin, diyar kirin ku ew çalakiya xwe bi biryardariyeke mezin didomînin û heta daxwazên wan bi cih werin anîn wê çalakiya xwe bidomînin. -
ROJEVA 22'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Sibata 2019'an. -
Partiyên Kurd protokol îmze kirin
Partiyên Kurd li Amedê protokola hilbijartinê îmze kirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civînê de axivî û got ku, “Di 31’ê Adarê de wê serkeftin ya me be.” -
Ji Behra Reş hatin serdana Leyla Guven
Endam û rêveberên HDP’ê yên ji bajarên Behra Reş çûn serdana Leyla Guven. -
Konca: Ji xweşewitandina Şakar hikûmeta Elman berpirs e!
Parlamentera berê ya Sêrtê ya HDP'ê Besîme Konca got li Krefeldê ya Elmanya ji xweşewitandina Ugur Şakar hikûmeta Elman berpirs e. -
Grevên birçîbûnê yên li Hewlêr-Mexmûrê didomin
Nasir Yagiz 93 roj, Fadîle Tok jî 33 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hewlêr û Mexmûrê di greva birçîbûnê de ne. -
TCŞ: Em her cihî bikin qada berxwedanê!
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bang kir ku bi armanca protestokirina tecrîdê û xurtkirina berxwedana grevên birçîbûnê, di serî bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê, li tevahiya Ewropayê çalakî bên kirin. -
Parêzeran ji bo dîtina Ocalan cara 792'an serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, cara 792'an serî li rayedaran dan. -
Guven ê girtî: Bihar wê bi berxwedanê were
Yek ji çalakgerê greva birçîbûnê Ridvan Guven ku ev 67 roj in di greva birçîbûnê de ye, got, ''Bi biryardariya ji pola ya ku pêngavê derxistî holê û bi baweriyê me dest bi hilweşîna dîwarên faşîzmê kir'' -
Nûçegihan Okatan hate destgîrkirin
Nûçegihana Arti Gerçekê Derya Okatan hate destgîrkirin. -
Parlamenterê Swîsreyî: Tecrîd ne ya qebûlkirinê ye!
Parlamenterê Swîsreyî Raoûl Jaeggî got, "Ji ber ku ti rê li pêşiya mirovan nehate hiştin, mirovan ji bo îfadekirina fikrê xwe dest bi greva birçîbûnê kirin" û diyar kir, tecrîdkirina Ocalan ne ya qebûlkirinê ye. -
8 girtiyên din jî ketin greva birçîbûnê
Li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê 6 girtî, li Girtîgeha Patnosê jî 2 girtî ketin greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan.