ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn
Dayikên Şemiyê cara 727’an li hev kom bûn û li aqûbeta xwendekarê zanîngehê Cuneyt Aydinlar pirsîn ê ku di 28’ê Sibata 1994’an de piştî ku hatibû destgîrkirin, hatibû windakirin. -
Fermandariya YBŞ-YJŞ'ê şehîdên Xanesorê bi bîr anî
Fermandariya YBŞ-YJŞ'ê, di salvegera duyan a berxwedana Xanesorê de şehîdên Xanesorê bi bîr anî, got planên dagirkeran û maşikên wan hatine pûçkirin û sala 2019'an wê bibe sala şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
Serlêdana hevdîtinê ya malbatan dîsan hate redkirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê dîsa serlêdan red kir. -
Hevserokê KCD’ê Ozturk: Kilîda aştiyê Ocalan e
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê li dijî Kurdan têk çû, ji bo ku xwe li ser lingan bigre tecrîda li ser Ocalan giran kir. Ozturk da zanîn ku CPT bi sersariya xwe bûye hevkarê sûc yê AKP’ê û xwest CPT li peyîra xwe rabe. -
Kurdên li Libnanê...
Komeleya Newroz a li paytexta Libnanê Bêrûdê weke navenda Kurdên vir tê qebûlkirin. Komeleya Newrozê 2014'an bi fermî hate vekirin û ji hingî ve xebatên xwe yên çandî û civakî dike. Serokê komeleyê jî Hennan Osman e. -
ROJEVA 2'YÊ ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Adara 2019'an. -
Cezayê disîplînê dan 4 girtiyên di grevê de
Ji bo piştevaniya bi grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya wekîla HDP’ê Leyla Guven re 4 girtiyên li Girtîgeha Kirikarê greva birçîbûnê ya 3 rojan dabûn destpêkirin. Cezayê disîplînê li 4 girtyan hate birîn. -
Heyeta Çavdêriyê ya Grevên Birçîbûnê: Rewş krîtîk e!
Heyeta Çavdêriyê ya Grevên Birçîbûnê ku serdana girtiyên li Girtîgeha Sîlîvrî yên di grevê de ne kir, hişyariya ‘rewş krîtîk e’ da. -
Li Bremenê platforma li dijî tecrîdê ava bû
Li Bremenê 'Platforma Jînkirina Jiyanê ya li dijî Tecrîdê' ava bû. -
NAV-YEK deng bidin dengê qêrîna Leylayan!
Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiya (NAV-YEK) û hemû pêkhateyên wê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li gelê Kurd hemû kesên demokratîk û alîgir kir ku bi girseyî tevlî çalakiya sibe ku wê li Kolnê bê lidarxistin bibin. -
Malbatê ji bo dîtina Ocalan serlêdan kir
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir. -
ATÎK, YJKE û FEDA'yê ji bo meşa li Kolnê bang kir
ATÎK, YJKE û FEDA'yê ji bo meşa 2'ê Adarê ya li Kolnê ku wê ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê pêk were banga tevlîbûnê kirin. -
Li girtîgehan 331 girtî di greva bêdawî û bêdorveger de ne
Hijmara girtiyên ku li dijî tecrîdê ya li girtîgehên Tirk ketine greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bûne 331. Hê nayê zanîn bê ka piştî biryara 1'ê Adarê çend girtiyên din yên PKKk'ê û PAJK'ê dest bi greva birçîbûn -
De Groote: Ji bo grevên birçîbûnê pêwîstî bi hişekî hevbeş heye
Seroka Parlamenta Frankofon a Brukselê Julie De Groote got, grevên birçîbûnê yên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên kirin divê veguherin hişekî hevbeş. -
Li Mûsilê bi wesayiteke bombebarkirî êrîşek pêk hat
Li bajarê Mûsil ê Iraqê, êvara Pêncşemê bi wesayiteke bombebarkirî êrîşek pêk hat. Di êrîşê de herî kêm kesek mir, 13 kes jî birîndar bûn. -
DGH'ê li dijî tecrîdê li gelek bajaran çalakî pêk anî
Koordînasyona DGH'ê diyar kir, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan li gelek bajaran çalakî pêk anîne. -
HBDH: Xwedî li daxwazên gelê Kurd derkevin
Nûnerê HBDH'ê Ferzad Can ji bo mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê bang kir û got, "Eger karker û kedkarên Tirk dixwazin ji zilma faşîzmê û barbariya şerê mêtingeriyê rizgar bibin, divê xwedî li daxwazên gelê Kurd derkevin." -
Turk bersiv da gefa 'qeyûm': Wê ne hêsan be!
Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk bersiv da gefa Erdogan a bi 'qeyûmtiyê' xwar û got, "Ev ê welê bi hêsanî nebe." -
'DAÎŞ'iyên cotwelatî em nikarin bistînin'
Seroka Giştî ya partiya desthilatê CDU'yê Kramp-Karrenbauer, xwest ku welatîbûna Elman a DAÎŞ'iyên cotwelatî yên ku YPG-QSD'ê ew girtine, were betalkirin û neyê hiştin ku ew werin Elmanyayê. -
Parlamenterê Swêdî li dijî tecrîdê dikeve greva birçîbûnê
Parlamenterê Partiya Çep Daniel Riazat diyar kir, ji bo piştevaniya bi Leyla Guven û berxwedêrên li zindanan ên li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne, wê roja Înê li Parlamenta Swêdê dest bi greva birçîbûnê bike. -
Hewldana Mereşê: Ji bo parastina jiyanê em ê li Kolnê bin
Bangeke din a ji bo tevlîbûna li meşa li Kolnê ji Hewldana Mereşê hat. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Mereşiyên welatparêz, ji bo parastina jiyanê û azadiyê, em ê 2'ê Adarê li Kolnê bin." -
NAV-DEM, FCDK Kawa û FED-MED'ê ji bo meşa li Kolnê bang kirin
NAV-DEM, FCDK Kawa û FED-MED'ê ji bo meşa roja Şemiyê ya li Kolnê ku ji bo piştevaniya berxwedêrên greva birçîbûnê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin. -
KCDK-E: Ji bo şikandina tecrîdê 2'ê Adarê li Kolnê bin
KCDK-E ji bo meş û mîtînga 2'ê Adarê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kir û got, "Em bi xurtî tevlî meş û mîtînga 'tecrîdê ji holê rake, faşîzmê hilweşîne' bibin." -
PKAN: Em li qadan bibin dengê berxwedêran
PKAN'ê ji bo piştevaniya berxwedêrên greva birçîbûnê banga tevlîbûna li meşa roja Şemiyê ya li Kolnê kir. -
AvEG-Kon: Em 2'ê Adarê li Kolnê bin
AvEG-Kon'ê ji bo çalakiya 2'ê Adarê ya li Kolnê ku li dijî tecrîdê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.