Li Bremenê platforma li dijî tecrîdê ava bû

Li Bremenê 'Platforma Jînkirina Jiyanê ya li dijî Tecrîdê' ava bû.

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, bi beşdariya gelek pêkhateyan 'Platforma Jînkirina Jiyanê ya li dijî Tecrîdê' ava bû.

Pêkhateyên însiyatîfê bi tevlîbûna zarokên Yuksel Koç Mazlûm û Dîlan Koç, parêzerên Koç, parlamenterên eyaletê yên ji partiyên Çep û Keskan, akademîsyen, hiqûqnas, endamên Sendîkaya Mamosteyan, nûnerên gelên Tamîl û Ermenî, nûnerên komeleyên xwecihî, nûnerên Yekîtiya Xwendekaran, NCDK Bremen û gelên cuda, li cemxaneyê li hev civiyan.

PLANA ÇALAKIYAN

Di civînê de komên cuda yên xebatê hatin avakirin û biryar hate dayin ku karên ji bo tevlîbûna li mîtînga li Kolnê bên zêdekirin. Her wiha biryar hate dayin ku 6'ê Adarê li Bremenê bi beşdariya akademîsyen û hiqûqnasan panelek were lidarxistin. Wekî din biryar hate dayin 8'ê Adarê çalakî û 16'ê Adarê jî li Bremenê mîtîngek pêk were.