HDP’ê li 12 herêmên Anatolya Navîn namzet nîşan da
HDP’ê li Herêma Anatolya Navîn 2 bajarên mezin jî di nav de bi giştî ji bo 12 şaredariyan wê bi namzetên xwe beşdarî hilbijartinê bibe.
HDP’ê li Herêma Anatolya Navîn 2 bajarên mezin jî di nav de bi giştî ji bo 12 şaredariyan wê bi namzetên xwe beşdarî hilbijartinê bibe.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê li Herêma Anatolya Navîn li Enqere, Konya û Kayseriyê bi giştî li 12 cihan wê bi namzetên xwe beşdarî hilbijartinê bibe. Li gorî vê HDP’ê ji bo Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê Giyasettîn Almaz namzet nîşan da, li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê ku HDP xwedî îddîa ye, Mehmet Yalçin û Serap Kaya ji bo namzetên hevşaredariyê diyar kir.
Li gorî lîsteya HDP’ê ya hilbijartinê li navenda Konyayê namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Konya jî di nav de bi giştî li 5 navçeyan nametên HDP’ê diyar bûn. Li gorî lîsteyê li Navenda Konya Giyasettîn Almaz, li navçeya Cîhanbeylî Mehmet Yalçin û Serap Kaya, li Ereglî Siddik Atici, li Karatayê Necatî Înîk û li navçeya Selçûklû jî Ramazan Ot namzetên HDP’ê ne.
HDP’ê li bajarê Kayseriyê jî namzetê xwe diyar kir. HDP’ê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Kayserî Cevdek İşik namzet nîşan da, li navçeya Încesû jî namzetiya Seyîthan Ezer jî teqez e.
HDP’ê li navçeyên Çankaya, Keçîoren, Haymana û Polatli yêm Enqereyê namzetên xwe eşkere kiribû. Li gorî vê, namzeta HDP’ê ya Çankaya Parlamentera Enqerê Fîlîz Kerestecîoglû, namzetê Keçîoren ji neviyên Şêx Seyîd Diyadîn Firat, ji bo Hevşaredariya Haymana jî Tulay Koç û Sînan Sumer li navçeya Polatli jî Soner Ozalp namzet nîşan dabû.