ROJANE
Hemû Nûçe
-
KONGRA-GEL di salvegera 20’emîn de komplo şermezar kir
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL salvegera 20’emîn a komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. -
NPG: Gerîla wê komployê bi temamî ji holê rakin
NPG: Gerîlayên HPG'ê ku xwe bi rêbaza têkoşîna serdemê amade kirin, ji bo komploya navneteweyî di nava rûpelên tarî yên dîrokê de tine bike, bi daxwaz, bawerî, biryardarî û ruhê fedayî wê bi erk û wezîfeyên serdemê rabin. -
Girtî Mehmet Gok li girtîgehê rehmet kir
Girtî Mehmet Gok ê 62 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Tarasûsê ye di encama dil êşê de rehmet kir. -
Destûr hate dayîn ku meşvan bikevin Fransayê-NÛ BÛ
Meşvanên ku ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi rê ketin, piştî êrîşa polîsên Elman a li Karlsrûheyê vê carê jî li ser sînorê Fransayê hatin rawestandin. Piştî demekê destûr hate dayîn ku meşvan bikevin Fransayê. -
Li Sydneyê dîplomasiya li dijî tecrîdê
Li Sydneyê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan karê dîplomasiyê tê kirin. -
Li Lavrîonê li dijî komployê meşa ji bo sê rojan dest pê kir
Li herêma Lavrîonê ya li başûrê rojhilat ê paytexta Yewnanîtan Atînayê, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê meşek ji bo sê rojan dest pê kir. -
KCDK-E hişyarî da: AKP hewl dide li Ewropayê provokasyonan bike
KCDK-E'yê hişyarî da û got, "Dewleta Tirk dixwaze li Ewropayê çalakiyên qirêj û provokatîf bike û bi vî rengî sempatiya li nava raya giştî ya ji bo tevgera azadiyê ya Kurd têk bibe." -
Li sê bajaran 25 kes hatin destgîrkirin
Li bajarên Stenbol, Kocaelî û Meletiyê di operasyonên qirkirina siyasî de 25 kes hatin destgîrkirin. -
Komploya 15'ê Sibatê li Rûsyayê hate şermezarkirin
Komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, li Stravrapolê hate şermezarkirin. -
Meşa enternasyonalîstan di roja 3'emîn de ye
Enternasyonalîstên ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ji Luksembûrgê ber bi Strasboûrgê ve dimeşin, bi xwendina peyama KCK'ê dest bi roja sêyemîn kirin. Meş bi coş dewam dike. -
Li Elmanyayê polîsa dora meşvanan girtiye
Li bajarê Karlsrûhe yê Elmanyayê polîsan êrîşî meşvanan kiribû. Meşvanên çalakger vê sibehê dîsa li pêşiya Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Karlsrûheyê kom bûn. -
AGÎF'ê girtina saziyên Kurdan şermezar kir
AGÎF'ê girtina MÎR Muzîk û Weşanxaneya Mezopotamyayê şermezar kir û got, "Em bang li dewleta Elman dikin ku li gorî polîtîkayên berjewendiyê yên emperyalîst destekê nede dewleta Tirk û Erdogan ê dîktator." -
'Têkoşîna ji bo azadiya Ocalan têkoşîna me ye'
Enternasyonalîstên ku li dijî komplo û tecrîdê ji Luksembûrgê dimeşin Strasboûrgê gotin, ew têkoşîna ku ji bo azadiya Ocalan tê dayin weke têkoşîna xwe dibînin. -
Êlek Zer: Em jî dixwazin şoreşa mîna ya Rojava li vir bikin
Êlek Zerên ku bi mehan e li Fransayê çalakiyan dikin, peyamek bi dîmen şandin û silav dan Şoreşa Rojava. -
Divê êdî ev dîktator bê sekinandin!
Komeleya France-Kurdistan a Slvie Jan serokatiya wê dike, bang li raya giştî kir ku li dijî tecrîdê bikeve nav tevgerê. -
Ji Cizîrê heta Strasboûrgê: Divê em êdî li ber vê hovîtiyê rabin
Parlamenterê berê yê HDP'ê Sariyildiz û hevşaredara Cizîrê Îmret ku tevlî meşa dirêj a ji Baselê ber bi Strasboûrgê bûne gotin, li dijî konsepta hovîtiyê ya ji Cizîrê dest pê kir û heta niha didome, divê her kes li ber xwe bide. -
Nûçegihan Ceyhan û gelek kes hatin destgîrkirin
Bi operasyonên qirkirina siyasî ya li Stenbolê di nav nûçegiha Melîke Ceyhan jî gelek kes hatin destgîrkirin. -
Wekîlên Ewropî serdana berxwedêrên Strasboûrgê kirin
Parlamentera Îrlandayî û girtiya berê Martîna Anderson parlamentera ji Partiya Karker a Îngilîstanê Jûlîe Ward, serdana berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kirin. -
Ajansa Nûçe Ciwan cara 23'an hate girtin
Ajansa Nûçe Ciwan, ji aliyê 3. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Enqereyê ve careke din hate girtin. -
'Bila her kes guh bide daxwazên wan'
Yekîtiya Zindanan a Marmarayê ku rewşa berxwedêrên greva birçîbûnê ji nêz ve dişopîne, li dijî zext û binpêkirina mafên mirovan hewl dide dengê çalakgerên greva birçîbûnê bide bihîstin. -
ROJEVA 13'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Sibata 2019'an. -
Serlêdana hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re hate redkirin
Parêzerên Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, cara 789'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana 789’an jî bi hincetên keyfî hate redkirin. -
Tevî astengiyan meşa ji Colemêrgê dest pê kirî didome
Yek ji baskên meşa ber bi Amedê ve meşa ji Colemêrgê ye, tevî hemû astengiyan meşa Colemêrgê didome. -
Li Floransayê li dijî tecrîdê civîna çapemeniyê hate lidarxistin
Li bajarê Îtalya Floransayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezar kirin, berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silav kirin. -
Berfîna 11 salî bû şampiyona boksê
Di tûrnûvaya boksê de, di kategoriya zarokan de, ya li Krasnodarê Berfîn Îbragîmova ya 11 salî bû yekemîn.