ROJANE
Hemû Nûçe
-
Bi berxwedanê ber bi Strasboûrgê…
Meşa dirêj a Basel-Strasboûrgê di roja 4’an de didome. Meşvan gav bi gav nêzî Strasboûrgê dibin û çalakgerên greva birçîbûnê silav dikin. -
Temellî: Heta ku tecrîd were şikandin em ê dengê xwe bilindtir bikin
Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî got heta ku tecrîd neyê şikanin welat wê ber bi hilweşandinê ve biçe, bang li AKP-MHP'ê kir, ya tirsa wan zêde bûyî û got, rageşiyê kêm bikin. -
Dirûşma 'Azadî ji Ocalan re' li her derê deng vedide
Enternasyonalîstên ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ji Luksembûrgê dimeşin Strasboûrgê, bi dirûşmên "Azadî ji Ocalan re" ji nava gund û bajarokan derbas dibin. -
Peyama Leyla Guven: Em ê teqez bi ser bikevin
Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye, peyamek şand civîna koma HDP'ê. -
Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî li Enqereyê ye: Bila tecrîd biqede
Endamên Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî serdana HDP'ê kirin û xwestin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bê rakirin. -
Parêzeran ji bo dîtina Ocalan serî lê dan
Parêzerên Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, cara 789'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Polîsan girtin ser weşanxaneya Mezopotamya û Mîr muzîkê
Polîsên Elmanyayê girtin ser weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr muzîkê. -
Meşvanên ji baweriyên cuda: Bê Ocalan nabe!
Nûnerên saziyên baweriyên cuda yên tevlî meşa dirêj a Basel-Strasboûrgê bûne diyar kirin ku Ocalan pênaseya biratiya bawerî û gelan e û ji bo dawîlêanîna tecrîdê divê her kes li ber xwe bide. -
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' bi koma ji Bernê dewam dike
Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê pêk tê, di roja 347'an de ye. -
Nûnerên AABK û wekîlê Fransî serdana çalakgeran kirin
Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li Strasboûrgê di roja 58'an de ye. Parlamenterê Fransî Françoîs Pûpponî û nûnerên Elewiyan doh serdana berxwedêran kirin. -
Enternasyonalîst: Tecrîd li dijî mirovahiyê ye
Enternasyonalîstên ji Luksembûrgê dimeşin Strasboûrgê: Tecrîdkirina Birêz Ocalan tecrîdkirina mirovahiyê ye. -
ROJEVA 12'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Sibata 2019'an. -
NÛ BÛ-Li Stenbolê helîkopterek kete xwarê
Li Çekmekoy a Stenbolê helîkoptereke ya leşkerî ya Tirk kete xwarê. Walî Yerlîkaya anî ziman ku di qezayê de 4 leşker mirine. -
Parlementerên HDP’ê li dijî tecrîdê li Taksîmê meşiyan
Parlementerên HDP’ê ligel astengkirinên polîsan jî, li hemberî tecrîda li Îmraliyê meşiyan. -
Platforma Şopandina Greva Birçîbûnê: Demildest bikevin nava tevgerê
Platforma Şopandina Greva Birçîbûnê rapora xwe ya têkildarî grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê eşkere kir. Platformê demildest banga ketina tevgerê kir. -
Înîsîyatîfa Gel a Amedê: Divê her der bibe qada berxwedanê
Înîsîyatîfa Gel a Amedê ji ber salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek weşand. Di peyamê de hate diyarkirin ku divê her der bibe qada berxwedanê. -
Li Payîzavayê buroya HDP’ê bi coş hate vekirin
Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Wanê bi çarçoveya xebatên hilbijartinê de, bi girseyî buroya hilbijartinê vekir. -
Li girtîgehên Egeyê mafên mirovan her roj tên binpêkirin
Şaxê ÎHD'ê yê Îzmîrê ragihand ku li girtîgehên li Herêma Egeyê di nava salekê de 332 caran mafên mirovan hatine binpêkirin. -
Greva li Viyanayê di rojeva çapemeniya Ewûstûryayê de ye
Li paytexta Ewûstûrya Viyanayê Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît ev 10 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne. Çapemeniya Ewûstûryayê jî ciheke berfireh da çalakiya Sûltan û Yîgît. -
Meşa dirêj a enternasyonalîstan dest pê kir
Baskê Luksembûrgê yê meşên ber bi Strasboûrgê ve tên kirin dest pê kir. Meşvan wê 5 rojan bi 200 kîlometreyî bimeşin. -
Di bin rejîma otorîter de têkoşîna demokrasiyê
Li Londrayê ya ku paytexta Îngîltereyê ye bi navê ‘Di bin rejîma otorîter de têkoşîna demokrasiyê’ konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de geşedanên siyasî yê li Tirkiyeyê hatin nirxandin. -
Li Belçîkayê roja Çarşemê greva giştî pêk tê
Li Belçîkayê 13'ê Sibatê roja Çarşemê wê greva giştî pêk were. Ji rêyên hesinî heta ajokarên qemyonan grev wê bandorê li sektoran hemûyan bike. -
Hevserokên HDP'ê: Divê tecrîd bi dawî bibe!
Parlamenterên HDP'ê xwestin li Kolana Îstîklalê li dijî tecrîdê bimeşin, lê belê polîsan pêşî li wan girtin. Hevserokên HDP'ê diyar kirin ku divê tecrîd tavilê bi dawî bibe û gotin, "Em ê tawîzê nedin." -
Peyama berxwedêrên Strasboûrgê ya ji bo meşê: Komploger têk çûne
Çalakgerên meşa dirêj a Basel-Strasboûrgê dest bi beşa sêyemîn a çalakiya xwe kirin. Berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê peyamek ji meşvanan re şandin û çalakiya wan silav kirin. -
Li Torontoyê berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin
Kurdên li Torontoyê tecrîd protesto kirin û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin.