KURDISTAN
KCK: Em dixwazin vê yekê bi eşkere destnîşan bikin; Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwawiyekê qebûl dike. Bi gotina 'Me qanûn derxist, qebûl nakin' nirxandin û ferzkirina polîtîkaya şerê taybet, wê bibe nêzîkatiyeke dûrî aqil.
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê qurbaniyên komkujiya Madimakê bi bîr anî û got, "Xwedîderketina herî rast a li bîranîna şehîdan wê têkoşîna demokrasiyê be ku nehêle komkujiya 2'ê Tîrmehê careke din rû bide."
Şêniyên Amedê gotin, ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bimeşe, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, berdana girtiyên siyasî û aştiya mayinde divê dewlet gavên şênber biavêje.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê di derbarê êrîşên dawî yên hêzên Supayê Pasdaran û operasyona Mahabadê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di encama vê operasyonê de 4 hevrêyên wan şehîd bûne.
Ji bo salvegera çalakiya gerîlaya fedaî Zîlan, gerîlayên YJA-Starê axivîn û gotin, “Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe jiyan û têkoşîn afirand. Bi çalakiya xwe mîrateyek li pey xwe hişt.”
Hemû Nûçe
-
-
-
Gelê Başûr li dijî dagirkeriyê bi hêrs e
Gerîla li dijî hewldana dagirkeriyê ya artêşa Tirk a li Xakurkê bi xurtî li ber xwe didin. Gelê Başûrê Kurdistanê jî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û li dijî nokeran bi hêrs e.
-
-
Çelîk: Xwedî li destketiyan derkevin
Naîme Çelî ku li dijî tecrîda li Îmraliyê 87 rojan di greva birçîbûnê de bû, diyar kir ku afirînerên destpêkê yên serketinê dayikên berxwedêr in û got, divê xwedî li destketiyên hatine afirandin bê derketin.
-
-
-
-
-
-
NPG: Gerîla bi rihê fedayî wê meşa serfiraziyê bike
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, salvegera 15'an a Pêngava 1'ê Hezîranê pîroz kir û got, ''Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi wê biryardariyê ne ku bi rihê fedayî bersivê bidin serdema nû û meşa serfiraziyê bikin'
-
-
-
-
KCK’ê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir ku ji bo Serokê Federasyona Başûrê Kurdistanê haitbû hilbijartin.
-
'Bi ruhê Şêladizê li dijî êrîşan rabin'
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Gelê Kurd bi serhildana Şêladizê ev dagirkerî erê nekir, da nîşandan ku li kû dera Kurdistanê êrîşek hebe divê gelê Kurd li ber wê rabe ser lingan.
-
-
HPG’ê li Şirnex, Amed û Bedlîsê li dijmin da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku yekîneyên gerîla li Şirnex, Amed û Bedlîsê li dijî hêzên artêşa Tirk rêze çalakî kirine û di van çalakiyan de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.
-
-
-
Meclîsa Bajêr a Kerkûkê: Êrîşên terorîstî ji bo fitneyê ne
Meclîsa Bajêr a Kerkûkê der barê êrîşên bombeyî yên şev Pêncşemê de yên li Kerkûkê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, armanc ji êrîşan afirandina fitneyê ye. Hin çavkaniyên nêzî PDK'ê jî ji Kurdan xwest ku ji bajêr derkevin.
-
'Yên ku em bi ser xistin, dayik bûn'
Bûlût li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Wanê 136 rojan di greva birçîbûnê, 28 rojan jî di rojiya mirinê de ma. Îhsan Bûlût got, "Berxwedan û biryardariya dayikan em bi ser xistin."
-
Li Kerkûkê teqîn: Gelek kes mirin
Beriya saetekê li pey hev li Kerkûkê teqîn pêk hatin. Li ser teqînan agahiyên cuda cuda tên dayîn. Di teqînan de herî kêm 5 kes mirin, 18 kes jî birîndar bûne.
-
-