KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Girtiyên ku li Amedê rakiribûn nexweşxaneyê, tedawiya wan qediya
Girtiyên li girtîgeha Amedê ketê greva birçîbûnê û piştî bidawîbûna çalakiyê ew rakiribûn nexweşxaneyê, ji bilî Leyla Guven û Servet Kaya tedawiya wan qediya û ew birin girtîgehê. -
Nasnameya 2 gerîlayan hate eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya du gerîlayan eşkere kir ên ku di 29’ê Gulanê de di bomberdûmana hewayî ya li ser Zê de şehîd bûne. -
HPG: Derba giran li dagirkeran hate xistin, 16 leşker mirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li herêma Xakurkê-Coelmêrgê li dijî hêzên dagirker ên Tirk çalakî hatine kirin û herî kêm 16 leşker hatine kuştin. -
HPG'ê du gerîlayên şehîd bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê a HPG’ê nasnameya du gerîlayan eşkere kir ên ku li Mêrdînê di 8’ê Gulanê de di şer e şehîd bûne. -
Êrîşên DAÎŞ'ê yên li Avahiya Dara û Heftexarê hatin têkbirin
Êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li Kerkûkê bi berxwedana gundiyan hatin têkbirin. Ji ber êrîşê gundiyekî jiyana xwe ji dest da, 9 gundî jî birîndar bûn. -
Gerîla derbeke giran li leşkerên Tirk xist!
Hêzên gerîla derbeke giran li leşkerên Tirk xistin ên ji bo dagirkeriyê li ser giran bi cih bûn. Bi çekên giran û çalakiyên sabotajê li leşkerên li ser sê giran hate xistin. Tê gotin ku ji leşkerên Tirk ên dagirker gelek mirî û birîndar hene. -
Li Rûbarokê liv û tevgera leşkerî ya ji bo dagirkeriyê
Hate ragihandin, dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkeriya xwe ya li herêma Bradostê mayinde bike, leşkerên xwe berdaye nava xaka Rûbarokê. -
Rejîma AKP'ê li Kurdistanê giraniyê dide ser çêkirina girtîgehan
Li bajarên Bakurê Kurdistanê bêkarî gihaştiye asta 80 ji sedî. Desthilatdariya AKP-MHP'ê li bajarên Kurdan ji bo 'razemeniya nû' girtîgehan çêdike. Bedlîs jî yek ji van bajaran e. -
DAÎŞ'ê li Kerkûkê êrîşî gundekî kir: 1 mirî, 4 birîndar
Çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser gundê Avahiya Mansur a li herêma Heftexarê ya li navçeya Daqoq a Kerkûkê. Di êrîşê de gundiyek hate kuştin, 4 jî birîndar bûn. -
Bayik: Berxwedan wê bidome
Bayik bal kişand ser destketiyên bi berxwedanê hatine afirandin û diyar kir, divê berxwedan û têkoşîn ji niha û pê ve jî bê xurtkirin, naxwe serketina bi dest ketiye jî dikare bikeve rewşeke metirsîdar. -
Ji girtiyên li Wanê dihatin dermankirin 12 kes ji nexweşxaneyê derxistin
Ji girtiyên piştî dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê anî û şûnde sewqî nexweşxaneyê kiribûn 12 girtî hatin derxistin. -
Li Rihayê 13 kes hatin girtin
13 kesên li navçeya Xelfetî ya Rihayê bi êşkenceyê hatin destgîrkirin, hatin girtin. Polîsan bê ku agahî bidin parêzeran îfade girtin. Hemû kesên hatibûn destgîrkirin, li dadgehê êşkeceya lê hatin kirin vegotin. Jinan gotin: “Em şerm dikin vebêjin." -
Tedawiya parlementerên HDP’ê qediya
Her sê parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç ku piştî bidawîbûna çalakiya greva birçîbûnê li nexweşxaneyeke taybet dihatin tedawîkirin, tedawiya wan qediya. -
HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî daxuyanî da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker ên bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyanî da. -
Li Pertaxê 4 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Pertax a Dersimê, polîsên rejîma AKP'ê avêtin ser gelek malan û herî kêm 4 kes destgîr kirin. -
Doza JÎTEM’ê ya Qoserê: Sûcê dewletê tê veşartin
Di rûniştina Doza JÎTEM’ê ya li Qoserê, dozger beraata qirkeran xwest. Parêzer Erdal Kûzû got ku “Hewl tê dayîn ku sûcê dewletê veşêrin û ser wê bigirin.” -
HBDH: Niha dora têkoşîna hilweşandina faşîzmê ye
Komîteya Rêveber a HBDH'ê têkilî grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û bi serkeftinê qedandina wê daxuyanî da û got, ''Ji niha û pê de têkoşîna me wê têkoşîna hilweşandina faşîzmê me''. -
Dewleta Tirk bombe li Şêladizê barand
Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li herêma Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê barandin. -
'Li dadgehê dijîm, li nifûsê mirî me'
Murat Aladag ku heftiya bihurî dadgehê 12 sal cezayê hepsê jê re xwest, ji bo ku hesab veke çû benqê lê li benqê û rêveberiya nifûsê bi sedema ku 'mirî' ye, nikarî hesab veke. -
Li Qersê di doza 'êrîşa zayendî' de bersûc hatin cezakirin
Di doza êrîşa zayendî de ya li dijî jineke ciwan a astengdar hate kirin, ceza hate birîn. -
Ozturk: Êdî bi vî rengî nabe
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk diyar kir, şert û mercên heyî nîşan didin ku Tirkiye bi vî rengî êdî nabe û got, Ocalan bal kişand ser rêya lihevkirin, diyalog û danûstandinan. -
Ciwanên welatparêz: Li dijî dagirkeriya Tirk bi ruhê Şeladizê serî hildin
Tevgera ciwanên welatparêz li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Xakûrkê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da. -
HPG’ê têkildarî Xakûrkê daxuyanî da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Xakûrkê daxuyaniyek da. HPG’ê diyar kir ku wê derbeya herî mezin a dîrokê li dagirkeran bidin. -
Nêçîrvan Barzanî bû Serokê Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî yê ku birazê û zavayê Mesût Barzanî ye, bû serokê nû yê Herêma Kurdistanê. YNK’ê boykot kir. -
Fermandara YPS-Jinê Zeryan Deniz hate bibîranîn
Koordînasyona YPS-Jinê bi daxuyaniyeke nivîskî yek ji fermandaran Zerya Deniz di salvegera 4'an a şehîdbûna wê de bi bîr anî.