KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şandeya Mexmûrê serdana berxwedêrên li Silêmaniyê kirin
Şandeya Meclîsa gel a Mexmûrê piştî serdana xwe ya ji bo endazyar Herêm Mehmûd a li dijî tecrîda li ser Ocalan 89 roj in li Kelar a Germiyanê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, çûn Navenda Karkerên Mezopotamya û serdana berxwedêran kirin. -
HDP’ê Meclîsa Ciwanan a Sêrtê îlan kir
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Sêrtê îlan kir. -
Şandeyek ji Mexmûrê çû serdana Herêm Mehmûd
Bi wesîleya piştgiriyê şandeyeke Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çû serdana berxwedêrê greva birçîbûnê Herêm Mehmûd ê li Kelarê berxwedana xwe didomîne. -
Pêngava Serfiraziya Şoreşger: 11 leşker hatin kuştin
Di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê de li Ebex û Bazîdê çalakî hatin lidarxistin û 11 leşker hatin kuştin. -
Şandeyeke bijîşkan çûn serdana Yagiz
Şandeyek ji bijîşkên Başûrê Kurdistanê serdana Nasir Yagiz kir ku 184 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Aktaş hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mesût Aktaş, di nava dorpêçiya polîsan de hate veşartin. -
Du keyayên li Wanê ji wezîfeyê hatin dûrxistin
Li Wanê, du keyayên ku beriya niha qeyûm li şûna wan hatibûn bicihkirin û 31'ê Adarê ji nû ve hatin hilbijartin, careke din ji aliyê rejîmê ve ji wezîfeyê hatin dûrxistin. -
Grevên li Başûrê Kurdistanê bi biryardariyeke xurt didomin
Greva li Hewlêr di roja 184, Silêmanî 161, Kelar 89, Mexmûr jî 158 û rojiya mirinê ya Merwan Menduh Ozdemîr jî di roja 10’an de ye. -
Awazê Çiya li ser berxwedana gerîla klîbeke nû amade kir
Koma muzîkê Awazê Çiya ku li çiyayên Kurdistanê li qadên gerîla hunera xwe çêdike, li ser berxwedana gerîla klîbeke nû amade kir. -
Kekê çalakgerê greva birçîbûnê: Berpirsyarî ya me hemûyan e
Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê Şiyar Akboga ye. Kekê wî Ramazan Akboga diyar kir, berpirsyariya her kesî ye ku xwedî li berxwedana girtiyan derkevin û li dijî tecrîdê têbikoşin. -
Velî Encu hate destgîrkirin
Leşkerên Tirk bi ser mala Velî Encu yê ku di Komkujiya Roboskiyê de birayê wî û gelek xizmên wî hatibûn qetilkirin, de girtin û Encû destgîrkirin. -
Dewlet dev ji muxtar Komî bernade
Ayhan Komî yê ku sala borî ji aliyê Wezareta Karê Navxweyî ji peywirê hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hatibû erkdarkirin, di hilbijartina 31’ê Adarê de careke din muxtariya taxa Suphanê ya Artemêtê qezenc kir. Komî îro careke din ji peywirê hate girtin. -
Li Dîlok û Mêrdînê çalakiyên dayikan didome
Li Dîlok û Mêrdînê li dijî tecrîda Îmraliyê çalakiya dayikan didome. Dayik xwedî li çalakiyên zarokên xwe derketin û xwestin bila tecrîd were rakirin. -
Malbatên girtiyan li Patnosê li dijî tecrîdê li hev civiyan
Malbatên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Tîpa L a Patnosê li hev civiyan û gotin; “Tecrîdê bi temamî rakin.” -
HPG: Li Xakûrkê 5 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Xakûrkê li dijî artêşa Tirk rêzeçalakî li dar xist. HPG’ê ragihand ku di çalakiyan de qasî hate tespît kirin 5 leşker hatine kuştin û gelek çek hatine rûxandin. -
Li Wanê polîsan êrîşî çalakiya li dijî tecrîdê kir
Polîsan li Wanê êrîşî çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîdê kir û 4 kes destgîr kirin. -
Dayikên li Amedê: Heta ku tecrîd rabe em ê li qadan bin
Dayikên girtiyan ên ku li Parka Koşûyolûyê ya Amedê çalakî li dar xistin, diyar kirin heta ku tecrîd rabe ew ê li qadan bin. -
Cenazeyên gerîla Tekîn û Kartal hatin veşartin
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Mehmet Reşat Tekîn (Zana Andok) li Amedê, Onûr Kartal jî li Êlihê hatin veşartin. -
Ozdemîr ê di rojiya mirinê de: Tekane rê serketin e
Li Silêmaniyê Merwan Menduh Ozdemîr li hemberî tecrîdê 9 roj in di rojiya mirinê de ye. Ozdemîr got ku “Em ê pergala Îmraliyê parçe bikin. Em canê xwe bidin jî em ê bikin. Jê pê ve tu rêyeke din tune.” -
Cenazeyê Ecer piştî 3 salan hate dayin
Cenazeyê Huseyîn Ecer ku li Hezexê di dema berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bû, piştî 3 salan radestî malbata wî hate kirin. -
Li gel 161 milyon deyn jî pêngava xizmetê
Li Wanê şaredariyên HDP'yî li gel deynê ku qeyûm hiştî jî xizmetê didin. -
Çelîk: Grevên birçîbûnê ruhê şoreşgerî da her kesî
Ji berxwedêrên greva birçîbûnê Naîme Çelîk diyar kir, çalakiya wan li dijî neheqiyê qîrîn û serhildan e û got, bi ruhê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê wê teqez bi ser bikevin. -
Artêşa Tirk li Girê Koordîne şerpeze bû
Gerîlayê HPG'ê Şervan Amed ku tevlî çalakiya gerîla ya li dijî leşkerên Tirk ên li ser Girê Koordîne yê Çelê bû, qala şerpezebûna artêşa Tirk kir. -
Artêşa Tirk Biradost bombe dike
Helîkopterên şer ên artêşa Tirk a dagirker herêma Birodost bombe dikin. -
Erdogmûş: Agahiya dewletê ji bûyerê heye
Erdogmûş ê di nava heyeta lêkolînkirina êşkenceyê li ser sivîlan a li navçeyên Xelfetî û Hewagê yên Rihayê de cih digire got: “Ji bûyerê hemû rayedarên dewletê agahdar in.”