KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji ber teqîna mayîna artêşa Tirk kesek bi giranî birîndar bû
Li herêma Dêralokê ya Başûrê Kurdistanê, ji ber teqîna mayîna artêşa Tirk kesê bi navê Nezîf Mûhsîn bi giranî birîndar bû. -
'Em xwedî li zarokên xwe derkevin'
Pîra Azad Bayram ê ku 76 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye Remziye Bayram, çalakiya neviyê xwe nirxand û got: “Mirin be mirin, girtin be girtin. Canê me ji yê wan ne bi qîmetire. Divê em xwedî li zarokên xwe derkevin.” -
'Me sond xwariye ku em ê tola Mam Zekî hilînin'
Ciwanê Êzidî Zekî Şengalî ku qetilkirina Mam Zekî Şengalî bandor lê kir û tevlî nava refên HPG'ê bû, navê wî li xwe kiriye. Zekî Şengalî diyar kir wî soz daye ku tola Mam Zekî hilîne. -
Asayîşa YNK’ê semînera KNK’ê asteng kir
Semînera KNK’ê ya ku ji bo hem salvegera damezirandina xwe û hem jî mijarên Yekîtiya Neteweyî lidar bixista, ji aliyê asayîşa YNK’ê ve hate astengkirin. -
Demê lêpirsîna 20 kesên li Xelfetiyê hatin destgîrkirin hate dirêjkirin
Demê lêpirsîna 20 kesên li Xelfetiyê bi êşkencekirinê hatin destgîrkirin hate dirêjkirin. -
Ji çiyayê Agirî heta Şaho Şehîd Kawenda
''Mirov dikare bibêje di her alî de şehîd Kawenda xwedî seknekê bû. Sekna wê bawerî dida mirov.'' -
Heyeta TOHAV’ê çû Xelfetiyê
Heyeta TOHAV’ê ji bo lêkolîna êşkenceya li Xelfetiyê çû Rihayê. -
Li Avaşîn û Serhedê derbên giran li artêşa Tirk hate xistin
Gerîlayên HPG’ê li herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa Tirk a dagirker hin çalakî li dar xist. Di çalakiyan de 8 leşker hatin kuştin. Li Serhedê jî wesayîta zirxî ya Kobra ji aliyê gerîlayan ve hate îmhakirin û 6 leşker mirin. -
Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê di roja 186’an de ye
Li Hewlêrê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda Îmraliyê di roja 186’an de ye. Koma ku çalakî dewr girt, ragihand ku berxwedan li tevayî cîhanê deng vedaye. -
Li Çewlikê 23 herêm hatin qedexekirin
Li 23 herêmên 6 navçe û navenda Çewlikê “herêmên ewlehiya taybet a demkî” hatin îlan kirin. -
Leşkerên Tirk êrîşî sivîlên li Bradostê kir
Balefirên şer ên Tirkiyeyê li Bradostê qadên sivîlan bomberdûman kir. -
Ciwanên Rojavayê Kurdistanê serdana çalakgerên li Silêmaniyê kirin
Ciwanên Welatparêz û Ciwanên Șoreșger ên Rojava Kurdistanê serdana greva birçîbûnê ya li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê kirin. -
Cenazeyê fermandarê HPG’ê Erol hate veşartin
Cenazeyê yek ji Fermandarên Qada Dersimê ya HPG’ê Ertan Erol (Ferhat Dersim) ku Adara 2018’an li Dersimê di şerekê de şehîd bûbû li gundê Afşeker ê Pêrtagê bi merasîmekê hate veşartin. -
Cenazeyê fermandarê HPG’ê Ertan Erol wê bi merasîmekê were veşartin
Cenazeyê yek ji Fermandarên Qada Dersimê ya HPG’ê Ertan Erol (Ferhat Dersim) ku Adara 2018’an li Dersimê di şerekê de şehîd bûbû wê bi merasîmekê were veşartin. -
Parêzerên Ocalan serdana Leyla Guven kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê çûn serdana Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku 198 roj in di greva birçîbûnê de ye. Parêzeran peyama Ocalan ji Guvenê re ragihand. -
HPG: Operasyona dagirkeriyê vala derket, 6 leşker mirin
Hate ragihandin ku di dema operasyona dorfireh a artêşa Tirk a li herêma sînorê navçeya Gever a Colemêrgê lidar xist de şer rû dan. HPG’ê ragihand ku di operasyonê de 1 jê bi pile bi kêmanî 6 leşker hatin kuştin. -
Dayikên girtiyan: Heta ku tecrîd ranebe têkoşîn wê bidome!
Dayikên girtiyên ku di greva birçîbûn de ne li avahiya HDP’ê ya Navçeya Bahçelîevlerê lihev civiyan û peyam dan ku heta tecrîd bidawî nebe wê têkoşîna wan a li ber girtîgehan bidome. -
HPG: Em şehîdên li Amedê bi bîr tînin
HPG'ê 5 gerîlayên li Amedê şehîd bûn bi bîr anî û destnîşan kir ku wê ala wan a azadiyê bi ser bixînin. -
Ên li Xelfetiyê behsa êşkenceyê kirin
10 kesên ku li Xelfetiyê hatin destgîrkirin hatin berdan. Ên ku îfade dan behsa êşkenceyê kirin. -
Li Amedê xizmê berxwedêran li dijî tecrîdê çalakî pêk anîn
Li Amedê bi sedan xizmên berxwedêrên greva birçîbûnê bi pêşengiya dayikan li hev civiyan; çalakiya rûniştinê û meş pêk anîn. -
Hevserokê DBP'ê yê Elihê Tapkan hate girtin
Hevserokê Bajêr ê DBP'ê yê Êlihê Şukru Tapkan ku li Êlihê bi operasyonên qirkirina siyasî hatibû destgîrkirin, her wiha Abdulbarî Kargaç û Şîrîn Çelîk hatin girtin. -
Şandeya Mexmûrê serdana Nasir Yagiz kir
Şandeyeke Meclîsa Demokratîk a Gel a Mexmûrê ji bo piştgiriyê doh çûbû serdana berxwedêrê greva birçîbûnê Herêm Mehmûd, îro jî çû serdana Nasir Yagiz ku li nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye. -
AKP'ê li Tetwanê hiqûq avêt, piraniyan kursiyan ji xwe re bir
Li Tetwanê piştî ku 9 endamên meclîsê yên HDP'ê ji peywirê standin, li meclîsa piraniya kursiyan kete dest AKP'ê. Endamê HDP'yî Diyar Orak got biryar ne hiqûqî ye, armanca lêpirsînê ew e ku piraniya meclîsê ya HDP'ê ji dest bistînin. -
Mafên girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne
Serokê Şaxê SES'ê yê Wanê Sezer Orenç, berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîdê nirxand û li ser mafên çalakgeran ên di danezanên navneteweyî de hatine destnîşankirin agahî da. -
KCR’ê nasnameya gerîlayeke xwe eşkere kir
Kordînasyona Komalgeha Ciwanan a Rojhelatê Kurdistan (KCR) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gerîlayê bi navê Derwîş Tolhildan di encama li beravê ketinê şehîd bûye.