KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîla li Dersimê li leşkeran da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîla li leşkeran dane yên ku kemîn danîne. HPG’ê diyar kir ku di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin. -
Temel: Faşîzm bi têkoşînê dikare were têkbirin
Parlementerê Wanê yê HDP’ê Tayyîp Temel bi endamên partiya xwe re cejn pîroz kir û got ku “Faşîzm bi têkoşînê dikare were têkbirin. Li Stenbolê jî em ê faşîzmê têk bibin.” -
Berhemên gelê Ermen yek bi yek tên tinekirin
Dêra Taşhoron a dîrokî ya li Meletiyê, ji ber xemsariyê li ber hilweşînê ye. Dêr bûye devereke ku kesên madeyan bi kar tînin bi cih bûne. Her wiha ji aliyê defînegeran ve hatiye talankirin. -
Şehîdên 5’ê Hezîranê hatin bibîranîn
Yên li Amedê di êrîşa bombeyî ya mîtînga HDP’ê ya 5’ê Hezîrana 2015’an de şehîd ketibûn, hatin bibîranîn. -
Başûr Soran ê li Efrînê şehîd bû li Hewlêrê hate bîranîn
Mihemed Hadî (Başûr Soran) ku di dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker de li Efrînê jiyana xwe ji dest da, li Hewlêrê li ser gora xwe hate bîranîn. -
Karayilan: Gerîla wê li dijî dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî bike
Mûrat Karayilan: Gerîlayên azadiya Kurdistanê wê bi rengekî dîrokî li dijî hewldanên dewleta Tirk a mêtinger li ber xwe bidin ku dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ji bo serxistina vê berxwedanê wê hemû hêza xwe bi kar bînin. -
Ji ber êrîşa artêşa Tirk 4 gundiyên Xakurkê birîndar bûn
Balafirên şer ên Tirk serê sibehê bombe li gundên geliyê Şêx Zade barandin. Ji ber bomberdûmanê 4 gundî birîndar bûn. -
'Jibîrkirina şehîd, xiyanet e'
Ciwan Zaza li herêma Çêrmeyê Tîrmeha 2007'an di şer de birîndar bû û heta sibehê bi birîndarî şer kir, gihîşt asta şehadetê. Hevalê wî behsa wî kir û got, "Ji aliyê ruhî ve em nikarin ji şehîdan qut bibin, qutbûn û jibîrkirin xiyanet e." -
Eren: Nebin hevparê zalimê munafiq
Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren diyar kir, Serokkomarê Tirk Erdogan munafiqekî zalim e û bang li Misilmanan kir ku nebin hevparê wan. -
Dayikên girtiyan cejna zarokên xwe û HDP'ê pîroz kirin
Dayikên ku li Gebzeyê li dijî tecrîdê li ber xwe didan, serdana zarokên xwe yên girtî kirin. Li Edene jî HDP'yî cejna dayikên girtiyên ên berxwedêr pîroz kirin. -
Li Xakûrkê çalakiya sabotajê
Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Girê Şehîd Derwêş ê Xakûrkê li dijî artêşa Tirk çalakiya sabotajê li dar xistin. HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin û birîndar bûne. -
30 sal ceza dane parêzerê Celaliyan
Îran 30 sal ceza da parêzerê Zeynep Celalliyan Emîr Salar Dawodî. -
Gorên li Şehîdgeha Licê hatin xerakirin
Malbatên ku ji bo cejnê serdana şehîdgeha li Licê kirin, dîtin ku gorên zarokên wan bi hors hatine xerakirin. -
Li Şirnexê endamtiya meclîsa HDP’ê hate xespkirin
Li her dera ku HDP di hilbijartinê de bi ser ketibû, AKP xespên xwe didomîne. Li Şirnexê endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr ê HDP’ê ji peywirê hate dûrxistin. -
Şêniyên Mexmûrê serdana şehîdgehê kirin
Şêniyên Mexmûrê bi wesîleya cejnê destpêkê serdana şehîdgehê kirin. -
Têkoşîna 25 salan a xizmekî windakiriyan
Endamê Desteya Xizmên Windahiyan a ÎHD'ê Şaxê Amedê Adnan Orhan, ji 11 saliya xwe ve li aqûbeta bav, ap û pismamê xwe digere. Adnan Orhan got, "Hewl didim bibim dengê xizmên windakiriyan. Dibe ku çîrok cuda be, lê belê êşa me hevpar e." -
Gerîlayan li Xakûrkê, Qers û Çelê li dagirkeran da
Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Xakûrkê, Çelê û Qersê li dijî leşkerên Tirk çalakî pêk anîn. HPG’ê got; “Di çalakiyan de qasî hate tespîtkirin efser jî dinav de 5 leşkerên dijmin hatine kuştin.” -
Tevgera Azadî: Yekîtî dikare êrîşên dagirkeriyê bide sekinandin
Tevgera Azadî nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk da û got ku “Yekîtî û hevgirtin dikare êrîşên dagirkeriyê bide sekinandin.” -
Rojnamevan Baysal hate destgîrkirin
Rojnamevan Nûrcan Baysal bi sûcdariya "endametiya rêxistinê" hate destgîrkirin. -
'Pêngava gerîla ya 1'ê Hezîranê'
Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi 'Pêngava gerîla ya 1'ê Hezîranê' re nîşan dan ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn hêza bingehîn e. -
Dr. Erdal: Gerîla bersivê dide
Dr. Bahoz Erdal: Di navbera me û dewleta Tirk de şerekî mezin heye. Ya li Xakurkê wê ne bibe operasyona wan a destpêkê ne jî ya dawiyê. Bêguman gerîlayên Kurdistanê bersiva pêwîst didin wan. -
Cezayê pereyan li dayikên girtiyan birîn!
Ji ber ku dayikên girtiyan, rêveberên HDP û TÛHAYDER’ê bal kişandin ser grevên birçîbûnê cezayê pereyan li wan hate birîn. -
Artêşa Tirk li Serhed û Xakurkê derbên giran xwar: 37 leşker hatin kuştin-NÛ BÛ
Gerîlayên HPG, YJA-STAR û HBDH’ê li Serhed û Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakî li dar xistin. Gerîlayan gelek wesayîtên zirxî îmha kirin û bi qasî ku hate tespîtkirin 37 dagirker hatin kuştin. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê li Şêrewa milkê gel da ber agir
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li bejahiya gundê Cilbirê û Bênê zeviyên gundiyan ên çandî dan ber agir. -
Li Îdirê gelek wesayitên zirxî hatin rûxandin
Gerîlayên HPG û YJA Starê 1'ê Hezîranê li Îdirê çalakî pêk anîn û gelek wesayitên zirxî rûxandin. Di çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin.