KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Giyadinê ji ber lêhiyê 4 kes mirin
Li navçeya Giyadin a Agiriyê ji ber lêhiyê 2 jê zarok 4 kes mirin. -
Balafirên şer Qendîlê bombeberan dikin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bê navber bombeyan li Binarê Qendîlê dibarîne. -
HPG: Li Xakurkê û Colemêrgê bi kêmanî 2 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên li Xakurkê û Colemêrgê de bi kêmanî 2 leşker hatine kuştin. -
'Endamê dîplomasî Bêwar Emîn û Osman Nadir li Parastinê ne'
Endamê dîplomasiyê Bêwar Emîn Tahir û welatiyê bi navê Osman Nadir Hacî yên ji 13’ê Hezîranê ve ji bo nexweşxaneyê çûbûn bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê, li gorî agahiyên hatin girtin ji aliyê hêzên Istixbaratê ya Parastin ve hatine girtin. -
Mertalên Zindî: Divê Kurd dagirkerî û birakujiyê qebûl nekin
Mertalên Zindî bal kişandin ser metirsiya êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û banga yekîtiyê li tevahiya hêzên Kurdistanê kirin. -
Artêşa Tirk xwezaya Kurdistanê dişewitîne û wêran dike
Artêşa Tirk a ku êrîşî herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê dike, xwezaya Kurdistanê jî wêran dike. -
Şanoger Daxistan Koçer li Mexmûrê hate bîranîn
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo bîranîna şanoger Daxistan Koçer bi sînevîzyona ku li ser jiyana wî hatî amadekirin û bi nîşandana şanoyekê hate bibîranîn. -
'Divê dewlet dest ji şewitandina daristanan berde'
Ekolojîst Guner Yanliç bang li hikumetê kir ku dest ji şewitandina daristanan a bi hinceta 'ewlekariyê' berde û di mijara vemirandinan şewatê de jî tedbîran werbigire. -
Gora Şerefxan xera kirin
Eşkere bû ku Şaredarê Bedlîsê yê AKP'î beriya ku tabelayên Kurdî deyne xwarê gorên nivîskarê Şerefnameyê Şerefxanê Bedlîsî û malbata wî hatine xerakirin. -
Tevgera Azadî projeya çareserkirina pirsgirêkên Kerkûkê eşkere kir
Tevgera Azadî ya Civaka Kurditanê ji bo pirsgirêkên herêmên bi nakok û parêzgeha Kerkûkê projeya çareseriyê ragihand. -
Rêveberiya wargeha Mexmûrê banga berdana hemwelatiyên xwe kirin
Rêveberên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî bang li rayedarên hikumeta Başûrê Kurdistanê kirin ku şêniyên wargehê yên dema dawî bi rengekî kêfî tên girtin bên berdan. -
HPG: Li Colemêrgê 3 leşker û 2 kontra hatin kuştin
Gerîlayan li Colemêrgê li dijî dagirkeran rêzeçalakî lidarxist. HPG’ê got di çalakiyan de qasî hate testpîtkirin 3 leşkerên Tirk û 2 kontra hatine kuştin. -
Eren: Divê em jî weke Hallaci Mansûr têkoşîna xwe bidomînin
"Divê gelê Kurd, gel û baweriyên bindest ji bo faşîzma AKP'ê têk biçe weke Hallaci Mansûr têbikoşe, ku tevî mirina xwe ya trajîk jî dev ji rastî û heqîqetê berneda." -
NPG'ê Fermandariya Eyaleta Serhedê pîroz kir
NPG'ê Fermandariya Eyaleta Serhedê ji ber çalakiya serketî ya 11'ê Hezîranê ya li ser rêya Bazîd-Îdirê pîroz kir. -
Mertalên Zindî: Dewleta Tirk li pey şerê birakujiyê ye
Çalakgerên Mertalê Zindî: Leşkerên Tirk kincên pêşmergeyan li xwe dikin, dixwazin di nav Kurdan de şerê birakujiyê derxînin. -
NPG'ê Xemgîn Setkar bi bîr anî
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) diyar kir, li Metînayê di êrîşa hewayî ya 26'ê Gulanê de gerîlayê bi navê Abdullah Temel (Xemgîn Setkar) şehîd bûye û sersaxî ji malbatê û gelê Kurdistanê re xwest. -
Karê havînê nêçîra ji bo zivistanê ye
Çand her tişt e, keda bi dest hîna li gundên Kurdistanê berdewam dike. Tevî teknîka pêşketî jî gundî keda bi dest hildibijêrin û hêjatir dibînin. -
'Hêvî kêliyek beriya mirinê nêrîna hevrê ye'
Mehên dawî yên sala 2005'an li herêma Ş. Bêrîtan gerîla Agir Bîngol ji bo pirsa "Hêvî çi ye?" bersiveke wiha da: Hêvî kêliyek beriya mirinê nêrîna hevrê ye. -
Heyeta Rojava ji bo yekîtiya netewî rêze civînan lidar dixe
Heyeteke Rojavayê Kurdistanê ku ji partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê, ji bo li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a di serî de li Kurdistan û başûrê Kurdistanê, dîsa pêkhatina Yekîtiya Netewî li Başûr rêze civinan lidar dixe. -
Hêzên YBŞ/YJŞ ewlekariya herêmê girtin
Operasyona şervanên YBŞ/YJŞ a li gel hêzên Iraqî li Şengalê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hatibû destpêkirin di roja 4’an de dewam dike. Hate ragihandin ku hêzên YBŞ/YJŞ’ê li gel artêşa Iraqê ewlekariya herêmê xistine kontrolê. -
HPG: Li Çelê, Avaşîn û Bestayê herî kêm 4 leşkerên dijmin hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA-Starê li navçeya Çelê ya Colemêrgê, li herêma Avaşînê û li herêma Besta ya Şirnexê li leşkerên Tirk ên dagirkeran dane. HPG'ê got di çalakiyan de qasî hate tespîtkirin 4 leşkerên dijmin hatine kuştin. -
HPG: Em şehîdên xwe yên Besta û Zagrosê bi bîr tînin
HPG'ê nasnameyên 4 gerîlayên ku li Besta û Zagrosê şehîd bûbûn ragihand û got, ''Heta ku em xewna wan, azadiya gelê xwe bi cih bînin, em sond dixwin ku têkoşîna wan bidomînin.'' -
Gerîlayan li Barzan û Colemêrgê li dagirkeran xistin!
Gerîlayên HPG’ê li herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê û herêma sînorê Colemêrgê li dijî hêzên Tirk ên dagirker rêzeçalakî lidarxistin. -
‘’Înkara Qirkirina Sûryanan hevkariya Sûc e’’
Konseya Netewî ya Betnahrînê: Ji ber ku hişmendiya hemû gelen li Mezopotamyayê Jor û Anatoliyê dijîn bûye nexweşiyeke nîjatperestî, çi kesê ku ne Tirk bin bi dijminatî têne dîtin. -
Ciwanan li Qendîlê dest bi çalakiya Mertalên Zindî kir
Ciwanên Başûrê Kurdistanê, li dijî êrîşên dewleta Tirk li Binarê Qendîlê dest bi çalakiya Mertalên Zindî kirin.